Rojnameya Ronahî

Rewşenbîr  û siyasetmedarê Kurd Nûredîn Zaza

Deriya Çiya/Qamişlo

Nûredîn Zaza di (15’ê sibata 1919’an li Madenê, Împeratoriya Osmanî- 7’ê çireypaşîn 1988 li Lozanê, Swîsra) ji dayik bûye. Ew kesayetekî ramyar, nivîskar, rewşenbîr, damezrêner û yekemîn serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê bû.

Dr.Nûreddîn Zaza di 15’ê Reşemî 1919’an de li bajarê Medenê -Tirkiyeyê ji dayîk bûye, dema ku ew biçûk bû tevî birayê xwe Dr. Ehmed Nafez ji Tirkiyê reviya û li Sûriyê penaber bû. Têkçûna şoreşa Şêx Seîd pîranî û Agriyê. Tirkiyê xwest ku welatparêzên kurd ji sînorên Sûriyê dûr bixe, ji ber vê yekê jî li ser daxwaza xwe Fransa ku wê demê Sûriyê kontrol dikir, ew li gel komek welatparêzên kurd der bi derî Şamê kir, Ji wan: Celadet û Kamran Bedraxan, Memdûh Selîm Bey, Hemze Maksî, Osman Sebrî… hwd, û li Şamê ji aliyê Elî Axa Zalfo Zaza, ku ji Kurdên Şamê bû, hatin pêşwazîkirin.

Nûredîn Zaza mirovekî welatparêz, dilsoz, çalak, ronakbîr û bawerî bi pir çandî û têgehên edalet, demokrasî û mafên mirovan e, jiyana xwe ji bo xizmeta doza Kurd terxan kiriye, di xizmetkirina civakê de roleke bi bandor lîstiye. Gelek çalakî li piraniya welatên ku lê niştecih bû pêk anî û li Şamê ew û hevalên xwe koma Kultûrî ya Kurdistanê bi serokatiya Xeyrî Zaza damezrand û Nûredîn Zaza bû sekreterê wê komê. Di sala 1944’an de çû başûrê Kurdistanê, lê li Mûsilê hat girtin û di girtîgehê de rastî işkenceyeke giran hat û piştî ku ji girtîgehê derket vegeriya Sûriyê. Ji ber vê yekê birayê wî ew razî kir ku ji bo xwendinê biçe Lubnanê, ji ber wê yekê ew çû Lubnanê û li zanîngeha Beyrûtê beşa Zanistên Siyasî û Darayî xwend û di wê demê de li Radyoya El-Şerq kar kir.

Çalakî û xebatên Nûredîn Zaza

Ew kujer û komkujyên mezin, ku dewleta tirk dijî gelê Kurd li Bakur û nemaze li Dêrsimê pêk tanî, Nûredîn di dil de têşîne. Û ew raporekê derbarî wan bûyerên xirab û hov dinivîse û dide pêşiya hevalên xwe ji xwendekarên dibistana fransawî li Şamê û çendek ji xwendekarê tara kurdan û diçin radestî balyozxaneyên dewletên biyanî dikin.

Di sala 1937’an de, dîse jî bi serokatiya Nûredîn, civateke xwendekaran bi navê Hêvî li Şamê tê damezrandin. Civata Hêvî, rihê netewî di nav xwendekarên kurd de geş dike û pirsa gelê xwe bi rê ya balyozxaneyên derve ku li Şamê heyî, digihîne Lîga Neteweyan.

Di paşiya sala 1937’an de, Nûredîn Zaza û çend hevalên xwe, tîmeke fûtbolê bi navê Kurdistan li Şamê çêdikin. Tîma Kurdistan pir xweş dileyize û pêlewaniya Sûrî distîne.

Nûredînê 20 salî, çalak û jêhatiyê di warê rojnamegeriyê de. Di nivîsên xwe de, ew tekez dike ser fêrkirina zimanê kurdî û di kovarên Hawar û Ronahî de berhemên wî hene. Mîr Celadet Bedirxan, çîrokên wî yên kurt bilind dinirxîne û wî weke Çexovê kurdan bi nav dike.

Bûyera kû di sala 1942’an de bi Nûredîn re di tirênê de qewimî bû (xwe ji tirênê avêtibû) û helwesta wî ya cesûr bi herdû mamosteyên tirk û cendirmeyan re, didin xuyanîn bê çiqas ew mirovekî zane û mêrxas bû.

Nûredîn, her û her amade ye ku tiştekî ji miletê xwe yê kurd re bike. Gava jê re dibêjin: Em dikarin te bigihînin nik seydayê Barzanî û komela Hêwa, ew yekser qebûl dike, û dev ji mal û mewdanên xwe diqere û diçe. Lê mixabin, wan li ser sînorê Sûrî bi Iraqê re digirin û salekê Nûredîn di girtîgehên Mûsil, Emara û Bexdayê de girtî dimîne.

Li Bêrûdê, sala 1945’an de, dema ku Nûredîn Zaza xwendina xwe li zanîngiha fransawî dike, ew şûna Mîr Kamîran Bedirxan di Radyoya Libnanê – beşê kurdî de digire û bi karekî mezin di behiskirina pirsa kurdî û ragihandina xeber û nûçeyan ji her çar parçeyên Kurdistanê dirabe. Piştî ku hikûmeta Libnanê beşê kurdî di Radyoyê de digire, Nûredîn dibistanekê şevane ji bo fêrkirine kurdên Libnanê ji zimanê kurdî re vedike.

Di sal 1947’an de, Nûredîn Zaza pileya Lîsans di zanistên siyasî de ji Zanîngiha Fransayê li Bêrûdê distîne û berê xwe dide Swîsreyê da xwendina xwe ya bilind bidomînê.

Li Swisreyê, qonaxeke nû û girîng di jiyana Nûredîn Zaza de dest pê dike. Ew çûye wir da ku xwendina xwe temam bike, lê pirsa miletê wî yê kurd di bîrê de ye. Wî li ser xwe ferz didît ku her xizmetê jê re bikê. Sekin ji Nûredîn re nîn e. Li Zanîngeha Lozanê, ew di ber xwendina xwe re, kurd û Kurdistanê bi xwendekaran dide naskirin. Gava dibîne ku xwendekarên kurd hewceyî rêxistinekê ne ku wan bide hev û bi heve girêde (da bikaribin bi awakî fermî dan û sitandin û têkiliyan bi berpirsiyarên swîsrî û rêxistinên biyanî re pêk bênin), ew komela xwendekarên kurd li Ewropayê sala 1949’an didamezrîne û dibe serokê wê û kovarekê bi sernavê Dengê Kurdistan derdixin.

Nûredîn Zaza û Partiya Demokrat a Kurdî li Sûriyê

Li Sûriyê, Nûredîn Zaza dibîne ku rewşa miletê kurd xirab e. Ji milekî ve, kurd ji nijadperestiya partiya Bea’s di metirsiyê de ne. Li milekî dîtir, Partiya Komunîsta Sûriyê, ya qaşo Internasyonalîst, xwe ji neteweya ereban re kiribû parêzer, lê li dijê kurdan derdiket, hinga doza mafên xwe yên neteweyî dikirin û ew bi şovînîzmê tometbar dikirin. Nûredîn Zaza dinivîse: “Di rewşeke wisa de, min avakirina rêxistineke ku karibe nasnameya gelê Kurd biparêze û doza mafê wan yên rewa bike, pêwîst didît. Li Şamê, xwendekarên Gemnazyom û dibistanan pêkanîna wê projeyê ji min dixwestin. Herweha, welatparêzên kevnare, mela, muxtar, û cotaryên sade di pêkanînîna wê projeyê de, pîşta min digirtin û di paşiya sala 1957’an de, ew xewin pêkhat û Partiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (PDKS) hate damezrandin.

PDKS, ji serokatiya xwe re, Nûredîn Zaza dihilbijêre û di demeke kurt de gelek kurd tevlî Partiyê dibin. PDKS, karekî mezin di warê siyasî û rewşenbîrî û civakî di nav kurdan de dike, ji lewra nav û deng û bandora wê xurt dibe di nav kurdan de. Lê di salên 1958 – 1961’ê de (dema yekîtiya Sûrî û Misrê), hikim di destê rêjîma Cemal Evdul Nasir ya dîktatûr de. Di wan her sê salan de rewşa siyasî, ewlekarî û aborî li Sûriyê kambax dibe. Berdevkê Nasir li Sûriyê Evdihemîd Elserrac û hêzên parastinê, te’dariyeke xirab li xelkê dikin û nemaze li kurdan û helbet li PDKS, ku hebûna wê weke metirsiyeke mezin li ser yekbûna dewleta erebî dibînin. Rêjîma Nasir, hemû bela û bêtarên xwe yên siyasî û aborî dike sukra gelê kurd de. Di çend rojan de, li dora 5000 endamên PDKS û serokê wê Nûredîn Zaza têne girtin. Piştî çendekê, behra mezin ji hevalan têne berdan. Nûredîn Zaza û 31 hevalê xwe di zindanên Helebê û Şamê (Mezê) de girtî dimînin. Girtiyên kurd gelekî têne lêxistin û îşkencekirin. Belê, behra mezin ji jiyana Nûredîn Zaza di siyasetê de çû. Lê di heman demê de, ew nivîskar û rewşenbîrekî mezin bû. Wî bi sedan gotar di rojname û kovarên kurdî yên mîna: Hawar, Ronahî û biyanî de nivîstibûn. Herweha wî Destana Memê Alan ji nûve çapkiribû û pêşgotineke hêja jê re nivîstibû û di sala 1982’an de, wî pirtûkek bi navê Ma vie de Kurde (“Jiyana min a Kurdî, yan jî Hewara miletê Kurd”) nivîstibû, tê de behsa jiyan û xebata xwe ya netewî di ber pirsa kurdî û Kurdistanê de kiribû. Herwisa Nûredîn Zaza giringiyeke mezin dida pirsa zimanê kurdî û pêşxistina wî. Di banga xwe de Nûredîn Zaza ji kurdan re gotibû: “Gelî Kurdan! Heger hûn naxwazin ji hev taromar û winda bibin, berî her tiştî zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê heger hûn dixwazin xwe nasbikin û xwe bidin naskirin û hezkirin, bi hevaltî û dostaniya miletên din bi pêş ve herin û bi rûmet û ser bilindî bijîn, dîse zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin.”

Salên dawî yên Nûredîn Zaza li Swîsreyê

Dr Nûredîn Zaza salên xwe yên paşî li Swîsrayê dimîne. Li wir, ew di sala 1972’an de bi keçeke swîsrî bi navê Gilberte Favre re dizewice û di 1973’an de kurekî wan çêdibe, nav Chango Valéry (Şêngo Valéry) lê dikin. Ji ber nakokiyên siyasî yên di navbera Nûredîn Zaza û hevalên wî de, wî tercîh kir ku ji partiya xwe vekişe û berê xwe da Ewropayê, ku ew bi salan ji aliyê hevalên xwe ve hate jibîrkirin! Dr.Nureddîn Zaza piştî jiyaneke têr û tijî çalakî, êş, koçberî, girtin, nivîsandin û wergerandinê, di 7/10/1988’an de li Swîsrayê, dûrî welatê xwe, bêyî ku para heqê mirovî û têkoşer e, werbigire, ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir. Ew li goristana Bois-de-Vaux li bajarê Lozanê hat veşartin.

Berhemên Nûredîn Zaza

-Destana Memê Alan, Swêd sala 1973.

-Ma vie de kurde, Lozan sala 1977.

-Keskesor, Weşanên Nûdemê, Stockholm, Swêd, sala 1995.

-Bîranîn, Avêste, Stembol-Amed 2008.

-Gulê, weşanên Lîs, Amed 2015.