Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Saziyên sivîl yên bakur û rojhilatê Sûriyê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

08/10/2023
in NÛÇE
A A
Saziyên sivîl yên bakur û rojhilatê Sûriyê êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/ Qamişlo

Saziyên civaka sivîl û kesayetên serbixwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser binesaziya herêmê şermezar kirin.

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker, zêdetirî 30 saziyên sivîl û sendîkeyên bakur û rojhilatê Sûriyê, li navenda Lêkolîn û Şêwirên Dîplomatîk a bajarê Qamişlo, ji hemû aliyên navdewletî, sazî, rêxistinên navdewletî û raya giştî re daxuyaniyek dan.

 ‘Êrîş binesaziya herêmê dike hedefgirtin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk bi awayekî eşkere binesaziya herêmê dike armanc û wiha hat gotin: “Rayedarên dewleta Tirk  a dagirker di daxuyaniyên xwe yên fermî de nîşan didin ku ew ê çavkaniyên jiyanê ji gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bikin û ev tê wateya îtîrafkirina sûcên şer. Bêdengiya li hember van êrîşan erêkirina berdewamiya karesata mirovî û bêîstiqrariya herêmê ye. Ji ber ku êrîşên bi vî rengî aramiya jiyana xelkê têk dibe, çavkaniyên jiyanî yên sererd û binerd wêran dike, herwiha rê li ber koçkirina kesan û guhertina demografîk ya herêmê, vedike.”

‘Pêwîste netewên yekbûyî bi erkê xweyî êxlaqî rabin’

Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em bang li sazî û rêxistinên mafên mirovan, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewlekariyê dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî rabin. Herwiha berpirsiyariya qanûnî û çaresekirina pirsgirêkan ji wan tê xwestin.”

Soza berdewamiya berxwedanê hat dayîn

Daxuyaniyî wiha hat qedandinde: “Nûnerên saziyên civaka sivîl ku nûnertiya bi hezaran mirovên li herêmê jiyan dikin; Kurd, Ereb, Suryan, Şîşan, Ermen, Tirkmen, Êzidî, Xiristiyan û Misilman van êrîşên hovane yên dewleta tirk şermezar dikin û soz didin ku wê bi hemû hêza xwe li ber xwe bidin û mil bi mil bi saziyên Rêveberiya Xweser re bin.”

Saziyên ku daxuyanî dan wiha ne:

-Navenda Dîplomasiya Civakî, Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Konferansa Îslama Demokratîk, Yekîtiya Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê, Zanîngeha Rojava, Rêveberiya Xwecihî ya Herêma Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk. TEV – DEM, rêxistinên civaka sivîl li Reqayê, Fedrasyon û rêxistinên civaka sivîl li Tebqayê , Birîndarên şer, Komeleya Civakî ya Efrînê, Komeleya Keziyên Kesk, Mala Êzidiyan, Yekîtiya Bijîşkan, Yekîtiya Dermanfiroşan, Yekîtiya Parêzeran, Yekîtiya Hunermendan, Yekîtiya Karkeran, Yekîtiya Cotkaran, Yekîtiya Mamosteyan, Yekîtiya Rewşenbîran, Yekîtiya Ragihandina Azad.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.