Rojnameya Ronahî

Parastina axa Sûriyê peywirekî neteweyî û exlaqî ye

Fener….

Idrîs Henan

Di van çend rojên bûrî de êrişên dijwar li dijî binesazî û destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji aliyê faşîzma tirk ve pêkhat. Bi awayekî hovane, bi kîn û dijatiyeke bê sînor, li dijî sivîlan êrîşên qirkirinê pêk tên. Dijminê tirk hewl dide bi rêya van êrîşan ewlehiya li herêmê têk bibe û jiyana milyonê mirovan û têxe xeteriyê û vîna gelan bişkîne. Di heman demê de çi deriyekî istiqrara siyasî, aborî û ewleyî hebe, bigire û hemû derfetên jiyana azad  û bi birûmet binoqîna gola dagirkeriya genî. Ji bo wê jî bike, bi hezaran hîncetan diafirîne. Dijatiya bê eslan jî wisa ye ku bi rêbaz û şêwazên dermirovî yên bê kok şerê te dike. Ji wê jî xirabtir ew e ku; her kes bi maska mirovatiyê li bûyerên qirkirinê temaşe dike û weke latan jî bê deng dimînin.

Di heman dem û roja êrişa li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, êrişeke xedar bi ser akademiyeke leşkerî ve li parêzgeha Humsê pêk hat. Di encamê de zêdetirî 300 kesan, sivîl jî di nav de, (kuştî û birîndar) bûn mexdûrê vê kiryara terorîstane. Xuyaye ku jêdera plana êrîşan yek navend e ku xizmetî heman armanc û daxwaza dewleta tirk a dagirker dike. Hemû hêzên li ser erdê jî di ferqa wê yekê de ne, lê ji ber nexşeya berjewendîperest bê deng û bê helwest in. Bi gotinek din, rêdana ji êrîşan re, şirîkatiya li ser erdê ya fîlî ye.

Êdî rola tirkiyê ya li Sûriyê û mekanîzmaya dijatiya wê ya sîstematîk ji gelên wê re baş zelal bûye. Her dera vî welatî veguherandiye golên xwîn, kuştin, wêrankirin û guherîna domografîk û siyasetên koçberkirinê ferz dike. Eser û şopên kiryarên wê belî ne ku hewl dide di sedsaliya Lozanê de, li herêmê “Qibrisbûneke nû” bide tivîkirinê û axa Sûriyê û Îraqê parçe bike û du parçeyên din ên Kurdistanê bikiritîne.

Vê dawiyê bi rêya itîfaqa nepenî û eşkere ya li ser plana li Dêrazorê hatibû destpêkirin, eşkere bû ku çendîn pirsgirêkên hêzên serdestiyê kûr dibin, ti carî bi gelan re li hev nakin. Rejîma li Sûriyê bi salan e li ber candanê ye, lê difin li jor girtiye û bi gelê Sûriyê re li hev nake. Berovajî wê yekê, dijatî û êrîşan hildibijêre û bi hêzên destwerdanê û dagirkeriyan re li dijî axa xwe ya neteweyî li hev dike û itîfaqan li pêş dixe. Tabloya li Dêrazorê qewimiye jî mînaka çors ya wê yek bû.

Îroj gelên Sûriyê divanka vê nêzîkatiyên desthilatdar didin û axa wan; parçe parçe, têye firotin û kiritandin. Lew re jî; êrîşên ku îro herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedef digirin, tenê gelên wê herêmê eleqedar nakin. Tevayî gelên li Sûriyê têkildar wê yekê ne. Çawa ku Sûriyê di maneya xwe ya cografî de, hebûneke neteweyî ya tevayî gelên Sûriyê ye, parastina wê jî erkeke neteweyî û şertekî welatparêziyê û yekparebûna axa Sûriyê ye.

Eger îro berxwedana li Bakur û Rohilatê Sûriyê weke mala giştî Sûriyê neyê hembêz kirin, eger hêzên demokrasiyê li Sûriyê nebin xwedî yek helwest û gotin û bi têkoşîna azadiyê re li dijî faşîzma tirk û çeteyên wê nebin yek blok, wê pêşeroja vî welatî şîlo be û dê kesek nikaribe ji bin barê wendabûna wê de derkeve. Îro jî parastina axa Sûriyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê berpirsiyeriyek neteweyî û peywirekî exlaqî ya tevayî pêkhate û heyînên li Sûriyê ye. Ancax bi vê hişmendiyê dagirkeriya li Sûriyê têk biçe.