Rojnameya Ronahî

‘Navenda Ehlen Simsim cihê pêşxistina zarokan e ’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Berpirsa Navenda Ehlen Simsim Nisrîn Hisên diyar kir bi armanca fêrkirin û pêşxistinan zarokan, herwiha başkirina pîskolojiyê wan, di sala 2022`an de navendên Ehlen Simsim hatin vekirin.

Di 22`ê Îlona 2022`an de 7 navendên Ehlen Simsim yên zarokan ku girêdayî Desteya Jinê a Rêveberiya Xweser e hatin vekirin; Li Qamişlo 2 navend, li Tirbespiyê 2 navend, li Çilaxa navendek, li Amûdê  navendek û li Dirbêsiyê jî navendek. Armanca sereke ji vekirina van navendan fêrkirina zarokan  û başbûna piskolojiya wan.

Derbarê kar û xebatên Navenda Ehlen Simsim a bajarê Qamişlo, berpirsa wê Nisrîn Hisên û zaroka bi navê Welaa Faûr ji rojnama me re axivîn.

‘Em zarokên ji temenê 3’ê heta 8 salî pêşwazî dikin’

Nisrîn Hisên diyar kir ku Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya di navbera salên 2022` û 2023`yan de 7 navend bi navê Ehlen Simsim vekirin û wiha got: “Di 22`ê Îlona 2022`an de navendên Ehlen Simsim ya girêdayî Desteya jinê hatin vekirin. Navendên Ehlen Simsim zarokên ji temenê 3`ê heta 8 salî pêşwazî û perwerde dike. Her wiha zarokên astengdar jî pêşwaz dike, perwerdeya ji bo zarokên astengdar li gorî du beşan têne dayîn, beşa yekem taybet bi korsên navendê ye, ku tê de çalakiyên cûrbecûr tên dayin, ya din jî da ku zarok karibin tiştên di mejiyê xwe de bînin ziman û têkiliyên wan bi derdorê re pêş bikeve. Ji xwe di demsala havînî de zarok zêde tên û navend vekiriye. Di distpêka dibistana de em zarokan nû pêşwaz dikin, her du mehan beşek ji zarokên nû pêşwaz dikin, em dixwazin hijmareke baş ji zaroka werin, ji ber ku ev navend derfetek ji zarokên koçber ku malbatên wan koçber bûne ye, ji bû wê em zarokên ku koçber bûne pêşwaz dikin û ji hemû pêkhateyan qebûl dikin.”

‘Em zarokan fêrî çalakiyên cûrbicûr dikin’

Nisrîn Hisên di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ew zarokan fêrî çalakiyan dikin û got: “Hijmara zarokên ku di navendê de hene 40 zarokin, li ser 2 refantên belavkirin, her refek jî 2 berpirsên wê hene, ji xwe em zarokan fêrî çalakiyên cûr bi cûr dikin; mîna tiştên rotînî, civakî û naskirina zarokan ji malbatê re, paqijî, hevaltî, rêzgirtin, çalakiyên fîzîkî, xwendin û fêrkirina hejmara bi kurdi û erebî, heger giropa zarokan kurd bin bi Kurdî wan fêr dikin û heger erebî be bi Erebî fêr dikin. Herwiha heger derfet hebe em çalakiyên Terfîhî jî didin, ji ber em naxwazin sîstema me hemû yek be û rewşa şer a herêmê  bandorên wê li ser zarokan bike, em dixwazin piskolojiya zarokan biguherin.”

‘Em hewil didin ku zarok ji zaroktiya xwe ne qut bin’

Berpirsa Navenda Ehlen Simsim Nisrîn Hisên axaftina xwe wiha qedand: “Armanca me ya sereke ku em zarokan ji rewşên ku em tê re derbasdibin dûrbixin, herwiha kêfxweşiyekê ji wan re ava bikin, piştgiriya piskolojî bidin zarok û malbatan. Di van rewşên ku herêma me tê re derbas dibe gelek zarok rewşên piskolojîk û tewehid bi wan re çêbûn, ji bo wê em dixwazin zarok jiyana xwe ya zarokatî jiyan bikin. “

‘Civakbûn ji mirovan re bingehe’

Di heman çaroçove de zaroka bi nave Welaa Faûr yek ji zarokên navenda Ehlen Simsim kêfxweşiya xwe ji vekirina navendê re anî ziman û got: “Ez gelek kêfxweş dibim dem ku ez têm navendê, herwiha wêneyan çêdikim û fêrî çalakiyên cûr bi cûr dibim, bi taybet dema ku min çalakî li ser civakbûnê sitend pir jê fêde kir, ji ber civakbûn ji mirovan re bingehe. Ez dixwazim dema ku ez mezin bibim ez jî bibim mamoste, ji bo ku zaroka fêrî xwendin û nivîsandinê bikim.”