Rojnameya Ronahî

Nameyên dawî ya Rojhat Zîlan ku li Enqereyê çalakiya fedaî kir

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) nasnameya gerîlayên 1’ê Cotmehê li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin, eşkere kir.

Daxuyaniya Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG) bi vî rengî ye:

“Me ragihandibû ku 1’ê Cotmeha 2023’an saet di 09:30’î de li navenda Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk tîmek ser bi Tabûra me ya Nemiran çalakiya fedaî kiriye û diyar kiribû ku em ê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên fedaî eşkere bikin.

ANF Images

Tîma me ya fedaî ku ev çalakiya bi heybet û dîrokî bi rengekî profesyonel pêk anî hevrêyên me Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) in. Hevrêyên me Rojhat û Erdal bi çalakiya lehengiyê ya dîrokî dijminê qirker mêtinger hejand, mohra xwe li demekê xistin û bûn sembol. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku heta dawiyê em ê dilsozê rêbaza hevrêtî û jiyana Apoyî, xeta têkoşînê, sekna fedaîtî, profesyonelî, hêza tolhildanê ya mezin a şehîdên me yên fedaî yên Tabûra me ya Nemiran bin, her wiha heta dawiyê bi çalakiya wan a mezin a ku serketinê li me ferz dike girêdayî bimînin, têkoşîna wan teqez bi ser bixînin.

Hevrêyê me Rojhat Zîlan li navçeya Erdîşê ya Wanê li nava malbateke ji eşîra Celalî ji dayik bû ku çanda xurt a gelê Serhedê lê serwer e. Malbat ji kevneşopiya eşîrê tê ku ji berê ve bi sekna xwe ya li dijî dagirkerî, neehqî û mêtingeriyê tê naskirin. Vê yekê bandor li kesayetiya hevrêyê me Rojhat kir. Ji ber vê yekê hîn di temenê biçûk de çîrokên li ser komkujiya Geliyê Zîlanê ku bi hezaran mirovên me bi rengekî hovane hatin qetilkirin, êşkenceyên giran û kiryarên li derveyî mirovahiyê hatin kirin, bandoreke giran li hevrêyê me Rojhat kir. Bi saya van çîrokên ji mezinên xwe guhdarî kir, hîn wê demê rastiya dijmin nas kir. Rastiya dewleta Tirk a qirker ku gelê me weke Roma Reş pênase dike û jê re dibêje ‘bextê romê tune ye’ bi komkujî, êşkence û zilmê nas kir, ev rastî xist dil û mejiyê xwe û li benda wê rojê sekinî ku tola gelê me yê mezlûm hilîne. Ji ber van taybetmendiyên derdora civakî ya di nav de mezin bû, hevrêyê me Rojhat li gorî cewhera Kurd û Kurdistanî mezin bû.

Piştî ku kekê wî Egîd Wan (Îlhan Şahîn) weke bersiva li Komploya Navneteweyî ya di şexsê Rêberê me li dijî tevahiya gelê me hate kirin di sala 1999’an de tevlî nava refên gerîla bû, hevrêyê me Rojhat partiya me PKK nas kir, roj bi roj hîn bêhtir partiya me meraq kir û kete nava lêgerîna wê yekê ku fêhm bike. Piştî ku demekê li dibistanên dewleta Tirk xwend, fêhm kir ku tiştekî ev navenda asîmîlasyonê bide wî nîne, lewma ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike li metropolên Tirkiyeyê dest bi xwendinê kir. Hevrêyê me di gelek karên cuda de xebitî û bi kedê xwe afirand. Hevrêyê me Rojhat pîrozmendiya nirxên bi kedê têne afirandin vê demê hîn bû, ev yek ji xwe re kir pîvana jiyanê. Li Stenbolê dema ku dixebitî kadroyên ciwanan ên welatparêz ên şoreşger nas kir, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet gihîşt wê baweriyê ku divê ji bo azadiya gelê xwe têbikoşe. Di vê qonaxa meşa şoreşgerî de ku bi durust û samîmî destpê kir, li qada lê ma di demeke kurt de bû pêşeng. Bi sedan ciwanên mîna xwe nas kir ku neçar hatin hiştin dûrî welatê xwe Kurdistanê bimînin, kir ku ew jî tevlî nava refên têkoşînê bibin. Bi sekna xwe ya têgihiştî û samîmî bandor li her ciwanan kir, di vê demê de kete nava lêgerîna wê yekê ku têkoşîna xwe mezin bike. Azadiya Rêbertî û gelê me ji xwe re kir pîvana têkoşînê, ji bo vê armancê bi ser bixîne bi sebir û dîsîplîneke mezin têkoşiya. Piştî ku kekê wî Egîd Wan (Îlhan Şahîn) sala 2011’an li Qendîlê şehîd bû, ev yek ji bo hevrêyê me Rojhat bû demeke diyarker. Piştî şehadeta kekê xwe biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezin bike û piştî ku demeke dirêj li nava karên ciwanan ma, di sala 2014’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Rojhat bi fedaîtî tevlî nava jiyana gerîla bû, di demeke kurt de bû gerîlayekî azadiyê yê şareza. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi erk û berpirsyariya misogerkirina azadiya gelê me û Rêberê me rabû, bi vê têgihiştinê kêlî bi kêlî têkoşîna xwe mezin kir. Gihîşt wê encamê ku ji bo pêkanîna vê armanca xwe divê bi rengekî fedaî tevlî bibe, bi vê armancê jî beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Di nava Hêzên Taybet de ku li dora Rêberê me bû xelekek ji agir, xwe perwerde kir û di xeta têkoşînê ya xwedawenda azadiyê hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de xwe kûr kir, xwest bibe fedaiyekî pêşeng, li ser vê bingehê jî kedeke mezin da. Têgihişt ku bi kûrbûna li ser fedaîtiyê dikare bi rexnedayina hevrêtiya kêm bibe milîtanekî hêjayî şehîdan û Rêberê me. Hevrêyê me Rojhat li ser bingeha vê armancê hîn bêhtir xwe kûr kir. Gotina ‘Mirovê ku bi wate û hestê dijî, mirovê herî xurt e’ ya Rêberê me ji xwe re kir dirûşm û bi kûrbûna xwe hewl da xwe bigihîne heqîqeta Rêber Apo ku fedaiyê herî mezin e. Hevrêyê me Rojhat hest, fikir û hişmendiya xwe bi felsefeya Rêbertî xwedî kir, di her kêliyê de Rêberê me û hevrêyên şehîd hîs kir û bi vî rengî jiya. Ji bo kêliyekê jî ji bîr nekir ku fedaîtî şêweyekî jiyanê ye; kûrahiya di têkiliyên hevrêtiyê de, samîmiyet û felsefeya jiyana azad a Rêberê me ji xwe re kir taybemtendiyeke kesayetiyê. Cidiyet, dîsîplîn û biryardariya li ser armancê, her wiha sekna wî ya ku ji bilî serketinê tiştek qebûl nekir, kir ku bibe milîtanekî fedaî.

Hevrêyê me Rojhat zanîbû ku divê fedaîtiya Apoyî yekpare be, xeta azadiya jinê ya ku bingeha paradîgmaya jiyana azad a Rêberê me ye pejirand, bandora sîstema serweriya mêr a li ser kesayetiya xwe fêhm kir, li hemberî vê têkoşiya, mêrtiya serwer a klasîk di kesayetiya xwe de kuşt û ber bi jiyana azad ve beziya. Hevrêyê me Rojhat zanîbû ku jiyan tenê bi kûrbûna li ser felsefeya azadiya jinê dikare azad bibe, li ser vê bingehê hîn bêhtir xwe kûr kir. Jiyana azad û asta hevjiyana azad di kesayetiya xwe de şîn kir, di serî de hevalên me yên jin li nava hevrêyan hemûyan bû cihê hezkirin, hurmetê û hevrêtiyeke hêja.

Hevrêyê me Rojhat jiyan, tevlîbûn û têkoşîneke ji rêzê ti carî qebûl nekir, meşa li ser xeta serketinê her tim ji xwe re kir esas. Bi vê armancê hin kar ji xwe re têrker nedît. Weke fedaiyekî berê xwe li armanca xwe, di mijara dewlemendkirina fikrê xwe, taktîk û rêbazê de xwe kûr kir, nûbûn afirand û ji xwe re kir armanca bingehîn ku derbeke welê li dijmin bixe ku qet nedîtiye û tolê hilîne. Hevrêyê me gihîşt wê encamê ku tenê bi vî rengî dikare bersivê bide polîtîkayên tecrîdê, mirovên me yên her roj têne qetilkirin û hevrêyên bêteredût ber bi şehadetê ve dimeşin. Lewma jî kûrbûnên xwe hîn bêhtir şênber kir.

Weke fedaiyekî pêşeng ê Tabîra me ya Nemiran a Şehîd Zîlan; metirsiya qirkirinê ya li ser gelê me; daxwaza tunekirina nirxên me yên herî pîroz, hiş, dîrok û çanda me di hevrêyê me Rojhat de hêrseke mezin afirand. Hêrs û hesta tolhilanê ya mezin veguherand gerîlatiya profesyonel a bi rêbaza lêdanê ya bi rêbaza teyrê baz. Hevrêyê me anî ziman ku weke fedaiyekî ew nikare li hemberî êrîşên dijmin ên li ser Rêberê me û gelê me bêdeng bimîne, ji bo berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bîne, li benda kêliya herî guncav sekinî.

Hevrêyên me Leyal Sorxwîn, Yaşar Botan, Hêjar Zozan, Canşêr Makû, Xemgîn Serhed, Destan Botan, Rêdûr Sîser, Yusuf Pîrosî û herî dawî jî Axîn Mûş û hevrêyên pê re li Bakurê Kurdistanê bi berxwedaneke dîrokî ruhê fedaî yê Apoyî afirandin. Hevrêyê me Rojhat jî bi çalakiya fedaî ya li dilê dewleta Tirk a qirker ev ruhê fedaî gihand asta herî bilind û cihê xwe di dîroka serbilind a azadiyê ya gelê me de girt.

Gelê me ku li xaka Kurdistanê ya pîroz a bi hezaran salan lê ye û reh berdaye nava dîrokê, lê bi destê mêtingeran veguheriye penaberan, li xaka ku nan yekemcar lê hate çêkirin, hewcedarî nanekî hate hiştin. Rêber Apo ku bi PKK’ê dest li dîrokê werda, bi felsefeya jiyana azad gelekî li ber qirkirinê û tunebûnê ji xweliyên xwe ji nû ve afirand. Gelê Kurd vejîneke esasî jiya, bi PKK’ê re jinûve bi rengekî heybet li dika dîrokê vegeriya û bi rastiay gel ê şerker veguherî gelê serhildêr ê nîv sedsalî. Meşa azadiyê ya Rêber Apo ji aliyê gelê me yê welatparêz ve bi coşeke mezin hate pêşwazîkirin, bi serhildanan hate silavkirin û gelê Kurd ê bi îdeolojiya Apoyî bû yek, bû bi milyonan mirov û herikî qada têkoşînê. Gelê me ku li ser xeta serketinê ya PKK’ê meşiya, xeteke nû ya berxwedanê afirand û kevneşopiyeke mezin a têkoşînê ava kir. Ewladên leheng ên gelê Kurd ku ji bo paşerojeke azad û bi rûmet a gelê me li refên têkoşînê ala berxwedanê li ba kirin, di nava şert û mercên herî giran de bi xwîna xwe destanên bi heybet afirandin.

Mêtingerên ku nekarî li hemberî têkoşîna me ya mafdar a li her qada Kurdistanê bisekinin,  zext û zilmeke giran li gelê me kirin. Li gel êrîşên li derveyî mirovahiyê jî gelê me bi gerîla re bû yek, di paşeroja azad û jiyana bi rûmet de israr kir, bi îdeolojiya Rêber Apo meşiya. Di salên 1990’î de ku berxwedana gerîla û serhildan gihîştin asta herî bilinld, dewleta Tirk a mêtinger bi xiyanet û nokeriyê xwest gelê me û gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê yên ji nava gel rabûne bîne hemberî hev. Gelê me yê ku bi berxwedanê xwe xurt kir û bû PKK’yî, serî li ber vê siyaseta qirêj netewand û hîn bêhtir xwedî li gerîla derket, planên mêtingeran pûç kir. Gelê me sîstema cerdevaniyê qebûl nekir, zilm û êşkence dît, hate koçberkirin û bi hezaran cih û war bi zorê hatin valakirin.

Hevrêyê me Erdal jî li nava malbateke me ya welatparêz ji dayik bû ku serî li ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker netewand, ji navenda berxwedanê ya xaka Botanê ya qedîm ji Şirnexê koçî Mersînê kir. Mîna her Kurdekî ku dixwest bi rûmeta xwe bijî, rûyê qirêj û rast ê dijmin hîn di zarokatiyê de nas kir. Hevrêyê me Erdal ji eşîra Harûnî bû ku gelek jê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bûn. Tevî ku dûrî xaka xwe ya pîroz Kurdistanê mezin bû, ji malbata xwe ya hêja û derdora xwe ya welatparêz çanda Kurdîtiyê bi xurtî wergirt. Hesreta welêt û hezkirina Kurdistanê di dilê wî de timî xurt bû, lewma jî berxwedana gerîla ya dîrokî û partiya me PKK zû nas kir. Kesayetiya wî ya berxwedêr û têkoşer kir ku her tim bikeve nava lêgerînan û felsefeya Rêber Apo nas kir. Zext û êrîşên li ser gelê me ku dixwaze bi nasnameay xwe, bi dîrok û çanda xwe li welatê xwe Kurdistanê bi rengekî azad bijî, kir ku hevrêyê me Erdal hîn bêhtir nêzî têkoşînê bibe. Hevrêyê me Erdal weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet hay ji berpirsyariya xwe hebû, bêteredût tevlî nava têkoşînê bû û beşdarî nava karên ciwanan bû. Bi kesayetiya xwe ya milîtan li her qadê li pêş bû, li hemberî êrîşên asîmîlasyon, înkar û îmhayê ji bo ciwanên Kurd zane bike kedeke mezin da û pêşengî ji ciwanên Kurd re kir. Hevrêyê me di dema kar de Rêber Apo û berxwedana PKK’ê hîn bêhtir ji nêz ve nas kir, tempoya xwe ya têkoşînê bilind kir. Bîranîna têkoşînê ya apê wî Şehîd Şahîn Cansel (Ahmet Ogûz) ku salên 1990’î şehîd bû, bandoreke mezin li hevrêyê me Erdal kir. Hevrêyê me Erdal xwe gihand cewhera pîroz a ku partiya me PKK ku partiya şehîdan e û gava destpêkê ber bi têkoşînê ve avêt, di têkoşîna xwe ya şoreşgerî de bêteredût bû xwedî jiyaneke şoreşgerî.

Hevrêyê me di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi eşq û kelecaneke mezin beşdarî nava jiyana gerîla bû. Hevrêyê me Erdal ku jiyana qirêj a sîstemê red kir, li çiyayên Kurdistanê bû xelekeke xurt a jiyana azad a bi îdeolojiya Apoyî. Hevrêyê me perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi rengekî serketî qedand, pratîka xwe ya destpêkê meşand, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan û xurt hemû zehmetî ji pêşiya xwe rakir, bi sekna xwe bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re, bû milîtanekî pêşeng û her tim li ser felsefeya jiyana azad a Rêber Apo kûr bû. Ji bo Rêber Apo hîn baştir fêhm bike û bixe meriyetê, li ser tevlîbûneke fedaî ya li her kêliya jiyanê kûr bû, zû hîn bû, tiştên hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir û bi van taybetmendiyên xwe hate naskirin.

Ala têkoşînê ya şehîdên me yên nemir ên ku jiyana pîroz a PKK’ê afirandin dewr wergirt, ji bo karibe milîtaniya Zîlan di şexsê xwe de şênber bike kedeke mezin da, bû fedaiyek ku li ser xeta fedaiyan meşiya. Hevrêyê me Erdal zanîbû ku bi fedaîbûna li nava jiyanê dikare xwe bigihîne ruhê fedaîtî û cewhera PKK’ê, xwe ji hemû neyîniyên sîstemê rizgar kir û bi agirê jiyanê yê Apoyî xwe jinûve afirand. Hevrêyê me Erdal bi biryardarî da ser şopa yên ku di rêya têkoşînê de gavên destpêkê avêtin. Mîna pola xurt bû. Bi gotina fermandarê me yê nemir Şehîd Egîd Civyan; ‘Di dil û mejiyê xwe de welatê xwe ava kiribû. Ji ber ku zanîbû welatek ne li ser xakê, lê di destpêkê de di mejî de tê avakirin. Rê dirêj û bi zinaran dagirtî jî be dihate derbaskirin, yek bi yek astengî. Her bedenekî diket dibû ronahî û rê ronî dikir, dibû sparteyek ji me re’. Û hevrêyê me Erdal di rêya zehmet de ya ku şehîdên me ronî dikirin ne gav bi gav, lê belê bi bezê bi pêş çû. Mîna teyrê baz bû bersiv ji êşên gelê me re, bi rengê Zîlan li dilê dijmin xist, bû yek ji bijarteyên xeleka li dora Rêber Apo. Bû peyama herî mezin ku ti sûcên li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê bêbersiv nemîne û bû qasidê vê yekê.

Hevrêyê me Erdal agirê azadiyê yê ku li Zindanên Amedê ji aliyê Mazlûman ve hate vêxistin, ji aliyê Egîdan ve li çiyayên Kurdistanê hate bilindkirin, ji aliyê Bêrîtan û Zîlanan ve hate gurkirin, ji aliyê Andok, Êrîş, Sara û Rûkenan ve hate dewamkirin, di dilê xwe de hilgirt û veguherand çalakiyê. Hevrêyê me Erdal ku navê xwe li nava nemiran neqişand, di dilê her ciwanekî Kurd de ku bi berxwedanê lê dide, cih girt, bû bersiv ji hevrêyên xwe re ji bo pirsên divê çawa bijî, çawa şer bike û serketin li me ferz kir. Fermana serketinê ya hevrêyê me Erdal wê ji aliyê hevrêyên wî ve teqez bi cih bê anîn û azadiya gelê me bê misogerkirin.”