Rojnameya Ronahî

Pirtûka “Çîrokên Jinên Wêjevan”

Pirtûka “Çîrokên Jinên Wêjekar” ji çîrokan pêk tê û ev çîrok bi hestên jinan hatiya hûnandin. Ji ber bandoreke çîrokê ya erênî hem li ser ziman û civakê hem jî li ser wêjeyê heye, nivîsandina çîrokan ji aliyê jinan ve gelek giring û taybet e. Bi saya çîrokan mirov ji dîrok, çand, huner û rastiya civaka xwe hayedar dibe û dibe xwediyê agahiyên girîng. Çîrok wekî kodeke bîra civakê ye. Li ser esasê vê giringiyê wekî jinên di rêveberiya Komeleya Wêjekarên Kurd de me biryara derxistina du pirtûkên ku ji çîrok û helbestên jinan pêk tên, da. Min amadekariya pirtûka “Çîrokên Jinên Wêjekar”kir, amadekariya “Helbestên Jinên Wêjekar” jî ji aliyê Zozan Gulan û Nurcan Delîl ve hat kirin. Ev helbest û çîrok bi Kurdî hatine nivîsandin. Ji bo xwedî derketina li zimanê zikmakî û wêjeya Kurdî, cihekî xwe yê taybet heye. Jinên ku bi salan bindest mane û li ber vê bindestiyê jî li ber xwe didin, divê binivîsin. Bi nivîsînê têbikoşin. Jinên ku çîrokên wan di pirtûka “Çîrokên Jinên Wêjekar” de hene, bi pênûsa xwe têkoşiyane. Ji ber vê yekê xwedîderketina li berhemên wiha û keda jinên wêjekar, gelek giring e.

Çend çîrok di pirtûkê de hene, rûpelên wê çend in?

Di berhema “Çîrokên Jinên Wêjekar” de ku jinan bi hevparî û kedeke mezin hûnandiye. Pirtûkê ji 35 çîrok û 192 rûpelî pêk tê. Dema ku pirtûk derket,  jinan bi kêfxweşî û awayekî berfireh ev pirtûk li ser medyaya dîjîtal parve kirin. Hinek jin bi şandina çîrokên xwe bi projeyê re bûn piştgir, hinekan edîtorî kir, hinek di warê aboriyê de, hinekan jî di nivîsandina gotina pêşîn a pirtûkê û çapkirina berhemê de bûn alîkar. Lewre ye ku mirov dikare bibêje ku rihê yekîtiya jinên Kurd di vê berhemê de derket pêş. Ev berhem wê di arşîvên dîrokê de jî cihê xwe bigire û ji bo nifşên piştî me re wê bibe çavkanî. Hinek jinan jî bi saya vê berhemê ew derfet dît ku çîrokên nivîsandine, çap bibin.

Biryara nivîsîna çîrokan çawa hate dayîn?

Kar û xebatên jinan ên di warê ziman û wêjeyê de, hêjayî pesindanê ne. Wekî her qadê dema di qada ziman û wêjeyê de jî rengê jinan derdikeve pêş ew dibe sedema pêşketinê û hişyarkirina civakê. Ji bo xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî bi xebateke hevpar a jinan li ser navê Komeleya Wêjekarên Kurd gelek xebat hatin kirin. Ev proje jî yek ji van xebata ne. Ji bo xizmet û bipêşketina ziman û wêjeya Kurdî me biryara çapkirina vê pirtûkê da. Di pirtûka “Çîrokên Jinên Wêjekar” de têkoşîneke jinan a li dijî qalibên zayendperest jî heye. Armancek ji ermancên çapkirina vê pirtûkê jî têkoşîna li dijî ziman û helwesta zayendperest e.

Sedema nivîsîna we ji vê pirtûkê re çi bû?

Bi saya nivîsandinê mirov gelek armancên xwe pêk tînin. Nivîsandin wateyeke giranbuha li jiyana mirovan bar dike û hişmendiya civakê pê bi pêş ve diçe. lewma Ji bo min nivîsandin giring e. Bi taybetî nivîsandina bi zimanê dayikê hêvî û mexsedeke gelek mezin e. Nivîsandin jî Rêbazek ji rêbazê parastina bîr, çand, huner û dîroka gelan ne, Xwedîderketina li nasnameyê ye. Ji ber bi salan e ziman, çand, huner û wêjeya gelê Kurd tê qedexekirin û astengkirin, têkoşîna nivîsandina bi zimanê xwe divê xaleke jêneger be. Lewma bi giştî berhemên min bi zimanê Kurdî ne. Di sala 2023’yan de 3’ê berhemên min bi zimanê Kurdî hatin derxistin. Antolojiya Çîrok û Helbestên di Zindanan de (Rabûna Berî li Gulberojan), Guliyên Ji Bêhna Şimamokan û Çîrokên Jinên Wêjekar di sala 2023’yan de derketin û li wêjeya Kurdî zêde bûn. Tu bi kîjan zimanî binivîsî tu xizmetê ji wî zimanî re dike. Lewma nivîsandina bi Kurdî jî xizmeta ji bo ziman, çand, huner, dîrok û wêjeya Kurdan e.

Bandora kîjan çîrokên berhema ‘Çîrokên jinên wêjekar’” li ser te çêbû?

Dema min berhevkarî û edîtortiya berhema “Çîrokên Jinên Wêjekar” dikir, kelecaneke mezin bi dilê min digirt. Ev kelecaneke cuda bû. Çimkî kelecana her xebatê cuda ye. Di vê berhemê de kelecana derketina pêş a keda jinan hebû. Lewma jî dikarim bêjim ku bi gelek kêf û coş min ev xebat bi rê ve bir. Enîse Şîrin jî edîtortiya vê berhemê kir. Li vir em wê jî ji bîr nekin û em dibêjin keda wê jî sax be. Ez dikarim bibêjim ku ez di bin bandora her çîrokekê de mam. Çimkî di her çîrokekê de evînek, têkoşînek û êşeke ku rastiya civakî ya bibandor li mirov dikir hebû. Di van çîrokan de hêza pênûsa jinan derket holê û vê yekê jî hêz û wêrektiyeke xurttir da min.

Çima we ev berhem bi navê ‘Çîrokên jinên wêjekar’ çap kir? Tu taybetiya vî navî heye gelo?

Wateya “wêjekar” bingeheke xurt a çand, huner û civakê ava dike. Ev nav li têkoşîn û berxwedana jinên kurd a bi salan tê. Di heman demê de jî me bi vî navî xwest ku giringiya rol û mîsyona jinan ya di qada wêjeyê de jî hîn bêhtir bidin xuyanîkirin. Dema ku em li dîroka wêjeya jinên Kurd binêrin em ê bibînin ku ew wêje xwediyê dewlemendiyek mezin e. Jinên kurd di qada wêjeyê de pêşengiyeke mezin kirine. Daya Tewrêza Hewramî, Rihan Xanima Loristanî, Mestûre Kurdistanî û gelek jinên din ên Kurd mînakên vê yekê ne. Yek ji mînaka herî giring jî jinên dengbêj in. Wan bi saya wêje û çanda devkî ya dengbêjiyê çîrokên bi sed hezarên salan gihandine nifşên nû. Wan parêzkariya dîroka kevin a Kurdan kiriye. Lewma gotina wêjekar û keda jinên Kurd a di dîrokê de hev dû temam dikin.

Pênaseya têkiliya jinan û wêjeya Kurdî ya bi hevdû re dikarî çawa bike?

Girêdaneke pir mezin di navbera  jinan û wêjeya Kurdî de heye. Dema em li folklora Kurdî dinêrin em dibînin ku xwediyê dewlemendiyeke mezin e, û pêşengiya vê dewlemendiyê jî jinên Kurd kirine. Kesên ku ev yek jî ji nifşên nû re ragihandine jinên Kurd bi xwe ne. Em rola Cemîla Celîl û gelek jinên Kurd yên diqada folklora kurdî de ji bîr nekin. Jinên kurd yên ku li cemxaneyan hem li sazê dixin hem jî helbestan dixwînin , ew jin eynika wêjeya Kurdî û têkoşîna di vê qadê de ne. Lewma jin û wêje hevdû temam dikin, û ked û hêza pênûsa jinên Kurd a di qada wêjeyê de gelek giring e.

xwedîderketina li wêjeya Kurdî heye vê astê bes e gelo?

Ziman û wêjeya Kurdî li cîhanê xwediyê kokeke asas û gelek kevnar û dewlemend e. û bandora xwe li ser gelek welat û gelên li cîhanê jî kiriye. Rêyeke berfireh jî ji şaristaniya Rojhilata Navîn û cîhanê re vekirine. Gelek berhemên baş di qada wêjeya Kurdî de tên weşandin. Lê belê dema em li milê xwedîderketina li ziman û wêjeya Kurdî binêrin, em ê bibînin ku ew xwedîderkrtin têra berhemên Kurdî û wêjeya Kurdî nake. Çanda xwendinê têra xwe di nava civakê de bi pêş neketiye. Xwedîderketina li ziman û wêjeya kurdî xwedîderketina li rûmet, siberoj û nasnameya xwe ye. Lewma jî banga min li Kurdan ew e ku li ziman û wêjeya xwe bibin xwedî.

Hejmara jinên kedkar ên wêjeya Kurdî çendin?

Belkî wekî daneyeke zelal mirov nekare bide lê belê bi sedan jinên Kurd îro pênûs rakir ne û di beşên cuda de nivîsandine. Ji dîroka berê heya dema me ya niha rihê têkoşîna bi rûmet hîn  berdewam e. Jinên kurd bi nivîsandin û hilgirtina pênûsê wekî rêbazekî têkoşînê li dijî zihniyeta yekperest û baviksalarî jî bi kar aniye. Niha di girtîgehan de jî jin li dijî zihniyeta nasnameya Kurdan înkar dikin û bi pênûsa xwe dinivîsin. Tevî şert û mercên dijwar jî diafirînin, xizmetê ji ziman û wêjeya Kurdî re dikin. Em jî heta ji destên me tê em hewil didin ku li vê kedê bibin xwedî. Li ser navê gelek saziyan ez amadekariya berhemeke çîrokên jinên di zindanan de dikim. Di vir de armanca sereke ew e ku keda jinan bi avê de neçe û bigihîje ber destên gelek kesan. Bi hêviya ev berhem jî di demeke kurt de bigihîje ber destên hemû xwîneran.

Bi kurtasî behsa çîrokên di berhema “Çîrokên jinên wêjekar” de bike?

35 çîrok di vê berhemê de hene. Di her çîrokekê de jî mijareke ku dilê mirov dixwaze heye. Hin jinan di çîrokên xwe de zilm û zordestiya li jinan hatiye kirin û têkoşîna wan li dijî vê zilmê gotiye.  Hinekan jî rastiya ku di nava Kurdan de gelek caran derketiye pêş aniye ziman. Eşq, zilm, rastiya civakî, têkoşîna li dijî qalibên zayendperest, têkoşîna jinan, hêviya ku divê her tim di dil de zindî bê hiştin di van çîrokan de derdikeve pêşberê mirov. Di her çîrokekê de jiyanek heye. Ev jiyan jî bi rastiya xwe derketiye holê. Ev çîrok bandoreke mezin li ser derûnî û binhişê mirov dike.” keda hemû jinan a ji bo vê berhemê hatiye dayîn sax be.’’

Pirtûka Nû ya Rojnamevan û Nivîskar Roza Metîna ya bi navê “Çîrokên Jinên Wêjekar” derket. Rojnamevan û Nivîskar Roza Metîna, got ku ji ber bandora erêniya çîrokan li ser ziman, civak û wêjeyê pir girîng û taybet e min ev çîrok nivîsand. ANF