Rojnameya Ronahî

Parastina jîngehê parastina mirovahiyê ye

Ayşa Silêman/Qamişlo

Desteya jîngehê di 7`ê Tîrmeha sala 2023`an de li bajarê Qamişlo hat avakirin, armanca wê ya sereke xemilandin û duristkirina avhewaya herêmê ye.

Desteya qanûnsaz û cîbicîkar di 7`ê Tîrmeha sala 2023`an de biryara vekirina desteyê li bajarê qamişlo dan,  ji ber ku netewa demokratîk û rêveberiya xweser bingehê wê jîngehe, pêwîstî hebû bi desteyeke taybet ji bo jîngehê.

Di derbarê kar û xebatên jîngehê de Hevserokê desteya jîngehê li Herêma Cizîrê Mihemed Ehmê ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên jîngehê

Hevserokê desteya jîngehê li Herêma Cizîrê Mihemed Ehmê diyarkir ku ji beriya neha desteya jîngehê girêdayê desteya şûnwaran bû bi demê re girêdayî desteya tendûristiyê bû û di dema dawiyê de jî girêdayî desteya şaredariyê bû. Lê piştî ku kar û xebatê desteya jîngehê ji milê rêveberiya xweser ve li ber çavan hate girtin, pêwîstî hate dîtin ku ger desteya jîngehê mîna desteyekî bi serê xwe were bi rêxistin kirin wê hîn baştirbe. Ji beriya neha karê jîngehê şopandina milê qanûnî bû, di heman demê de rêziknameyên saziya jîngehê  hebû û li gorî wan kar û xebat dihate meşandin û girêdayî şaredariyan kar û xebatên xwe didine meşandin. Me wê demê hemû kar û xebatên çandina daran û şitilgihan dişopand, lê kar ne zêde berfireh bû û tu giraniya wê nebû. Lê mîna gava destpêkê karekî baş û serkeftî bû. Lê di dema dawiyê de û piştî ku karê jîngehê ji karê şaredariyan cuda bû, zagonên taybet girêdayî karê jîngehê hatin danîn û rêziknameya taybet a girêdayî jîngehî jî hate danîn. Desteya jîngehê jî li ser asta  Bakur û Rojhilatê sûriyê hate avakirin û li herêman jî weke desteyên cuda jî hatin avakirin”.

Armanca me ew e ku em hemû bajarên xwe bi keskayî yê bixemilînin’

Mihemed Ehmê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got:”Em her sal zêdebûna deverên kesk, daran, parastina parastgihan wek piroje digrin dest û armanca me ya sereke xemlandina bajêr bi keskahiyê ye. Di sala 2023`an de li hin bajaran  me şitilgihên nû avakirin, ji ber ku her tim bajar hewcedarî şitilgihane, tqîgehên me yên jîngehî jî hene li bajarê Heseke  me nû avakirin ew jî yek ji pirojeyên me yên 2023`an  bû herwiha li Qamişlo jî me teqîgehên heyî pêşxistin lê em rastî hin pirsgirêka tên di milê kêmbûna amûrên teqîgehê yên ku ji me re pêwîstin, qutkirina avê jî li bajarê Hesekê bû pirisgirêk ji me re ji ber ku av peyda nabe heya ku em daran li bajarê Hesekê û şaredariyên girêdayî wê jî biçînin û her wiha  guhertina rewşa avhewayê ya ku di vê dawiyê de derketî ew jî bandora wê li herderî hebû.”

Ji bona siberoja xwe pêwîste em jîngehê biparêzin’

Hevserokê desteya jîngehê li Herêma Cizîrê Mihemed Ehmê dawî li axaftina xwe anî û wiha got: “Pirojeyên me yên dema pêş girêdayî parastgehên me  yên ku bi hezarê salan hene, lê sedema şer ew hatine xirab kirin, lê em ê hewil bidin wan ji nûve ava bikin û biparêzin û daran têde biçînin. Ji milekî din ve jî em dixwazin hişmendiya civakê jî di vî warî de were guhetin û em destekê didin her kesê ku bixwaze karê jîngehê bike. Tişta ku tê xuyakirin ku  her kes bi kar û xebatê jîngehê ve mijûl nabe û li cem her kesî feraseta parastin û pêşxistina karê jîngehê nîne. Ji ber vê yekê em hewil didin her kes tevlî vî karî bibe.  Ji ber ku jîngeh siberoja me ye, hêviya min ew e ku em rolekî  baş bilîzin di xemilan din û paqijiya bajarên xwe de. Çawe ku bav û kalên me beriya sedê salan li vir jiyan dikirin û di nava şînkahiyê de bûn. Pêwîste ku em jî xwedî li ked û xwîdana wan derkevin û jîngeha xwe biparêzin û welatê xwe bi xemilînin.”