Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kaniya hunera kurd dengbêjî ye

26/07/2018
in Uncategorized
A A
Kaniya hunera kurd dengbêjî ye
Share on FacebookShare on Twitter

Hunermendê Kurd Mesûd Gever ku piranî klamên dengbêjiyê distrê, diyar kir kaniya çand û hunera Kurdan dengbêji ye. Gever anî ziman ku muzîk yek ji amûrên sereke yên têkoşînê ye.
Dengbêjên Kurd ên nemir, çand û hunera Kurdan bi awazên xwe yên hestiyar heya roja me anîne. Dengbêjan di heman demê de, hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine. Gelê Kurd çand û dîroka xwe piranî bi stran, ango awazên dengbêjiyê rave kiriye. Ev awaz weke çîrokan hatine guhdarîkirin. Di heman demê de wê awazê dîroka Kurdan a ne nivîskî jî hewandiye. Kurdan muzîka xwe bi dengbêjiyê qêriyane û heta roja me ya îro hatiye.
Hunermendê Kurd Mesûd Gever ku piranî klamên dengbêjiyê distrê, çand û hunera Kurd, girîngiya muzîka Kurdî û dengbêjiyê nirxand.
MUZÎK HERIKÎNA JIYANÊ YE
Gever, dibêje di zaroktiya xwe de ji ber eleqederbûna ferdên malbatê yên ji bo dengbêjiyê re bandor li ser wî kiriye û dest bi karê hunerê kiriye. Gever da zanîn ku li gund dema şahî û dîlan çêdibûn bav û birayên wî tevlî şahiyan dibû û heskirina wî ya ji bo dengbêjiyê jî hîn zêde bû. Gever anî ziman ku bi taybet jî bandora herêmê li ser wî kiriye û wiha axivî: “Muzîk herikîna jiyanê bi xwe ye. Ji bo erdnîgariyê, xweza, gul û sosinan av çawan be, ji bo civakê jî mûzîk heman tişt e. Li cihekî dema ku av tinebe, mirov nikare qala xwezayeke şîn û rengîn bike. Civak û xweza xwe bi rengê muzîkê pênase dike. Muzîk zimanê civakê yê bingehîn e.”
MUZÎK YEK JI AMÛRA TÊKOŞÎNÊ YE
Gever, di çand û hunera Kurdan de rola muzîkê nirxand û wiha pê de çû: “Muzîk ji bo Kurdan amûra sereke ya tekoşînê ye û xweîfadekirin e. Kurd hest, raman û bîrdoziya xwe bi muzîkê rave dikin. Kaniya çand û hunera Kurdan dengbêjî ye. Di dengbêjiya Kurdî de hemû aliyên civakê cihê xwe digire. Kurdan çanda xwe bi dengbêjiyê, bi awayekî zelal raxistiye ber çavan. Dengbêjên Kurd hem dîroka Kurdan a nehatî nivîsîn, hem jî wêjeya Kurdan a devkî ji civaka Kurd re vegotine û dîroka Kurdî zindî hiştine.”
BI AGIRÊ ŞOREŞÊ RE HUNER GEŞ BÛ
Gever bilêv kir ku di saya Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ya 40 salî de muzîka Kurdî zindî bû û ev tişt got: “Bi agirê şoreşê re çand û hunera Kurdan geş bû. Di wê demê de kilam, stran, helbest, şano û folklora Kurdî têr û tijî bû û xebatên dewlemend hatin afirandin. Di vê demê de li gel hemû pêşketina teknolojiyê re jî di muzîka Kurdî de xitimandinek heye. Divê muzîka Kurdî weke salî 90’î pêşengtiyê ji civakê re bike. Divê hunermend vegerin civakê û berê xwe bidin civaka xwe. Hunermend divê berdevkiya gel bike û ji daxwazên gel re bibe bersiv.”
KLAMÊN DENGBÊJIYÊ DISTRÊ
Gever bilêv kir ku piraniya xwe ew kilamên herêma Botan û Serhedê distrê û wiha got: “Yek ji kaniya çand û hunera Kurdan, dengbêjên Kurd yên nemir yên herêma Botan û Serhedê ne. Serhed û Botanê malovaniya wêjeya Kurdî ya ne nivîskî kiriye û heta roja me ya îro ev dewlemendî parastiye. Ez kilamên dengbêjiyê yên Botan û Serhedê distrêm. Hemû aliyên Kurdistanê xwedî dewlemendiyeke mezin ya çandê ne. Dîsan navendên girîng yên dengbêjiyê herêma Amed û Xerzan heye. Dengbêjî ti sînoran nas nake û dewlemendiyek bêdawî ye. Di dil û ruhê dengbêjên Kurd de evîna xaka welat hebû û bi vê evînê klam distrandin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.