Rojnameya Ronahî

‘Şehîd Hevrîn mîna pira gihandina azadiya jin û civakan e’

Avêsta Menaf/Qamişlo

Di pêvajoya şoreşa Rojava de şehîd Hevrîn Xelef bê westandin têkoşîneke bê sînor da meşandin û di demên herî zehmet de bû mînaka jina kedkar û azadîxwaz. Sîham Daûd diyar kir ku şehîd Hevrîn mîna pira gihandina azadiya jin û civakan bû.

 Hevrîn Xelef di sala 1984’an de li gundê Rêhanîkê yê girêdayî bajarê Dêrikê hatiye dinê. Di malbateke welatparêz de mezin bûye û zaroka herî biçûk bû di malê de , ku ji 4 bira û xuşkeke bi navê Zozan ku di nava Tevgera Azadiyê de şehîd bûbû, dayîka Hevrîn bi Rêber Abdullah Ocalan re civiyabû û vê yekê hişt ku Hevrîn xwedî kesayeteke cihêreng be. Hevrîn xwendina xwe ya seretayî, navîn û amadehîyî li dibistanên Dêrikê derbas kir, bi jîr û tabatiya xwe dihat naskirin.  Ji zaroktiyê de xwe berpirsyarê her tiştî didît. Endezyariya Medenî di zanîngeha Helebê de bi dawî kir, paşê bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re tevli pêşengiya xebatên şoreşê bû.

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re, Hevrîn Xelef di gelek cihan de xebitî, weke Desteya Enerjî, Desteya Aborî, Rêveberiya Xweser û herî dawî jî, weke jineke siyasetmedar di 27’ê Adara 2018’an de Partiya Sûriyeya Pêşerojê ava kir. Hevrîn jineke xwedî zanist bû, di tevahiya xebatan de kar dikir û cih dadigirt. Di hevaltiya xwe de jî dirust bû, ji bo wê xwedî bandor bû û her kes nirxê wê dizanîbû.

Armanca Hevrîn avakirina jiyaneke demokratîk bû

Bi avakirina Partiya Sûriyeya Pêşerojê re, Hevrîn weke Sekretera giştî ya Partiyê hat erkedarkirin. Piraniya xebatên wê di nava civaka Ereb de bûn, ji ber her armancên wê ew bû ku jiyana demokratîk li ser axa Sûriyeyê bê avakirin û aştiyeke mayinde bi xwe re bîne. Herwiha ku îradeya xwe derdora van armancan kir xelek û tu cadahî nedikir navbera ol, mezheb, mirov û civakan. Karê wê karekî mirovahî bû, pê re jî jinên Ereb li derdora xwe kom kir û wan birêxistin dikir. Hevrîn mîna pira gihandina azadiya jin û civakan bû.

Hevrîn bi kar û xebatên xew aktîv bû

Şehîd Hevrîn heta demekê kar û xebata aboriya herêmê da meşandin û dema ku Rêveberiya Xweser a Demokratîk di 21`ê Kanûna Duyem 2014`an hate ragihandin, saziyên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ên li Cizîrê hatin avakirin, Hevrîn bû cîgira Desteya Enerjiyê ya kantona Cizîrê, her wiha di sala 2015`an dema çend desteyên Rêveberiya Xweser bûn yek, Hevrîn di encama hilbijartinan de, bû hevseroka Desteya Aborî ya Cizîrê û roleke aktîv di desteyê de lîst û ji kar û xebata aborî ya herêmê re  bû bersiv. Hevrîn têkoşîna xwe ya siyasî û çalakiyên bi rêya hevdîtina bi hemû civakê û aliyên siyasî re, da ku aloziya Sûriyê çareser bikin, berdewam kir.

Hedefgirtina Hevrîn Xelef

Bi êrîşên dewleta Tirk a dagirker, li ser heremên bakur û rojhilatê Sûriyeyê, di 9’ê Cotmeha 2019’an de, gelek kiryarên hovane ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta tirk a dagirker ve hatin kirin. Di roja sêyemîn a êrîşan de 12’ê Cotmeha sala 2019’an li ser riya M4 siyasetmedara jin di heman demê de Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef bû hedef û bi kemîneke plankirî hat şehîdxistin. Çeteyên girêdayî dewleta Tirk bi tundiyeke mezin û bi awayekî hovane Hevrîn Xelef îşkence kirin.

Bi boneya salvegera şehadeta siyasetmedara jin Hevrîn Xelef, sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Daûd ji rojnemeya me re axivî.

 Sîham Dawûd şehadeta Hevrîn Xelef bi daxmaya şermê li eniya mirovahiyê ye bi nav kir û wiha got: “9’ê Cotmehê bi destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê jî wekî daxmaya şermê li eniya dîroka mirovahiyê  ye, ji ber dewleta Tirk a dagirker herêm dagir kir, tevahî cureyên terorê, qetilkirin, tecawîzkirin û koçberkirin pêk anî. Her wiha heta fisfora spî ya qedexekirî jî bi kar anî. Hedefgirtina Hevrîn Xelef bandor li tevlêkirina jinên Sûrî ya qada siyasî kir. Lê li beramberê wê Hevrîn Xelef bû sembola jina siyasetmedar a azad. Gelek jinên li cîhan û Sûriyê bi Hevrîn Xelef bandor bûn. Xebata Hevrîn Xelef a têkoşerî bû meşele ji tevahî jinên Sûrî re.”

‘Divê sûcdar bên darezandin’

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham axaftina xwe wiha qedand: “Piştî şehadeta Hevrîn Xelef gelek dengên piştgiriya bi doza wê re bilind bûn. Lê belê tenê piştgirî têrê nake, her wiha divê dengên kesayetên jin ên serbixwe û rêxistinên navneteweyî yên piştevanî dan doza Hevrîn Xelef bibin yek, bi hemû hêza xwe hewl bidin doza wê rakirin dadgehên navneteweyî da ku sûcdaran darizînin. Erka niha berpirsiyariya dîrokî li ser milê me ku peyam û armancên Hevrîn Xelef pêk bînim. Em soz didin ku riya wê û tevahî jinên di oxira parastina doza welat û gel de canê xwe feda kirine , bişopînin. Ji bo avakirina Sûriyeke pirengî ya demokratîk û nenavendî bixebitin.”