Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hiqûqnasê Misrî: Sûcên Tirkiyeyê wekî yên DAIŞ’ê ne

10/10/2023
in NÛÇE
A A
Hiqûqnasê Misrî: Sûcên Tirkiyeyê wekî yên DAIŞ’ê ne
Share on FacebookShare on Twitter

Sekreterê gişît yê berê yê Meclisa Mafên Mirovan a Misirî-Erebî Hiqûqnas Şerîf Nadî destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk a dagirker  li pergala Erdogan tiştekî nû nîn e û ji bo êrîşên wê yên dawî got: “Ev sûc wekî sûcên rêxistinên terorîst ên weka DAIŞ’ê û Cebhet El Nusra ne.”

Bertekên li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên dijî navendên xizmetguzarî û enerjiyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde dibin.

Sekreterê giştî yê berê yê Meclisa Mafên Mirovan a Misirî-Erebî Şerîf Nadî têkildarî mijarê got ku dewleta Tirk a dagirker navendên stratejîk ên kehrebe û avê bombebaran dike, lewma nexweşxane û navendên tenduristiyê radiwestin, bi taybetî sivîl ziyanê dibînin û ev jî bi serê xwe sûcekî şer e.

‘Di pergala erdogan de ev tıştekî nû nîn e’

Nadî bal kişand ser Lihevkirina Cinevê ya 1949`an a ji bo parastina sivîlan di şeran de û got: “Lihevkirina Cinev qedexe dike ku navendên giştî, bi taybet nexweşxane û navendên tenduristiyê bên hedefgirtin. Binpêkirina qanûnên navnetewî û sucên şer ên ji aliyê Tirkiyeyê ve, di pergala Erdogan de tiştekî nû nîn e. Li gorî raporan destê hikûmeta Tirkiye û milîsên wê yên li Sûriyeyê di guhertina demografîk, kuştina kesên ji nasname û baweriyên cuda, girtin, revandin û tecawîzkirina jinan ên li herêmên Efrîn û yên din de heye.”

Nadî bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker rexne kir û got: “Ev bêdengî, rê dide ku Tirkiye siyaseta xwe ya li dijî pîvan û qanûnên navneteweyî bidomîne. Ev sûc wekî sûcên rêxistinên terorîst ên weka DAIŞ û Cebhet El Nusra ne.”

Şerîf Nadî di wê baweriyê de ye ku domandina pergala Erdogan û bêdengiya navneteweyî dê bextreşiyê bîne Rojhilata Navîn û wiha dom kir: “Siyaseta kuştin, topbarankirina ketober, ewlehiyê nayîne Tirkiyeyê. Zemîna derxistina tevliheviya li herêmê zêde dike. Ev jî atmosfereke guncew ji komên terorîst re ava dike ku sûcên din li herêmên pêk bînin.”

Şerîf Nadî di dawiya nirxandinên xwe de diyar kir ku pêwîst e li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker bê sekinandin û got: “Ev ne tenê ji bo Kurdên ku li hember terorê sekinîn û cîhan ji xirabiyên DAIŞ`ê xilas kirin; ji bo tevahiya cîhanê jî girîng e. Di girtîgehên QSD`ê de bi hezaran DAIŞ`î hene, berdewamkirina êrişan derfetê ji wan re çêdike ku birevin. Heke ev yek pêk were, dê cîha tevahî berdêlên giran bide.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.