Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bi yekîtiya gelan, em ê êrîşên faşizima Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin’

09/10/2023
in NÛÇE
A A
‘Bi yekîtiya gelan, em ê êrîşên faşizima Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Bi hezaran şêniyên kantona Qamişloyê bi durşmeya ‘Bi yekîtiya gelan, em ê êrîşên faşizima Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin ’ li dijî Komploya Navneteweyî  û êrîşên dagrkeriya Tirk , xwepêşandanek  girseyî  li dar xistin.

Îro bi hezaran şêneyên kantona Qamişlo ji bo salvegera 25’an a destpêkirina Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de li dijî Rêberê Apo pêk hat, xwepêşandanek girseyî li dar xistin.

Xwepêşandan ji Çerxereya Felahîn ya taxa kornîş ya bajarê Qamişlo dest pêkir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo û durşmeya ‘Bi yekîtiya gelan, em ê êrîşên faşizima Tirk têk bibin û Rêber Apo azad bikin’ hatin bilindikirin. Meş heta firokxaneya Navdewletî ya Qamişloyê dewam kir.

Xwepêşandan li wir veguherî mîtîng, piştî ku hemû kesên beşdar xuleyeke rêzgirtinê li ser giyanê şehîdan bêdeng rawestiyan, li ser navê Insiyatîfa Gel Rîhan Loqo Kompiloya navneteweyî  û êrîşên deleta Tirk şermezar kir û got, ev 25 sal in ku Rêber Apo ji bo rûmet û azadiya me di hundurê zindana faşista Tirkî de li ber xwe dide. Gelên me îro ketine wê baweriyê de ne ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo azadiya wan e, lewma daketine qadan û li ber xwe didin.

Herwiha li ser navê Insiyatîfa Gel Ebdilkerîm Sarûxan bi zimanê erebî di derbarê salvegera kompiloyê û êrîşên dagirkeriya Tirk de wiha axivî: “Kompiloya li ser Rêber Apo hat kirin, 25 sal li şûna xwe hiştin, îro jî dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane êrîşî herêmên me dike. Tişta ku dibe ne tesadufeke, lê belê ev êrîşên ku tên kirin berdewamiya komoployê ye. Dewleta Tirk binesazî û gelên me armanc digre, ew dixwaze glên ku li ser fikir û felsefeya Rêber Apo jiyan dike, têk bibe.”

Di dawiyê de Insiyatîfa Azadiya Fîzîk ya Rêber Apo, bi riya şandeyekê daxuyaniyek şermezarkirinê ku girêdayî Komployê û êrîşên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ye, bo Desteya Têkiliyên Rûsî şand.

Hêjayî gotinê ye ku gel li ser asta bajar û navçeyên herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê li dijî komploya li ser Rêber Apo hat meşandin, rabûn ser piyan.  Xwpêşandana ku li Qamişloyê hat lidarxistin jî yek ji xwepêşandanên li dijî komployê û êrîşên dagirkeriyê ye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.