Rojnameya Ronahî

Roja lanetkirî; 9’ê Cotmehê û kêmasîyên me

 Cîger Dilşad                                                                                                      

 Di serî de komploya navdewletî ya li dijî Rêber APO lanet û şermezar dikim, hemû şehîdên;”HÛN NIKARIN ROJ’A ME TARÎ BIKIN” bi minetdarî bibîrtînim, bejna xwe li ber bîranîna Wan lehengên ku çemberek ji agir li dora Rêber APO çêkirin, ditewîn im.

Bê guman di van 25 salên borî de komplo ji gelek alîyan ve hate nirxandin û divê hêj jî bê nirxandin. Heta komplo bi kûrahî neyê fêmkirin, bi temamî vala neyê derxistin, pêdivîya me bi nirxandina komplo heye.

Bi tenê filan dewletê wiha kir, filanê wiha kir nabe bersiv ji komplo re. Ji xwe Rêber APO heta asteke mezin di parastinên xwe de ew hêz tazî kirin e.

Rêber APO gotibû;”ji hevaltîya kêm û dostên sexte ez hatim girtin”

Piştî komplo me wekî kadro, şervan û şopdarên Rêber APO rexnedayîn bipêşxistin. Lê îro gava em li rewşa tecrîda girankirî dinêrin, fam dibe ku rexnedayînên me seranser mane û me di emel de pêdivîyên rexnedayînên xwe bi cih neanîye. Di şûna ku me di sala yekem ya dîlgirtina Rêber APO de Ew ji hêla fîzîkî ve azad kiriba, em îro dibêjin;”bila tecrîd rabe!”, ji ber wê yekê ye ku îro ne hevaltîya kêm, em sûcdar in!

Heval Vîyan bedena xwe da ber agir û got;”ez naxwazim 15’ê sibateke din Rêber APO di zîndanê de bibîn im.” Çalakîya hevala Vîyan li dijî tesfîyekaran helwestek bû. Lê Rêber APO xwe şewitandinê rast nabîne û ji me xwe şewitandinê naxwaze. Rêber APO got;”min bijîn û bidin jîyan kirin!

Ev e,felsefa Rêber APO; jîyankirina bi awayekî azad e.

Li gorî 25 sal di ser komplo re derbas bûne û hêj jî Rêber APO dîl e di destê neyar de. Ev tê wê wateyê ku me wek tevger û gelê Kurd komplo baş fêm nekiriye û dernexistiya. Heger me baş û rast fêmkiriba; wê Rêber APO heta niha di zindanê de nedima, di sala yekemîn de li derva di nava gelan de têkoşîna xwe bidomanda. Me yê paradigma Modernîteya Demokratîk mayînde kiriba; pergala Netewa Demokratîk û Kurdistana Azad bida rûniştandin û Kurdistana Konfederal pêş bixista û rêjîmên çar dewletên dagirker guhartiba.

bingeha konfederalîzma Demokratîk ya Rojhilata navîn avêtiba û gelên heremê ji zilma netewe dewletan xelas kiriba, û zemîna Kongra Demokratîk ya Dunyayê bihata zeximkirin û sazîyeke ji rêxistinên enternasiyonalîzma 1-2 û 3’na xurtir dîyarî mirovahîya pêşverû kiriba.

Ev, ne xeyalin û ne jî tiştekî ku nedihate kirin e. Çimkî paradîgma Rêber APO ne utopîk e û ne jî ji bo sedsaleke din e. Tam ji bo roja me ya îro ye. Pergala kapîtalîst Modernîte di buhrana xwe ya herî kûr de ye û tu rêyeke ku pê bikaribe xwe ji vê buhranê xelas bike jî tune ye. Di serî de me wekî kadro, hemû gel û dostên xeta Rêber APO me pêdivîyên rexnedayîna xwe bi cih neanîn.

Me bi tenê derfetên ku Rêber APO di pêvajoya 2013-2015’an li bakur û Rojava bi kedeke mezin afirandine, me bi parestin û rêxistin kiribana, wê bingeha şoreşa rojhilata navîn bihata avêtin.

Raste,NATO- gladyo pêşîn bi xistina hukimeta B.ECEWÎT û pişt re bi anîna  AKP ku (temsîla sermayeya Kesk-Îslama Nerm dike), û di heman demê de, bi destê Osman-Botan dest avêtina nava Tevgera Azadîyê û herî dawî bi rêya DAÎŞ’ê êrîşa herî mezin li dijî Tevgera APO’yî dane dest pê kirin. ji ber ku DYA tişta dixwest bi dest nexist, qaşo li dijî DAÎŞ’ê piştgirî da û bi koalisyona nav dewletî kete dewrê û destkeftîyên şoreşa Rojava ji me dizîn! Li Kobanê û tevahî Rojava me û enternasyonalîstan xwîn rijand, dîtinên Rêber APO li dinyayê belav bûn, hişyarîyeke mezin ji hizrên Rêber APO re derket holê, îşte tam di wê kêlîyê de DYA kete dewrê. Ku rê li belav bûna paradîgma Modernîteya Demokratîk li cîhanê bigire. Îro jî bi pêşkêşkirina hin derfetan dixwaze şoreşê di Rojava de ji xeta Rêber APO derxîne û pişt re jî  ji hêzên sosyalîst, demokrat û enternasyonalîst re bêje;” we dît, dîtinên APO valane, xeyalîn e û derfeta jîyankirina wan dîtinan tune ye!”  Sîyaseta DYA li Rojava bi tenê ji bo vala derxistina paradîgma Rêber APO ye. Nûnerê Obama yê Rojhilata navîn Mc Gork gava Senetorekî jê pirsî;” li Rojava hin tişt derveyî sîyaseta me hene, (wek nezewca kadro, hebûna komînan û meclisan), wê ev çawa bibin?” Mc Gork wiha gotibû;” Rast e, lê em ê bi demê re wan pirsgirêkan çareser bikin!”

Çareserkirina Mc Gork jî xerakirina jîyana kadro û bi wê yekê re jî dûrxistina gel ji Tevgera Azadîyê bû. De başe, îro gava em  pêvajoya Înşaya boyutên paradîgma me li Rojava bînin ber çavan, mixabin em ê bibînin ku gotinên Mc Gork heta astekê cihê xwe girtine.

Ji lewra divê em di sala 25’an a komplo de kesayeta xwe di ber çavan re derbas bikin, bi rihê serkeftinê biçin ser kar ku, em bikaribin sûcê xwe li hember Rêber APO û şehîdan hinekî sivik bikin. Nabêjim afû bikin, na! Nayê afû krin!  Lê bi serkeftineke misoger em ê bikaribin hinekî sivik bikin.

Bê guman Rêber APO ne bi tenê Rêberê partîyekê ye. Rêberê gel û heta bi paradîgma ku dîyarî mirovahîyê kirî re bû Rêberê mirovahîyê. Ji lewre divê gelên Kurdistan’ê  û dostên sexte jî xwe di ber çavan re derbas bikin. Rêberê gelekî rûmet û hebûna wî gelî ye. Bi milyonan Kurdistaniyan îmze dan ku Rêber APO ji xwe re wekî Rêber û vîna xwe dibîn in. Wê demê mafê me heye ku ji hemû Kurdistaniyan û bi taybetî jî ji yên îmze dane bixwazin ku, li îmzeya xwe xwedî derkevin. Bi taybetî jî gelê me yê li bakur, divê hinekî xwe bihejînin. Berîya Rêber APO Kurd tunebûn,! Rêber APO hebûna gel  bi dewleta Tirk da qebûl kirin. Gel bi xwe jî vê yekê baş dizan e. Hêza ku Rêber APO ji zîndanê derxîne jî gel e !  Li bakur bi milyonan Kurd hene, lê gava mirov li kolanan dinêre bi tenê Dayîkên Aştîyê û çend malbatên me yên şehîdan dibîne. Halbûkî bi deh hezaran şehîdên me li bakur hene û heta niha ji 200 hezar zêdetir mirov ketiya zîndanan û derketiye û hêjî çend hezar di zîndanan de ne. Kanî ew malbat li ku ne? Bi tenê di Newrozan de çûyîna qada Newrozê têrê nake ku Rêber APO ji zîndanê derxîne. Va ye gelê Filistînê ji sala 1988’an ve bê navber di intîfada de ye. Maleke ku şehîd û çend birîndar-gazî nedane tune ye. Lê gel nabêje;” ji mala min şehîdek derket bes e,bila malbatên din jî bidin!”. Xwedî derketina li şehîdan bi derketina kolanan, bi tevlîbûneke bênavber gengaz e. Lê mixabin nêzîkatîye ku derdikeve ;” Ez ketim zîndanê, bila kesekî/e din ji malbata min nekeve zîndanê”, ji malbata min yek şehîd bû, bila kesekî/e din tevlî şoreşê nebe”,” lawekî me bi tenê heye, bila ji sîyasetê dûr bisekine”( tu dibêjî qey gava bomba avêtin dibêjin;” lawikekî wan bi tenê heye, bila tiştek pê neyê” û tişta herî xirab jî tu dibêjî qey azadî bi tenê ji bo kadroyan e, ji lewra jî kadro-gerîla bimirin normal e! Azadî ne bi tenê gerîla-kadro ji boyî xwe dixwaze, ji hemû civakê re ye.

Li Rojava hinek derfetên me çêbûne, di şûna ku wan pêş bixin, ji gel beşek ketî pey girtina parekî ji wan derfetan. Bê guman ev ji kêmasîya me kadroyan derketî. Çi ferasetên şaş di nava civakê de derketine, di bingeha wan de nêzîkbûnên kadroyên dervayî xeta Rêber APO dijîn, heye. Lê divê em wekî welatparêz her tim kadroyên ku di xeta Rêber APO de têdikoşin ji xwe re esas bigirin. Divê em bizanibin ku, em tev di bin avahîyekê de ne. Gava ew avahî hilweşe, em ê tev bi hev re di bin de bimîn in. Ji lewra welatparêzê rasteqîn ew e ku hesab ji yên şaşitîyan dikin, bixwazin. kî dibe bila bibe, gava em hesab ji kesên ne li gorî Rêber APO û şehîdan dijîn bixwazin, ev tê wateya ku em her yek ji hêla xwe ve xîma şoreşê xurt dikin û komplo ya navdewletî bi temamî ji holê radikin. Em wekî gel jî di dîlgirtina Rêber APO de berpirsyarin. Heger me wekî gel maf û berpirsyarîyên xwe yên welatparêzîyê bi cih anîbûna, Rêber APO nedihat girtin, bihata girtin jî wê ewqasa di zîndanê de nemaba. Divê em bizanibin ku her qurişek bi keda Rêber APO, gerîla û şehîdan hatîye bidestxistin û divê ji dervayî xizmeta gel û şoreşê neyê bi karanîn. Xerckirina her qurişekî dervayî şoreşê û ne di xizmeta gek de herame!..

Dîsa me  wekî gelê Kurd çiqasa îxaneta BARZANÎ’yan li kolanan, bi tevlîbûna nava refên şoreşê lanet kirî? Ka me çiqas helwesteke netewî danîye holê? Yên danîn e jî, çend kes li dora xwe komkirine û ew jî kirine xwedî helwest?

Çapemenîya me jî di şûna dewlemendkirina awayên dayîn û pêşkêşkirina felsefa Rêber APO ji civakan re, elimîne bi tenê wêneyên Rêber APO biweşîn in û li bin jî binivisîn in” JI RÊBER APO RE AZADΔ. Li ku hatî dîtin ku bi wan gotinan gel zane bûye û ketî tevgerê! Mesele ne ku civak wêneyên Rêber APO bibîne, ya girîng dîtin û ramanên Rêber APO nas bike, fêm bike û li gorî wê were rêxistinkirin û têkeve tevgerê. Bi awayê niha weşanên me bi tenê ” wicdanê xwe rihet dikin!” û em li Rêbertî xwedî derdikevin!

Ji hêla din de di şûna ku em heman mirovan timî derdixin meşan, em malbatan zane û bi rêxistin bikin ku, her malbateke me mehê serî li 4-5 malbatan bidin û wan malbatan bikişînin nava rêxistinê, wê baştir û encam girtir be. Heta em bi xwe re kolanan xurt nekin, bi xwe re hejmara gel li kolanan zêde nekin, em nikarin bêjin ku,” Em peywira xwe ya welatparêzîyê pêktînin.

Em çiqas rêxistinê fereh bikin û xurt bikin, em ê ewqasî zûtir bikaribin Rêber APO ji hêla fîzîkî ve azad bikin û ji kêmasîyên xwe xelas bibin. Em ê ewqasî 9’ê Cotmehê û komplo rast fêm bikin. Raste civaka Kurdistanê pir polîtîk bûye, lê mixabin di heman astê de me civak  bi rêxistin nekirî.

Di 25 salîya komplo de bersiva herî watedar ku em bidin ew e ku em bi rexnedayîn nêzî rastîya Rêber APO bibin û bandora komplo di her qadê de ji holê rakin e.

Em ji her demê pirtir nêzî serkeftinê ne, bi tenê em bikaribin zûtir bi kevin xeta Rêber APO û rihê ku osman-botan çêkirî bi temamî ji holê rakin, coş û rihê serkeftina APO’yî di kesayeta xwe de bidin rûniştandin. Tu tiştekî kêm tune ye, bi tenê em li her qadê bi hemû hêza xwe herin ser kar û di her gavê de  bi rêxistinî tevbiger in, em ê bigihînin serkeftina misoger.

Ev, wezîfeyeke li pêşîya me hemûyan e!

Kî dibêje ;” Bimire komplo, bijî Rêber APO”, divê di sala 25’an a komplo de pêşîn bi vî awayî komplo verişîne û biçe encamê.

Careke din hemû şehîdan bi minetdarî bi bîr tînim, bejna xwe li ber bîranîna wan ditewîn im. Derveyî felsefa Rêber APO jîyaneke din herame û ji xeyînî jîyaneke kole tiştekî din di jîyana pergalê de tune ye.