Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi Hezaran Şêniyên bajarê Qamişlo Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin

11/10/2023
in NÛÇE
A A
Bi Hezaran Şêniyên bajarê Qamişlo Şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn oxir kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Bi hezaran şeneyên kantona Qamişlo şehîdên Hêza Ewlekariya Hundirîn ku di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Goristanan Şehîd Delîl Saroxan oxir kirin. Herwiha li Dêrik, Heskê û Kobanê jî mersîmên oxirkirina şehîdan hatin li dar xistin.

Ronaz Silêman/Qamişlo

9’ê Cotmehê, di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker li ser Akademeya perwerdeyê, 29 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

Îro li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dêrik û kobanê ji bo oxirkirina şehîdên Hêza Ewlekariya Hundirîn merasîmên bi heybet hatin li darxistin û bi hezaran Şêneyên bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlî merasîma bûn.

Şêniyên bajarê Qamişlo bi tevlîbûna hemû pêkhate, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, tevgerên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, bi merasîmeke girseyî 7 şehîdên Hêza Ewlekariya Hundirîn ku di encama êrîşeke dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

Merasîmê şehîdan bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan dest pê kir, piştre li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hêvî Seyid, hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asiya Abdullah û li ser navê Rêveberiya Hêza Ewlekariya Hundirîn a bakur û rojhilatê Sûriyê Mihemed Omer, axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbatên şehîdan re hat xwestin û soza şopandina riya şehîdan hat dayîn. Herwiha bal hat kişandin ser armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên ser herêmê. Di dewamiya axaftinan de hat tekezkirin ku wê tevahiya gelên herêmê li ser fikrê Rêber Apo berxwedanê bidomînin.

Piştî axaftinan wesîqeya şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin, herî dawî cenazeyên şehîdan li ser milan hat kirin û li goristana şehîd Delîl Saroxan spartin axê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.