Navenda Nûçeyan/ Qamişlo
Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ ku di 10’ê Cotmehê de hatibû destpêkirin, li tevahiya cîhanê deng veda û çalakiyên wê berdewam in. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî tevlî pêngavê bûn.
Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmehê de Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ destpê kir. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin.
Di serî de li bajarê Strasbourgê yê Fransayê ku Konseya Ewropa, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) lê ne, ji bo temsîla temenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 74 bajaran daxuyaniyên çapemeniyê hatin dayin. Tevî welatên Ewropayê li Bangladeş, Pakistan, Tokyo, Hindistan, Kenya, Efrîka Başûr, Latîn Emerîka û bi dehan navendên din di heman demê de daxuyanî hatin dayin.
Di heman çarçoveyê de li London û Liverpool ên Îngilîstanê, Dublin a Îrlandayê û li paytexta Wales Cardîffê civînên çapemeniyê hatin lidarxistin.
Bi heman armancê li Îngilistanê jî semînerek hate lidarxistin. Amadekara semînerê Roza Salih bû û endamê Unisaneyê Steven Smalley, parlementerê Partiya Neteweyî ya Îskoçyyaê Chris Steerfens, endama jineolojiyê Jany Krison wek axêver beşdarî semînerê bûn.
Li Glasgowê jî civîneke çapemeniyê hate lidarxistin û hate destnîşankirin ku aştî bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.
Li bajarê Sîdney ê Awûstralyayê, parlamenter û senator jî di nav de gelek kesan piştgirî dan pêngavê ku di asta navneteweyî de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd hate destpêkirin. Gelek parlamenter û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl tevlî civîna çapemeniyê bûn. Di civînê de metna kampanyayê hate xwendin ku tê de hate xwestin, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bibe û pirsgirêka Kurd bê çareserkirin, azadiya Abdullah Ocalan misoger bibe.
Herwiha li bajarê Selanîk ê Yewnanistanê akademîsyen û rêxistinên civakî yên sivîl daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ji Zanîngeha Arîstoteles û Makedonyayê Andreas Takis, ji Zanîngeha Arîstoteles a Selanîkê Zanyarê Siyasetê Dimitris Spyropoulos, endamê Înîsiyatîfa Parêzeran a Alternatîf parêzer Thodoris Papadopoulos, endamê Klînîka Piştevaniya Civakî ya Selanîkê Yannis Raptis, ji Doktorên Nexweşxaneya Selanîkê doktorê tipê Stathis Giannakopoulos, endamê SE VIOME Makis Anagnostou, Serokê Komeleya Muzîsyenan a Bakurê Yewnanistanê Dimitris Zervoudakis, ji Komeleya Xebatkarên Pirtûk Kaxizan û ji Zanîngeha Arîstoteles Panagiotis Xoplidis tevlî daxuyaniyê bûn.
Di heman çarçoveyê de Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) jî panelek lidar xist. Panel li Navenda Çanda Elewiyan a Strasbourgê pêk hat û qala paradîgmaya azadîparêziya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. KCDK-E û CDK-F ku rêxistinên sîwanî yên komeleyên Kurd ên li Ewropa û Fransayê ne, daxuyaniyên çapemeniyê yên dostên gelê Kurd silav kir û got, “Ev yek hîn destpêk e.”
Roj bi Roj pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ berfirehtir dibe. Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û akademîsyenên Ereb jî bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ya ji bo kampanyaya “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” bi daxuyaniyê diyar kir.
Başûrê Kurdistanê jî xwedî li Pêngava Azadiyê derket. Li Silêmaniyê siyasetmedar, akademisyen, rewşenbîr û çalakgerên civaka sivîl bi daxuyaniya çapemeniyê xwedî li Pêngava Ji Abdullah Ocalan re Azadî-Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî derketin.
Ji bo silavkirina pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka Kurd, li paytexta Awûstûrya Viyanayê meşek hate lidarxistin. Meşê ji Karlsplatzê destpê kir û heta Stephansplatzê dewam kir.
Li bajarê Chennaî yê hindistan jî, têkildarî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Civîna çapemeniyê li Channaî Press Clûb a li paytexta eyaleta Tamîl Nadû Chennaiyê hate lidarxistin û gelek rêxistinên Tamîlê piştgirî dan.
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) jî bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew beşdarî pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî, bûne
Înîsiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî tevlî pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ bû. Endamên Rêveberiya Xweser, rêveber û endamên rêxistinên sivîl-civakî, parsityên siyasî, rûsipiyên eşîretên Kurd û Ereb, rêxistinên jin û ciwanan, TEV-DEM û bi sedan kes tevlî daxuyaniyê bûn.
Derbarê heman mijarê, Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew tevlî pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ dibin. Bi dehan ji endamên tevger û rêxistinên jinan, Rêxistina Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rêya daxuyaniyeke çapemeniyê beşdarbûna xwe ji kampanyayê re ragihand.






