Bi dagirkirina Efrînê re pirsgirêkên jinê li Efrîn û Şehbayê kûrtir bûn. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û destekdayîna jinê, Mala Jin li Şehba û Şêrawa xwe ji nû ve birêxistin dike.
Rêvebera Mala Jin li navçeya Fafîn a girêdayî Şehba Hemîde Mihemed derarê zor û zehmetiyên ku jinê di encama dagirkeriyê de kişandiye de got: Her di şeran de jin û zarok mexdûrê rasterast in. Ji ber ku li Efrînê jinê di têkoşîna azadiya xwe de şoreşek li dar xistibû, di serî de ew hate hedefgirtin.
JIN PÊŞENGÊN BERXWEDANÊ NE
Di yekemîn qonaxa Berxwedana Serdemê de jina Efrînê li kêleka hevjîn, zarok û birayên xwe mil bi mil di eniyên berevaniyê de li ber xwe da. Jinê bi beşdarbûna aktîv nava berxwedanê de bersiveke tund da dagirkeran û isbat kir ku ew pêşenga vê berxwedanê ye. Mihemed tekez dike ku neyaran xwestiye fikra ku jinê azad dike têk bibin, lê têkoşîna dîrokî ya jinê ew hêviyên neyar û dijminan pûç kiriye.
JINÊ CIVAK JI HERIFÎNÊ PARAST
Mihemed derbarê karê Mala Jin de jî ev tişt anî ziman: Jinê bi koçberiya bi zorê re gelek zehmetiyên giran kişandin. Rastî zextên aborî, zihnî û şertên guherîna cih dihat. Lê ji ber ku jin xwedî vîna afrîneriyê ye, di demeke kurt de xwe komî ser hev kir û civak ji şihetînê parast. Yekser Mala Jin li Şehba û Şêrawa bi sazî û gewde kir. Mihemed dibêje: Endamên Mala Jin derbasî nava hemû malbatan dibin. Li jinan guhdar dikin û pirsgirêkên ku derketine û derdikevin bi wan re nîqaş dikin. Careke din wan birêxistin dikin. Rola pêşeng a jinê di duyemîn qonaxa Serdemê de gotûbêj dikin.
Mihemd destnîşan kir; ji bo ku Mala Jin li her derê nêzî jinê be û ji pirsgirêkên wan re bibe destek li Fafîn, Ehres, Kefernaye, Erfad û Şêrawa navendên xwe vekirine.
183 PIRSGIRÊK HATINE ÇARESERKIRIN
Mihemed nav got ku; herî zêde li van herêman jin rastî pirsgirêkên zewaca temen bi çûk û zewaca duyemîn tê. Ji bo çareserkirina wan jî nîqaş û perwerde pêşdikevin. Di encamê de heya niha bi qasî 183 pirsgirêk hatine çareserkirin.
Rêvebera Mala Jin li Fafînê Hemîde Mihemed dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku tevlî perwerdeyan bibin û got: Ji ber ku jin hêza çareseriyê û berxwedanê ye, pêwîste cihê xwe di nav hemû saziyan de bigirin. Erka li ser milê jinan ji her demê bêtir e…..
Şîlan XOCE






