Di nava kolanên Kabulê de jinan ji bo cara yekê meşên girseyî yên mezin organîze kirin û bi wêrekî li beramber her cure paşverûtiyan meşiyan. Bê bîra we jinan destûr nedan mêr dest bavêjin tabûta Ferxundeya ku di nava bajarê Kabilê de bi saxî hat şewitandin û qetilkirin. Bixwe tabûta wê rakirin û pêre hemû cihanê ji bo Ferxundeyê mûm pêxistin.
Her wiha em rastî wêne û dîmenên jinên ji Amerîka Latîn hatin ku li ber stranên şoreşa Rojava dans kirin û wan jî hestên xwe bi jinên Kurd re kirin yek. Şahpereka ji Îranê ji bo wê bi wêrekî laçika xwe ya spî bi ser darekê ve kir û di nava kolanên Tehranê de li pêş çavê her kesî li ba kir. Niha êdî li Îranê helwesta Şahperek bûye ya hemû jinan û kampanyaya Çarşema Spî ji aliyê jinan ve hatiye birêxistinkirin. Her rojên Çarşemê jinên Îranî wek Şahperekê ji bo şermezarkirina Hicaba bi zorê û mudaxeleya rejîmê li ser jiyana jinan, zext û şîdeta di bin navê şerîetê de, laçika xwe ya spî li ba dikin. Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê û beriya wî jî têkoşîna bi pêşengiya jina Kurd, guhertinên li jor me behsa wan kir, bixwe re aniye. Di vê mijarê de ti şik û guman tineye. Mirov dema temaşeyî asta êrîşên li ser civaka Kurd bi taybet li ser jinê dike, baştir tê famkirin ku pergala heyî ya mêr, ji vê rewşê dilnigeran e. Wer difikire û bawer dike ku heta civak kole bin, ew ê bijî û gotinên xwe li ser bide ferzkirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di heman de têkoşîna jinan a li dijî vê pergalê ye. Di hevdîtinek xwe ya li Îmraliyê de Rêber Apo di bersiva ku jinên YPJ ê ji aliyê cihanê ve herî zêde balê dikşînin ser xwe û gelek kes ji têkoşîna wan bandor bûne de wiha dibêje; ´Jinên Kurd xwedî rabirdûyek têkoşînê ne, Ew nû bi jina Kurd hesiyane?!´ Bêguman a em wek şoreş binav dikin û diqewime, pêşketinek herî watedar a dîroka mirovahiyê ye. Nabe ti cara ji rêzê li guhertinên çêbûyî were temaşekirin. Ger em ê şîroveyek rast li têkoşîna jina Kurd bikin, misoger divê encam û bandorên wê li ser jiyana civakî ya Kurdan û ya netewên din baş were tehlîlkirin. Ger mijar tenê bi hinek guhertinên şeklî re bi sînor bimîne yan jî em tenê behsa wekheviyek hişk û zuha ya sosyalîzma reel bikin. Wê demê em ê guhetinên bingehîn ên di civakan de çêbûye nebînin yan jî ji nedîtî ve werin. Şoreşa heyî destpêkek ji bo gelek guhertinan bi taybet di civakên Rojhilata Navîn de ye. Em nikarin guhertina çêbûye wek rewşek demkî bibînin û serasera nêz bibin. Em behsa dîrokek koletiyê ya 5 hezar salî dikin. Teqînek di civakê de rû daye lê pêvajoyên piştî wê girîng in. Ji bo wê jî daxistina dîroka şoreşa Rojava bi 6 salan, tespîtek şaş e û nikare wateya rast a têkoşîna jina Kurd îfade bike. Her wiha sînordarkirina wê bi hinek guhertinên şematîk re jî cewhera wê ya esasî wenda dike û di siyê de dihêle. Ya çêbûye hema wisa di ber xwe de jî çênebûye. Me li jor behsa bandorên dualî kir, divê ev rewş jî li ber çavan were girtin û şîrovekirin. Derveyî vê dibe ku nirxandina me ya ji şoreşa Rojava, asta têkoşîna me ji bo azadiyê jî sînordar û di çarçoveyek teng de be.
Gelawêj EWRÎN






