Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, çareserîya sîyasî Ji pirsgirêka kurd re’

14/10/2023
in NÛÇE
A A
‘Azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re, çareserîya sîyasî Ji pirsgirêka kurd re’
Share on FacebookShare on Twitter

Bi dirûşmeya ‘Azadî Ji Rêber Abdullah Ocalan re, çareserîya sîyasî Ji pirsgirêka kurd re‘ Înîsiyatîfa Gel a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, tevlî pêngava Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan bû.

Ronaz Silêman/Qamişlo

Di 10’ê Cotmeha 2023’yan de, bi pêşengtîya nunerên sendîka, partiyên sîyasî, rêxistinên civakî û kesayetên wekê fîlozof û kesayetên xwedî xelatê Nobelê ne jî di navê de, li seranserê cîhanê di hemû parzemîn û 74 bajarên cuda yên welatan de, hemleya bi navê “Azadî Ji Rêber Abdullah Ocalan re, Çareserîya Sîyasî Ji Pirsgirêka Kurd Re” hate destpêkirin.

Di heman çarçoveyê de, Insiyatîfa Gel a Bakur Û Rojhilatê Sûriyê, bi daxuyaniyekê tevlîbûna xwe ji bo pêngava Azadî ji bo Rêber Abdullah Ocalan , Çareseriya siyasî ji pirsgirêka kurd re’ ragehand.

Daxuyanî li stadyoma Şehîdên 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo û bi amadebûna tevahiya partiyên siyasî, rêxistinên jinan, rêxistinên civakî, rêxistinên ciwanan û nûnerên tevahiya pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê, hat xwendin.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Parêzeran Enwer El Esir û Hevseroka Insiyatîfa Gel ya bakur û rojhilatê Sûriyê  Hena Xelîl ve hat xwendin.

‘Azadî Ji Bo Reber Abdullah Ocalan re’

 Daxuyanî wiha hat destpêkirin: “Rêber Abdullah Ocalan, Rêberê sîyasî yê gelê Kurd e. Bi milyonan Kurd wî wekê vîna xwe ya sîyasî dibînin. Li kelêka vê, ji pêkhateyên Ereb, Sûryan û hemû deverên cihanê gelek mirov jî Rêberê Abdullah Ocalan wekê Rêberê xwe bi nav dikin. Ji bo pirsgirêkên gelên bindest, komên etnîkî, olî, mezhebî, zayendî, ekolojîk û dijberê newekhevîyê wekê vîna çareserîyê û aşitîyê tê dîtin. Li ser van rastîyan, Rêber Apo wekê “Rêberê Gelan” tê qebûl kirin. Reber Ocalan, di 15ê Sibata 1999’an de bi operasyoneke istixbaratî ya navdewletî de hate revandin û radestî Tirkiyê hat kirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku têkoşîna azadiyê dewam dike û wiha hat domand: “Ruxmê Rêber Apo di bin tecrîdekî girankirî de ye jî, partî, rêxistin, sazî û kesên ku ji fikrên Rêber Ocalan ilham girtine bi berxwedana kurdî û tevgerên curbicur ên etnikî, olî û hwd têkoşîna demokratîk a rojhilatanavîn dimeşînin. Gelek rêxistin û hêzên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê jî ji fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan ilham girtine û hewldidin pêşbixînin. Teorîyên wî ilhamê dide her kesên ji bo dîyarkirina çarenûsê xwe, rizgarîxwaziya jinê û sînorkirina hemû şêweyên newekhevî û kedxwarîya seranserê cîhanê li ber xwe didin.”

‘Pirsgirêka Kurd bi sedê salan tê jiyankirin’

Daxuyanî wiha hat berdewam kirin: “Pirsgirêka Kurd bi sedê salan tê jiyankirin. Di serî de li Tirkiyê û dewletên Rojhilata navîn de nehatiye çareserkirin. Pêşengtîya vê sîyasetê dewleta Tirkiyê dike. Sîyaseta Komara Tirkiyê ya dagirker, bi milyonan Kurd ji mafên sereke yên sivîl û siyasî bê par hiştiye.

Ev yek bû sedema gorîkirina bi deh hezaran ji giyana mirovan, bê cih û war mane bi milyonan, xurtbûna hêza nijadperest, oldarên tundraw û otokrasî. Ev jî girêdayî pirsgirêkên herêmî û cîhanî yên xeternak ku bandorê li jiyan û ewlehiya bi milyonan dike ye.”

‘Kampanya navnetewî ji bo azadiya Rêber Apo’

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Ji ber ku pirsgirêka Kurd bi xwe pirsgirêkeke navnetewî ye. Kurdistan li ser çar dewletan: Turkiye, Îran, Iraq û Sûrîyê hatiye parçekirin. Lewma ger çareser bibe wê bandora xwe li hemû cîhanê bike. Ev kampanya navnetewî ye, ji ber ku doza Rêber Ocalan jî navnetewî ye û pergala êşkenceyê ya li hembere wî pêk tê jî bi destê hêzên hegomonîk ên cîhanê hatiye avakirin.”

‘Doza Rêber Abdullah Ocalan ne doza kesekî ye, doza gelekî’

Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandin ser doza Rêber Abdullah Ocalan û wiha gotin: “Doza Rêber Abdullah Ocalan ne doza kesekî ye, doza gelekî ye ku bi qirkirinê re rûbirû ye û doza hemû herêmê ye. Rêber Abdullah Ocalan, her weha weke zanyarekî ji bo hemû pirsgirêkên heyî çareseriyê pêşkêş dike ye, bi teza Modernîteya Demokratîk, manîfestoya sedsala 21’emîn afirandiye. Lewma ger Rêber Abdullah  Ocalan azad bibe, dê tevlî pêvajoya sîyasî ya çareseriya pirsgirêka kurd bibe û berdewamiya pêşveçûna ramanên xwe bike, wê azadî û aştî ji me hemûyan re bêhtir pêk bê. Mixabin rêveberiya diktator a li Tirkiye vê rastiyê dizane û ji vê yekê ditirse. Em jî niha û ji her demê bêhtir li ser ewlehî û tendûristiya Rêber Abdullah Ocalan ne rihetin. Ji ber ku ev nêzî 3 sal in jê çi agahî nayê girtin. Ev jî rewşekî metirsîdare. ”

Daxuyanî wiha bi dawî bû:”Bi salane cur bi cur rebazan hatiye xuyakirin û isbatkirin ku vîna siyasî ya gelê Kurd Rêber Ocalan e. Ew, mifta çareseriyê ye. Lewma divê her kes vê rastîyê bibîne û li gorî vê tevbigere. Îro di kesayeta Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd politikayên qirkirin, înkarkirin, teslim wergirtin tê ferzkirin. Lê li hember vê yekê, ew di nava berxwedaneke dîrokî de ye. Ji bo mafê gelê Kurd, ji bo aramî û aşîtiya bi rûmet di herêmê de û ji bo biratiya gelan xwe kiriye mertal û li dijî hemû rengê êşkencê li ber xwe dide. Divê destûr were dayîn ku Rêber Abdullah Ocalan bikaribe parêzer û malbata xwe bibîne, lê ev jî têre nake, divê ji girtîgehê were berdan, bibe xwedî şert û mercên ku bikaribe rola xwe ya siyasî bikarbine, navkokiyen navbeyna Kurdan u dewleta Tirkî û dewletên Rojhilatanavin de çareseriye peşbixine. Li ser van sedem û esasan, em wekê inisiyatifa gel a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, bilindkirina hemleya ‘Reber Ocalan re Azadî, Pirsgirêka Kurd re Çareserî’ didin destpêkirin. Em ê bê dem û bê navber, bi rêya sîyasî, hukukî, dîplomasî û çalakiyên gel, tekoşinê pêşbixînin. Ji bo fikir û ramanên rêber Ocalan di nava Sûrîyê, Rojhilatanavîn û cîhanê de pêşbikeve hemû rê û rêbazan pêk binîn û armancên hemleyê serbixînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.