Fener..
Idrîs Henan
Bi ragihandina Rêveberiya Xweser re, rêbazên derbkirina şêweyên geşedanên aborî, siyasî, leşkerî û rêxistinî jî hatina nûjenkirin û li gorî hişmendiya tuneker ji nû ve hatin birêxistinkirin. Ango; ji bona ku vê ezmûna jidayîkbûyî, hedar û ewlehiya bi xwe re afirandiye têk bibin ku ji bo çareserkirineke muhtemel ji aloziya Sûriyê re nebe hêmanek sereke, domdar nebe û veneguhere mînakek, hemû aliyên şerê hev û din dikirin li mekanîzmeyên hevbeşbûna dijatiyê geriyan û bi hev re êrişa li dijî sîstema çareserker a Rêveberiya Xweser ku pala xwe daye felsefeya Netewa Demokratîk, kordîne kirin. Ew tablo jî bi êrişa li ser Dêrazorê re, biçimê xwe yê dawî girt û rola lîstikvanan, yek bi yek, eşkere û zelal dibû.
Li rex hewldanên bi êrişa li ser îradeya xwerêvebirinê li Dêrazorê derketiye pêş, hewldanên tekane yên hemû aliyan ranewestiyan, lê; eger bi Dêrazorê re gihabin radeya komployê ya xwebirêxistinkirina dijatiyê û kordîneya wê, bi êrişa 4’ê Cotmehê re jî rûyê têkçûyî yê komployê di asta zîreweyê de deşîfre bû. Armancên hovane yên êrişa 4 Cotmehê ku li ser zarê Wezîrê Karê Derve, ango; şefê istixbaratê yê berê; Hekan Fîdan, bi eşkere hatin gotin û rêzkirin. Ew zindiyê çelûxwar ku celadê cinsê xwe ye, xwedî plana bingehîn a jinavbirina projeya Rêveberiya Xweser û destkeftiyên wê ye. Lew re jî; ne Erdogan, Fîdan derket û gefa tunekirin û bombekirina binesaziya Rêveberiya Xweser li ber rûyê dunyayê xwar.
Dewleta dagirker bi têkçûna plana Dêrazorê re, derbeya herî mezin xwar, yanê para wê ya têkçûnê, fena para wê ya têkçûna hewldana isyana DAIŞ’ê ya li girtîgeha Hesekê bû. Ji ber vê jî planên wê deşifre bûn û kartên lîstikê di destê wê de qediyan. Bi gotinek din; planên paralel ên li ser Minbic, Eyn Îsa, Til Temir û Kobanê jî badilhewa çûn û hikûmeta saloxger a Tirkiyê gêj û har bû. Ji ber vê jî bi hovane li ser hev êrîşên dijwar ajotin ser binesazî û hêmanên xizmeguzarî û birêxistinbûyîna li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê.
Em dikarin bibêjin; piştî ku hemû rêbaz û teknîka faşîzma Tirk li ber îradeya hebûnê ya gelan û berxwedana serê çiyayan bi bin ketin, berê xwe da vê rêbaza qirêj a têkbirina hedan û hedara li Rojavayê Kurdistanê. Mirov dikare texmîn bike ku ev kiryara faşîzma Tirk weke dawîtirîn plana di çiqinê wê de maye. Lew re jî; hemû kaxezên xwe yên xuliqandina bêhedarbûnê, bi hemû hêza xwe, li dijî vîna gelan kire meriyetê û xwest ku civakê li ser bingehên etnîkî û nijadî parçe bike û projeya pala xwe daye biratiya gelan têk bibe û bedena rêveberiya heyî xesib bike!
Bê guman, faşîzm di vê plana xwe ya îflaskirî de jî ne bi tenê bû, hemû hêzên komployê pê re di yek sengerê de bûn. Lê dîsa jî tişta li bendê bûn çênebû û mecbûr man ku careke din di bin navê “metirsiyan” de helwestên xwe li dijî Tirkiyê raber bikin.
Mesele ne binketina Tirkiyê ye, mesele serketina berxwedana projeya gelan a Rêveberiya Xweser e. Lew re jî; eger hesabê serkeftin û binketinê asta rûxandina avahî û jimara wendayiyan be, wê çaxê kevirê pê avahî bên avakirin û malzarokên qehremanan tîmar bikin û biwelidînin jî, pir in û naqedin. Agno; serketina berxwedana Rêveberiya Xweser, dendika binketina komploya navnteweyî bi xwe ye.