Rojnameya Ronahî

‘Hêza parastina civakî misogeriya hebûna civakê ye’

 Ronaz Silêman/Qamişlo

 Pişt destpêkirina Şoreşa 19’ê, ji bo parastin û rêxistinkirina civakê, Hêza Parastina Civakî HPC’ê li Rojavayê Kurdistanê hat avakirin û ji bo xizmeta civakê gelek kar û xebat da meşandin. Yek ji Rêveberê Hêza parastina civakî ya bajarê Qamişlo Nebîl Ismayîl HPC’ê parastina nirx û nasnameya civakê dike.

Çanda berxwedana dîrokî a gelê Kurd di roja me ya îro de jî li her çar aliyên Kurdistanê berdewam dike. Gelê Rojavayê Kurdistanê ku felsefeya jiyanê ya Rêber Abdullah Ocalan esas digire, piştî şoreşa Rojava rastî gelek êrîşan hat û heta niha jî ev êrîş dewam dikin. Li dijî êrîşên hov gel parastina xwe ya cewherî ava kir û di her qada jiyanê de xwe bi rêxistin dike, herwiha rê nade şikandina vîna gel a berxwedêr. Gelê bakur û rojhiltaê Sûriyê pêşxistina parastina xwe a cewherî weke pêdiviyeke herê bingehîn dibîne. Bi tecrûbeyên şoreşa Rojava re parastina cewherî hebûna xwe li her qadê de diparêze.

Derbarê kar û xebatê Hêza Parastina Civakî HPC’ê, yek ji rêveberên Hêza Parastina Civakî ya bajarê Qamişlo Nebîl Îsmaîl ji rojnama me re axivî.

Nebîl Îsmaîl diyar kir ku Hêza Parastina Civakî di dawiya sala 2013`an de, ji parastina civakê hat avakirin û wiha got: “Piştî destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê, li ser bingeha xweparastinê, ji bo parastin û rêxistikirina civak, Hêza Parastina Civakî hat avakirin. Ev hêz bi avabûna komîna yekem re, cihê xwe di komîteya parastinê ya komînê de cih girt.Pişt wê Hêza Parastina Civakî kar û xebatên xwe berfireh kir û ji bo rêxistinkirin û parastina civakê kar û xebatên girîng dan meşandin. Di dema avakirina Hêza Parastina Civakî de tevî ku derfetên me ne zêde bûn, lê gel bi rihê berrxwedêr xwe diparast. Herwiha piştî  ku hêzên Ewlekariya hundirîn û leşkerî hatin avakirin, wê demê hêza parastina civakî vegeriya armanca xwe ya sereke, ew  avakirina civakek sincî û polotîk e.”

‘Jin û mêr bi hev re civakê diparêzin’

Nebîl Îsmaîl di dewamiya axaftina xwe de tekez kir ku Hêza Parastina Civakî li ser bingeha isteratîjiya Şerê Gelê Şoreşgerî civakê diparêze û wiha got: “Di Şerê Gelê Şoreşgerî de, gel şoreşê dimeşîne û berxwedanê dike. Li ser wê bingehê Hêza Parastina Civakî ev erk girt ser mile xwe, herwiha ji bo perwerdekirina civakê li ser rêbazê şerê gelê şoreşgerî gavên girîn avêt û ji sedî 70’ê gel hatiye perwerdekirin. Armanca sereke jî ku karibin li hemberî êrîşên ku li ser gel tên kirin xwe biparêzin. Êrîşên ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyê tên kirin, ne tek alî ne, lê gelek aliyê wê hene. Ji bo ku em bibin bersiv ji êrîşan re divê em li ber xwe bidin, herwiha gel jî nas kiriye êrîş ne tenê li ser hêza leşkerîye, li ser hebûna gelê bindest e, di nav de jî gelê kurd, li ser wê bingehê jî gel bi parastina hêza civakê re hevgirtiye, ew jî encamê perwerdeyan e. Hêzê parastina civakî ji temen 7 heya 70 saliye, ne tenê şervanekî digire nava xwe, tevahî pêkhateya digire nava xwe, di heman demê de jin jî cihê xwe di nava hêza parastina civakê de digire. Rola jin di parastina êrîş, zimanê, çand, sinc û şerê taybet ku li ser wê tê meşandin heye. Jin di hemû qadên jiyanê de cihê xwe digire. Di nava hêza parastina civakî de jin û mêr bi hev re xwe û civaka xwe diparêzin. Hêzê parastina civakî karekî baş di aliyê rêxistinkirin û pêşxitina civakê de kiriye.”

‘Gel li xwe xwedî dernekeve kes lê xwedî dernakeve

Rêveberê Hêza Parastina Civakî Nebîl Îsmaîl axaftina xwe wiha qedand: “Astengî pir li pêşiya me dernakevin ji ber karê me hemû hiziriye, tenê astengiyê ku em dikişînin dema ku mirovek nezan be, ji ber nezanîbûn mûsîbeta cîhanê ye û tiştê ku mirovan têk dibe fêlaketa nezanbûnê ye. Êrîşên ku tên kirin destpêkê kesê nezan dike hedef, ji bo wê em wek hêzê parastina civakî kesên nezan perwede dikin. Herwiha di gotina xwe ya dawî de ez dixwazim bêjim wê êrîş li ser gelê kurd û taybet bakur û rojhilatê Sûriyê di milê şer, êrîş, şerê taybet berdewam bin, ji bo wê heger gel li xwe xwedî dernekeve kes lê xwedî dernakeve.”