Rojnameya Ronahî

Kampaniya Şemal

Ronaz silêman/ Qamişlo

Kmpaniya Şemal di navbera salên 2018 û 2019’an de hat avakirin û gelek kar û xebatan dide meşandin. Rêvebera Kampaniya Şemal Rewşen Îbrahîm diyar kir ku armanc ji avabûna kampaniya Şemal belavkirina rêkalam rastiyê ye.

Bi şoreşa 19`ê Tîrmehê û bi avabûna Rêveberiya Xweser re gelek deskeftî hatin bidestxistin, herwiha gelek sazî, destgeh, kargeh ji bo xizmeta civakê hat vekirin. Ji bo ku ev destkeftiyên li bakur û rojhilatê Sûriyê hatine bidesxistin ji cîhanê re bi awayekî rast bên eşkrekirin, Kampaniya Şemal di navber sala 2018 û 2019`an de hat avakirin, armanca wê ya sereke ew ku bibe dengê rekilama rastiyê. Kampaniya Şemal çar beşê wê yên bingehînin hene; rêxistinkirina konfirans û komcivînan, beşa bazirganî yan diplomasî, beşa pêkanîna hemû cûreyên rekilaman û beşa belavkirina rekilamên çapkirî. Herwiha di nava beşên bingehîn de rekilamên cûr bi cûr jî hene.

Derbarê kar û xebatê Kampaniya Şemal Rêvebera wê Rewşen Îbrahîm ji rojnama me re axivî.

Awayê kar û xebatê kampaniya Şemal

Rewşen Îbrahîm diyar kir ku di destpêka avakirina her cihekî de divê armancek wê hebe û wiha got: “Kampaniya Şemal di navbera sala 2018 û 2019`an de li bajarê Qamişlo hat avakirin. Armanca wê ku bibe rêklama rastiyê. Kampanya Şemal ji beşên dîzayin, çapkirin, rêklam, belavkirina rojname, rêxistinkirina kongre û konferansan pêk tê. Wekî mînak dema ku ji me dixwazin em konferansekê birêxistin bikin, destpêkê beşa dîzaynê  û wêneyan hazir dike û çap dike, herwiha cihê wê bi van pankart û wêneyan dixemilîn e. Di heman demê de beşa me ya çapkirinê, lênûs, cil û kovaran amade dikin. Beşa reklamê jî reklamên kampanya, firoşgeh û projeyan amade dike. Beşa taybet a belavkirina pirtûk, kovar û rêkilaman belav dike.

Rewşen wiha axaftina xwe domand û got: “Beşa dizayîn jî broşûran amade dikin û li gorî kar belavî kesan dikin. Her wiha reklamên ku em amade dikin û didin televîzyonên ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê da ku weşan bikin. Di heman demê de radyoya me ya bi navê Şemal jî heye û li ser 92.5 weşanê dike. Ji xwe têkiliyên me bi hemû Radiyoyên bakur û rojhilatê Sûriyê re jî  heye. Di heman demê de beşa bazirganiyê an diplomasî çi cihekî ku nih vebe, Kargeh, Dikan, Xwaringeh be û gelek tiştên cûda ev giropa hanê serdana wê dike, kampaniyê bi wan dide naskirin û li gorî pêwîstiya wan rekilama amade dike. Ji bo ku kar û xebatên me bêtir bên naskirin em serdana sazî û dezgehan jî dikin.”

 Kampaniya Şemal rekilama rastiyê ye

Rewşen Îbrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Me dît ku pîwistî heye em kargeh, firoşgeh û navendên cûda yên ku li bakur û rojhilatê Sûriyê tên vekirin bi gel pênase bikin û li gorî wê me kar û xebat meşandin. Herwiha ji bona rêkilamên riya, em li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê amade dikin. Ji xwe ji bo rêxistinkirina beşan, her roj hemû beşa komî hev dibin û diyar dikin ku her beşek wê here ku derê û çi karî bikin. Tiştê herî xweş di nava kar û xebatê kampaniya şemal de, beşa taybet bi karekî ne tenê wî karî dike, heger pêwîstî hebe di nava beşên din jî kar dike. Hemû beşên di nava kampamiyê de hevdû temam dikin. Ji xwe Armanca me ya sereke em bibin dengê rekilam rastiyê.”