Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Gelê Efrîn Û Şehbayê piştgirya xwe ji pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ’ ragehand.

17/10/2023
in NÛÇE
A A
Gelê Efrîn Û Şehbayê piştgirya xwe ji pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ’ ragehand.
Share on FacebookShare on Twitter

Li Şehbayê sazî, tevger, partî û rêveberiya herêmê bi daxuyaniyekê pişgriya xwe ji  pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’  ragehand.

Zana Roj/Şehba

Bi daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd di 10’ê Cotmehê de Pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ destpê kir. Ji çar aliyên cîhanê, akademîsyen, rojnamevan, rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî, parlamenter, aktîvîstên têkoşerên maf, fîlozof, kesên hêjayî xelata aştiyê ya nobelê hatine dîtin, nûnerên rêxistinên jinan û gelên xwecihî pêngava ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Çareseriya Siyasî ji Pirsgirêka Kurd re’ dan destpêkirin.

Bi armanca piştgiriya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ li herêma  Şehbayê bi tevlîbûna hemû rêxistin, partî, tevger û saziyên herêmê daxuyanî ji raya giştî re hat dayîn .

Daxwiyanî wiha bû: “Li hemberî Komploya Navnetewyî ya  li ser Rêber Edullah Ocalan, civaka demokratîk a mirovahiya azad di cîhanê de,bersiveke xwezayî û însanî da.

Sendîkayên karkeran,partiyên siyasî,rêxistinên civakî û kesayetên bi bandor ên cîhanî yên ku xelata Nobelê li cîhanê  di 74 bajrên hemû cihanê de wergirtiya, kampaniyeke  di bin navê (azadiya Ocalan, çareseriya siyasî ya doza kurda ne) li dar xist,ji bo tekezkirina ku cihanêbûna kampaniyayê nişane ku aloziya cîhanî û çareseriya cîhanî, pêwîstiya wê bi raman û pirojeyeke cihanî heye ,da ku civaka mirovî ji kirîza heyî rêzgar bike  ,yekbûna hemû stûnên çareseriyê di şexsê rêber û pirojeya wî ya ku nûnertiya modernîteya demokratîk da ye.

Înîsiyatîfa gelêrî li bakur û rojhilata Sûriyê tevlîbûna xwe ya vê kampanyayê ragihand.

Em weke sazî, partî, tevger, kesayet û koçberên Efrîn û Şehbayê, piştgiriya xwe ji bo pêngava gelêrî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku bi yekdengî  radigihînin, ku bi azadiya Rêber Ocalan mirovatiyê ji aloziya heyî rizgar bike,ku dabînkirina  çareseriya aştîya ya pirsgirêka Kurd û gelên Rojhilata Navîn e.

Berdewamkirina kirîza aboriya cîhanî û firehbûna sînorên şer û pevçûnan,  nişaneya imkansizbûna   sîstema cîhanî ya heyî bi dîtina çareseriyan de dide her wiha  bi rêya zêdekirina aloziyan li ser hesabê berjewendî û pêşeroja  gelan,hewildide temenê xwe dirêj bike.

Lewra ji hemû demên borî zêdetir,  pêwîstiya cîhanê bi çareseriyeke siyasî heye ê ku bi rizgarkirina Apo pêk tê ,ji ber vê yekê ev kampaniyeya cîhanî ji  mirovahî, ekolojî û jina xwedawend a ji bo jiyana bi rûmet re bû rizgarkirina wan  ji felaketên domdar..

Rizgarkirina mirovahiyê di rêya peradîgmeya rêber Ocelan a ku sînor derbas kiriye û êdî ji dengên ku bangewaziya aşîtî û demokrasiyê dike re bûye îlham, derbas dibe.

Divê tecrîda ferzkirî li ser rêbertî bi rêya vê kampanyayê  were şikandin û qirkirina kurdan û gelên rojhilata navîn destpêkê ji  qirkirina li Îmralî pêk tê  bê rawestandin.

Em weke koçberên Şehbayê û Efrîn, sazî, partî, tevger, rêxistinên civakî  dewleta tirk Hişyar dikin, ku dev ji siyaseta xwe yên  dijmantî û nîjadperest ên li hemberî rêbertî pêk tine berde.

Em banga gelê kurd û  gelên rojhilata navîn û bi taybet gelên ereb, Ewropa û tirk dikin, ji bo bi dawîkîrina tecrîdê li ser rêber Apo û misogerkirina azadîya fîzîkî ya Rêber APO bixebitin.

Azadîya fîzîkî ya Rêber Apo misogeriya rizgarkirina Efrîn, Bab, Amed, Serê Kanîyê, Mahabad û hemû herêmên dagirkirî ye. Careke din em bi dil û can  piştigiriya  vê însiyatîfê  radigihînin û soz didin ku em pêşengtiya wê bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.