Ayşa Silêman/Qamişlo
Li herêma Cizîrê ji bo rêxistin kirina kar û xebatên welatiyan di milê çûn û hatinê de, di dawiya sala 2013`an de tirafîk hat avakirin, û jinê bi awayekî aktîv di nav de cihê xwe girt, roj bi roj kar û xebatên xwe berfirehtir kir û ji bo xizmeta civakê gavên girîng avêtin.
Ji bo xizmeta civakê di dawiya sala 2013`an de navendek bi navê ewlehiya civakê hat avakirin, paşî di sala 2014`an de navê wê veguherî navenda tirafîkê . wek tirafîk bi demê re kar û xebatên xwe pêşxist û gelek xizmet ji bo rêxistin kirina civakê kir.
Di derbarê kar û xebatê Tirafîkê de rêvebera Tirafîka Herêma Cezîrê Jiyan Hisên ji rojnameya me re axivî.
Zehmetiyên ku tirafîk dibîne
Rêveberiya tirafîka herêma Cizîrê Jiyan Hisên daxuyanî kirin ku gava jinê cihê xwe di nav tirafîkê de girt rastî gelek zehmetiyan hat û wiha got:” Civakê qebûl ne dikir ku jin bi vî karî rabe û erebeyan bi sekinîne û birêxistin bike lê bi demêre jinê xwe isbat kir ku dikare vê sîstemê bi rêve bibe di heman demê de civak neçar bû ku vê yekê qebûl bike û bibe alîkar bi me re. yek ji zehmetiyên ku tirafîk dibîne tengbûna riya ye û di heman demî de tinebûna rawestgeh û zêdebûna erebeyan di nav bajar de, hin ajokar hene zagonan binpê dikin û nabin alîkar bi tirafîkê re.”
Jiyan Hisên diyar kir ku hayanî niha tirafîkê gelek piroje pêk anîne û wiha got:” Me radar li ser rê danîne ji bo lezbûna ajokar û sembolên tirafîkê danîne ji bo kêmbûna kirîza tirafîkê di nav bajaran de, di heman demê de birûşûrên me hene em li ajokaran belav dikin, ev birûşûr ji bo ajokarên ku erebeyên wan bê ronî û ji bo zarokên temen piçûk yên ku erebeyan diajonin, dema ku ajokar van zagonan pêk neynin em li hemberî wan cezayên madî dispînin û erebeyên wan dikin bin ragirtinê de heya demek destnîşankirî.”
Projeyên tirafîkê yên di demên pêş
Rêvebera Tirafîka Herêma Cezîrê Jiyan Hisên dawî li axaftinên xwe anî û wiha got: “Di rewşa heyî de navenda tirafîkê gihaye asteke baş, êdî heval tora hundirîn bikar tînin ji bo qeydkirinê, diziya erebeyan,mator û kêmkirina qezayên ku bi hijmareke mezin çêdibin. Pirojeyên me yên dema pêş de me dest bi çêkirina riyên dirêj kiriye, bizmarên ronîkirî li riya bixin wek enîşk û xebte ji bo ku ajokar riya xwe nas bike, tevlî vê yekê perwerdeyên me hene her demekî em hijmarek ji endamên xwe rêdikin da ku bêtir kar nas bikin û birêve bibin. Hêviya min ji bo milet ku zarokên xwe hişyar bikin û di temenekî piçûk de erebeyan nekin destê wan de him ji bo silametiya wan him jî ji bo ev zagonên me binpê nebin.”