Rojnameya Ronahî

Amedekariyên demsala Zivistanê di nava dorpêçê de

Bi hatina demsala zivistanê re hikumeta Şamê her ku diçe dorpêça xwe li ser koçberên herêma Şehbayê girantir dike. Ev dorpêç bandora xwe li ser tavahî aliyên jiyanê dike û rê li ber zehmetiyên mezin vedike.

Vîndar Roj/ Şehba

 Herêma Şehbayê ji plan û êrîşên dijmin bê par namîne. Ji bo dagirkirina vê herêmê dijmin bi hemû hêza xwe li ser radiweste. Di encama van pilanan de zêdetirî 6 sala ye rojana êriş li ser herêmê ye ku piraniya wan koçberên Efrînê ne tê kirin. Rojane êriş li ser herêma Şehba ji milê dagirkerên tirk û çeteyên girêdayî wê ve tê kirin û gelek welatî di encama van êrişan de şehîd û birîndar bûne. Hikumeta Şamê her dixwaze herêma Şehbayê careke din bixe bin serweriya xwe de û vîna gel bişkîne. Li ser vî bingehî zêdetirî 5 sala ye hikumeta Şamê dorpêça xwe li ser herêmê ferz dike û jiyana welatiyan dike nava xeterî û zehmetiyê. Bê guman ev yek bandora xwe li ser tavahî aliyên jiyanê dike û rê li ber zehmetiyên mezin him li ser saziyan û him jî li ser gel ava dike. Bi hatina demsala zivistanê re jî yekser pêwîstiya gel û zarokên dibistanan bi sotemeniyê heye, lê ji ber dorpêçê nayê peyda kirin. Girêdayî dorpêça hikumeta Şamê ya ku gel jê bêzar bûye endamê Kordînasyona Rêveberiya herêmî Mehmûd Reşîd ya Efrîn û Şehba û herwiha hevserokê desteya fêrkirin û hînekariyê mamoste Fadil Çawîş ji rojnameya me re axivîn.

“Hikumeta Şamê û siyaseta birçêbûnê”

Mehmûd destpêkê de bal kişand ser siyaseta Hikumeta Şamê û wiha got: “Siyaseta Hikumeta Şamê ya ku li ser herêmê dide meşandin, siyasetekî gelek qirêj û zirav e. Ev bû zivistana Şeşemîn li ser koçberên Efrînê re derbas dibe û her sal eynî polîtîka tê meşandin. Siyaseta dorpêçê weke siyaseta birçîbûnê mirov dikare pênase bike derveyî wê tu nav nîne. Her tim beriya demsala zivistanê pirsgirêk û zehmetiyan derdixe. Bi armanca vala kirina herêmê û destkeftiyên ku di herêmê de hatine bidestxistin careke din têk bibe û ewlehiya herêmê têk bibe. Her çiqas di aliyê siyasî de pilan bên kirin jî, lê belê yekser ev yek li ser rewşa sivîl, gel û zarokan bandor dike”.

Mehmûd anî ziman ku bê madeyên sotemeniyê jiyan nayê meşandin û wiha domand: “Zivistana derbasbûyî gelek giran bû li ser gel. Bi awayekî giştî madeyên sotemeniyê derbasî herêmê nekirin. Rêjeya ku derbas dibû jî gelek kêm bû û bi baceyên pir giran derbas dikin. Êdî di encama vê polîtîkeyê de gel neçar ma ku daran bibirin, rûxmî ku dar qutkirin ne ji çanda me ye. Lê di demsala zivistana qels de sivîl neçar man ji bo zarokên xwe vê yekê bikin. Hikumeta Şamê her tim bi van piratîkan herêmê ji her alî ve tengav dike û rê li ber pirisgirêkên civakî û alûziyan vedike. Rûxmî van zehmetiyan jî gel li ber xwe dide û li hember polîtîkeyên dijmin têdikoşin”.

“Siyaseta li ser Şehbayê tê meşandin derveyî pîvanên mirovî ye”

Mehmûd têkildarî kar û xebata şeredariyê û bê çarebûyîna wan li hember van polîtîkeyan ev yek anî ziman: “Di destpêka ku em derbasî herêma Şehbayê bûne de, rûxmî zehmetî û êşa koçberiyê. Lê belê rojê 6 saetan kehrebe dihat pêketin. Demsala havînê ji ber germahiya zêde saetên kehrebê dihatin zêde kirin. Gaz û mazot li ser gel dihat belav kirin. Lê ev bû 3 salin ku di rojê de 3 saetan tenê kehrebe li ser gel tê belav kirin. Îsal jî di havînê de derfetên ku em bi roj jenetoran pê bixin kêm bû. Herwiha herêma Şehbayê di gelek şeran re derbas bû, me hewil da ku riyên xerabûne herî kêm sererast bikin. Lê ji ber tune bûna sotemeniyê me temam nekir. Herwiha di aliyê paqijiyê de berê heftê 3 caran paqijiya gundan dihat kirin, lê di rewşa heyî de tenê hefê carekê paqijî tê kirin. Li gorî şert û mercên zehmet yên dorpêçê tişta ku em dikarin bikin ev in. Bê guman gelek kêm e, lê siyaseta li ser herêmê tê meşandin siyasetekî derveyî pîvanên mirovî ye”.

Bandora dorpêçê li ser xwendekaran

Girêdayî heman mijarê bandora dorpêçê li ser rewşa xwendin û xwendekarên dibistanan jî heye û girêdayî vê yekê jî mamoste Fadil wiha anî ziman: “Bandor û zehmetiyên dorpêçê çawa ku li ser gel tesîr dike. Xwendekar jî jê ne qutin. Dibistan di zivistanê de gelek sar in û zarok tehmûl nakin.  Zêdetirî 3 sala ye di encama dorpêça Hikumeta Şamê de mazot li ser dibistanan nayê belav kirin. Rêjeya ku belav dibe jî têra yek mehî nake. Demsala zivistanê şagirtên herêma Şebayê yê li ber sermayê derbas dikin. Herwiha di aliyê peyda kirina pêdiviyên xwendinê de em di heman zehmetiyan re derbas dibin. Peyda kirina qirtasiye û alavên xwendinê ji bo xwendekaran gelek zore û buhayê wan girane. Di heman demê de pirtûkên şagirtan derbas kirin bi awayekî gelek zahmet tê kirin. Di encamê de ev zehmetî hemû yekser bandora xwe li ser piskeolojiya xwendekar dike, lê ew jî di nava berxwedanê de tekoşînê dikin.