Pêşangeha pirtûkan a duyemîn li Rojava bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê bi dirûşma “Bi xwendinê em ê zindî dibin” li salona Zana ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê hate lidarxistin. Di pêşangehê de derdora 30 hezar pirtûkên çandî, wêjeyî, civakî, siyasî û zanistî ku bi zimanên Kurdî, Erebî, Suryanî, Tirkî û Îngilîzî hatine nivîsandin, hatin pêşandan.
Rewşenbîrên ji gelek herêmên Bakurê Sûriyê diyar kirin ku pêşangeha pirtûkan a Rojava ku salane tê lidarxistin, bandorê li pêşxistina pir-rengiya çandî dike û wê rola wê di pêşxistina nifşên nû de hebe. Pêşangeha îsal hate lidarxistin derdora 30 hezar pirtûkên bi 5 zimanan hatine nivîsandin, pirrengiyê nîşan dide.
Pêşangeha pirtûkan a duyemîn li Rojava bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê bi dirûşma “Bi xwendinê em ê zindî dibin” li salona Zana ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê hate lidarxistin.Di pêşangehê de derdora 30 hezar pirtûkên çandî, wêjeyî, civakî, siyasî û zanistî ku bi zimanên kurdî, erebî, suryanî, tirkî û îngilîzî hatine nivîsandin, hatin pêşandan. Di heman pêşangehê de wêneyên şervanên YPG, YPJ, tabloyên navenda jinên rewşenbîr û pêşangeha hêzên Asayîşê jî hatin pêşkêşkirin.
Pêşangeha ku salane di salvegera şehadeta rewşenbîr û kesayeta welatparêz Hisên Şawîş (Herekol) de tê lidarxistin, dê heta roja 25’ê Tîrmehê dewam bike. Şehîd Herekol yek ji kesayetên ku rola wan di pêşxistina materyalên xwendinê yên li Rojava-Bakurê Sûriyeyê hebûye.
Di pêşangeha duyemîn de ku niha tê lidarxistin, pirrengî û dewlemendiya herêmê tê nîşandan.
Rewşenbîr û nivîskarên beşdarî pêşangehê bûne di derbarê pêşengehê de nêrînên xwe anî ziman.
KOMELEYA
SURYANIYAN AMADE BÛ
Endamê Rêveber ê Komeleya Çandî ya Suryaniyan li bajarê Qamişlo û cîgirê Desteya Çand û Hunerê yê Kantona Cizîrê Hena Hena der barê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman: “Ev cara duyemîn em beşdarî vê pêşangehê dibin. Em bi 30 pirtûkên ku behsa dîrok û çanda suryaniyan dikin, beşdar bûne. Ev pêşangeh çanda herêmê ya heyî ku bi salane dewam dike, nîşan dide. Dirûşma wê jî tekez baldarî û girîngiya xwendin û nivîsandinê di demên şer de nîşan dide.”Hena, di berdewama axaftina xwe de hewldanên Dewleta Osmanî ya tunekirina çanda suryanî bi bîr xist û wiha dom kir: “Zimanê suryanî bi hezaran salan hebûna xwe îspat kir, lê piştî hatina Dewleta Osmanî siyasetên tunekirinê li ser suryaniyan hate meşandin. Di herêmên Tirkiyeyê de zêdetirî 50 navend û dibistanên me hebûn, lê di dema selçûqiyan de tunebûna me hate pêşxistin.”
ÇANDA ME JI NÛVE ZINDÎ BÛ
Hena axaftina xwe wiha domand: “Di van rewşan de derfet ji me re peyda bûn ku em ziman û çanda xwe ji nû ve vejînin û li rex pêkhateyên din çanda xwe di çarçoveya fikra neteweya demokratîk de vejînin. Me peymangeh û navendên çandî bi zimanê xwe vekirin. Ev mijar çanda jiyana hevbeş û aştiyane bi pêkhateyên din re xurt dike. Bi saya wê em ê hêza xwe xurt bikin û bi vê rêbazê zarokên xwe fêrî demokrasiyê bikin.”
PÊŞENGEH NÎŞANEYA PÊŞVEÇÛNÊ YE
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Minbicê Ehmed El-Yûsif jî wiha got: “Armanca me geşkirina çandî ye. Ji ber ku gelê xwendina wî tune be ne pêkan e pêşve biçe. Vê pêşangehê rê li pêşiya hevgirtina çandî ya gelan vekir û girêdana di navbera pêkhateyên Sûriyeyê de xurt dike. Li vir çand û fikrên hevbeş tên nasandin û pênasekirin. Serdana welatiyan, xwendekar û rewşenbîran a pêşangehê jî bal kêş e. Beşdarbûna me bi nêzî 100 pirtûkan pêk tê. Em dibînin ku ev pêşangeh nîşana pêşveçûna tecrubeya çandî di Sûriyeyê de ye. Ev mijar ne tenê girêdayî pêkhateyekê ye, lê belê rê li pêşiya hemû pêkhateyan vedibe da ku çandên hev nas bikin.”Rêveberê Yekitiya Nivîskarên Kurd di Sûriyê de Dilovan Deştî girêdayî heman mijarê got ku pêşangeh gaveke mezin e û girêdana çandên herêmê û çespandina hebûna wan û zimanên wan piştrast dike. Deştî da zanîn ku êrîşên qirkirinê li dijî zimanê kurdî dihatin meşandin û bi taybet ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û wiha anî ziman: “Me bi israra xwe çand û zimanê xwe vejand û pêşketinên me li Rojava bi vekirina dibistan û zanîngehan nîşana vê yekê ne. Ev pêşangeh gaveke girîng li Rojava ye, nemaze bi rengîniya çandî cîwaz e.”…ANHA






