Birûc Resûl/Qamişlo
Bi armnac piştgiriya pêngava ‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji bo pirsgirêka Kurd’, Înîsiyatîfa Gel li bajarê Qamişlo çalakiya konvedanê da destpêkirin û wê 7 rojan berdewam bike.
Bi pîşengiya Saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelên Kantona Qamişlo çalakiya konvedanê li bajarê Qamişlo hat destpêkirin û wê 7 rojan dewam bike.
Destpêka çalakiyê kesên beşdar deqeyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan rawestiyan.
Piştre li ser navê Înîsiyatîfa Gel daxuyaniyek ji aliyê Endamê Înîsiyatîfa Sûriyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan Silêman Îsa ve hate xwendin û wiha got: “Em weke Înîsiyatîfa Gel a li bajarê Qamişlo piştgiriya xwe ya bi pêngava ku di 10’ê vê mehê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ku li zêdetirî 74 bajaran hatiye destpêkirin, radigihînin. Her wiha em weke gelê bajarê Qamişlo û bakur û rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyan tevlî vê kampanyayê dibin, ji ber ku Rêber Abdullah Ocalan îradeya gelên herêmê û cîhanê temsîl dike, sembola azadiya di asta cîhanê de û avakerê felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Banga me li hemû gelên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin dikin, tevlî vê pêngava bibin û em ê li vir nesekinin, her wiha em ê çalakiyên xwe bidomînin û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan misoger bikin. Heta dewleta Tirk a dagirker rewşa tenduristiya Rêber Abdullah Ocalan eşkere bike. Ji ber ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan ji bo gelê me mijareke jiyanî ye.”
Silaêman Îsa wiha daxuyanî bi dawî kir: “Em spasiya hemû kesên ku îro tevlî çalakiya konvedanê ya jib o azadiya Rêber Abdullah Ocalan bûne ji hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê û di serî de rêheval û birayên xwe yên ku ji cihên dûr û bi taybet ji bajarê Terbespiyê hatine, spas dikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dengên cîhanê deng veda.”
Hat ragihandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan wê di rojên pêş de li gelek bajarên bakur û rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bi vî rengî werindayîn.






