Di roja 5‘an a Pêşengeha Pirtûkan de, li ser şanoyê semîner hate dayîn, her wiha kurtefîlmeke li ser perwerdeyên Hêzên Asayîşê hate pêşkêşkirin.
Di çalakiyên roja 5’an de, endamên ragihandina ya Hêzên Asayîş û Hêzên Antî- Teror kurtfîlmek li ser perwerdeyê Asayîşê pêşkêş kirin.
Her wiha nivîskar Beşîr Mele Newaf semînerek bi sernavê ‘Şano‘ da. Di semînerê de nivîskar, girîngiya şanoyê di jiyana gelan de, rola wê di perwerdekirina civakê de destnîşan kir. Mele Beşîr destnîşan kir ku di sedsala 19‘an de hunera şano li Rojhilata Navîn pêş bû, lê pergalên desthilatdar û kapîtalîzm tevgerên hunerî û çandî asteng dikirin da ku civakê li paş bihêlin.






