Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji Kongira Star piştgirî ji bona Kampaniya azadiya fîzîkî ya  Rêber Apo

16/10/2023
in NÛÇE
A A
Ji Kongira Star piştgirî ji bona Kampaniya azadiya fîzîkî ya  Rêber Apo
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

 Kongira Star bi dirûşma `Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî ‘ Girêdayî pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Îro Kongira Star di demjimêr 11’an de li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi tevlîbûna hemû sazî û rêxistinên di bin sîwana Kongira Star de daxuyaniyek dan.

Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û tecrîda girankirî ya li ser wî û wiha hat gotin:”Kampaniyek  hatiye destpêkirin. Mirovên çep, sosyalîst, demokrat, azadîxwaz yên xwedî exlaq û wijdan û saziyên demokratîk kampaniyek destpêkirin. Vê kampaniyê di salvegera komploya 9’ê Cotmehê de destpê kir û ev yek jî xwedî wateyek giring e. Bersiva herî mezin û herî bi wate ku li hemberî komploya navneteweyî bê dayîn, teqez meşandina kar û helwesteke bi vî rengî ye. Kampaniyek bi vî rengî destpêkirin pir bi wate û hêja ye, em jî weke rêxistina kongra star tevlî vê kampaniyê dibin û dengê xwe ji qadên şoreşa jin bilind dikin. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û her wiha pêwîstiya çaresekirina siyasî ya doza kurdî di herêmê de. Ev 25 sal in ku li zindana Îmraliyê, kiryarên dij mirovahiyê yên di dîrokê de li ser ti girtiyekî nehatine meşandin, li dijî Rêberê Apo tên kirin . Em tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku desthilatên Tirkiyê ferz kiriye bi tundî şermezar dikin.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku  êrîşên dewleta Tirk li ser herêmê berdewamiya tecrîda li ser Rêber Apo ye û wiha hat destnîşan kirin: ” Tecrîd û êrîşên ku dewleta Tirk li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne, li dijî hemû Kurdan û gel û nasnameyên baweriya xwe bi peradîgma Netewa Demokratîk tînin veguheriye êrîşên qirkirinê. Li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Şengalê cihên sivîlan tên bombebarankirin.  Jin, zarok, kal û tevahî civak tê hedefgiritin. Li pey hev li tevahî cihên binesazî, dibistan, mizgeft Wargeha Mexmûrê ku di bin parastina NY’ê de ye, malên sivîlan hatin bombekirin û jin û zarok hatin qirkirin. Ev êrîşên qirkirinê wê nebe sedem ku Kurd paş ve gav bavêjin. Tirkiyê nahêle ku parêzerên Rêber Apo û malbata wî pêre hevdîtin bikin. Ev hemû binpêkirinên qanûnên mafên mirovan in.”

Herî dawî Kongira Star ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wiha bang kir: “Em weke rêxistina Kongira Star di dawiyê de bang li hemû jinên azadîxwaz Ji siyasetmedar, akademisyen, parlementer, nivîskar, hunermend û rewşenbîr, rêxistin û tevgerên jinan gelek kesên navdar cihê xwe di pêngavê de bigirin û dakevin qadên azadiyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tekoşîna zadiyê bilind bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.