Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

MSD’ê ji bo rawestandina êrişan banga destwerdanê kir

10/10/2023
in NÛÇE
A A
MSD’ê ji bo rawestandina êrişan banga destwerdanê kir
Share on FacebookShare on Twitter

MSD’ê dagirkeriya Serêkaniyê û Girê Spî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û bang li civata navneteweyî kir ku destwerdanê bike û êrişan rawestîne.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) di salvegera dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî de, bang li Rûsya û dewletên Koalîsyona Navneteweyî kir ku xwedî li berpirsiyariya xwe derkevin û êrişên li dijî herêmê rawestînin.

MSD`ê di daxuyaniya xwe de berdewamkirina êrişên dagirkeriyê li dijî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî, parêzgehên Hesekê û Reqayê di salvegera 4`an a destpêkirina êrişên dagirkirinê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kirin.

Her wiha meclisê, êrişên dijminane yên dagirkeriya Tirk çi bi rêya balafirên şer an jî dronan û hedefgirtina binesaziya herêmê û navendên enerjiyê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de meclisê diyar kir ku êrişên berdewam bi awayekî trajedîk bandor li jiyana zêdetirî 5 milyon kesî kirin.

Meclisê bang li civata navneteweyî kir ku kiryarên dijminane yên dewleta Tirk şermezar bike, destwerdanê bike, êrişan rawestîne, şênî, binesazî, navendên stratejîk û xizmetguzarî biparêze.

Her wiha meclisê bang li dewletên ereb kir ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker helwesteke cidî nîşan bidin.

Meclisê bang li Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ`ê di serî de DYA û Brîtanya û Fransyê kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û ji bo rawestandina êrişan û parastina herêmê gavên çalaktir biavêjin.

Meclisê sersaxî da malbatên şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Akademiya Têkoşîna li dijî Hişbirê yên ku ji aliyê Koalîsyona Navneteweyî ve dihatin perwerdekirin. Her wiha ji birîndaran re şîfaya acil xwest.

Meclisê teqezî bi mafê gelê herêmê ku di nav aştî û aramiyê de bijî kir û diyar kir ku çareseriyên aştiyane û giştî bibînin û bang li tevahî aliyên têkildar kir ku hevkar bin û çareseriya siyasî li Sûriyeyê pêk bînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.