Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Desteya Têkiliyên Derve: Êrîşên dagirkeriya Tirk, destkeftiyên gelan hedef digre

07/10/2023
in NÛÇE
A A
Desteya Têkiliyên Derve: Êrîşên dagirkeriya Tirk, destkeftiyên gelan hedef digre
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/Qamişlo

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyek da.

Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê li navenda xwe ya li bajarê Qamişlo girêdayî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser herêmê di civîneke çapemeniyê de  daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Desteya Têkiliyên Derve a Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê, Semer Elebdella ve hate xwendin.

Destpêkê Semer Elebdella wiha got: “Bi binpêkirina hemû nirx, pîvanên qanûnî û peymanên navneteweyî, dewleta Tirk a dagirker bi 30 balafirên keşfê zêdetirî 40 êrîşên esmanî pêk anîn, her wiha hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi balafirên şer hedef girtin û herêmên niştecih kirin hedef. Deverên hatine hedefgirtin jî wiha ne:

1- Kampa Waşokanî ya Hesekê û deverên niştecihbûnê yên derdora wê.

2- Stasyona El-Hamma li Hesekê ku avê dide Hesekê û gundewarê wê.  Her wiha stasyona avê li gundê El-Rekba ya di navbera Hesekê û Til Temirê de.

3- Armancrgitna bendava Çilaxa.

4- Gundê Tel Hebeş li Amûdê, gundê El-Tiweyla û gundê El-Derdara li Til Temr û Tel Cuma, ku di encamê de ziyanên madî ji pêkhateyên Suryan çêbûn û topbarana Um El-Xêr li heman deverê. Herwiha gundê Sirîn yê ku dikeve rojavayê Kobanê.

5- Cihên betrolê ji wan Girdahol, El-Qews, îstasyona Sêgirka ku hişt ji kar were rawestndin, îstasyona Seîdê, Xatûn El-Zeraba û  El-Ewda li Terbesbiyê jî  hatin armancgirtin.

6-  Kargeha Swêdê a xazê, stasyona  kehrebê li bendava Xerbî ya Hesekê, ku beşeke mezin ji Hesekê têr dike, hat armancgiritin. Herwiha stasyona elektrîkê li Qamişloyê, û stasyona veguhestina elektrîkê li Terbesbiyê û stasyona Amûdê jî . ku elektrîka Dirbêsiyê dide û stasyona avê ya Elûkê jê tê.  Ji ber vê yekê xisareke mezin li qereqolê û qutbûna elektrîkê li Alokê bû.

7- Kargehên avakirinê li Qamişlo û Kerbawî.  Her wiha herêma Ziwana li Şehbayê, 8 gundên Şêrwa û Şara yên Efrînê û herêmên Til Rifat û gundên Eyn Îsayê, bi çekên doçka li herêmên Cezîrê bi çekên doçka hatin bombebarankirin.  Çiyayê Gazwanê jî bi 4 mûşekan ji aliyê balafirên leşkerî ve hat hedefgirtin.  Her wiha herêmên Dirkê, Silosên Amûdê û Meşta Nûr ên Kobanî.

Sektorên xizmetguzariyê zerar dîtin, û hin cîh, di nav wan de neft, rastî gelek grevê hatin, ku bû sedem ku ew ji karûbarê derkevin, û herweha derdora hin nexweşxaneyên ku ji Covid-19 re hatine veqetandin  piştgirîya tenduristî ji xelkê re peyda dikin.

Di encama van êrîşan de şehîd û birîndar jî çêbûn, ji ber ku hejmara destpêkê gihişt 15 kesan, di nav wan de 8 sivîl, 6 ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Asayîşê, û şervanekî ji Hêzên Sûriya Demokratîk ku şehîd ketibûn, û herwiha 10 birîndar bûn, ji wan 8. sivîl, di nav wan de zarokek, û du ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn – Asayîşê.

Dewleta Tirk a dagirker bi awayekî hovane û dûrî zagon û peymanên navndewletî heta niha zêdetirî 40 caran  êrîşên azmanî bi 30 frokên bêajokar li ser bakur û rojhilatê Sûriyê pêk aniye. Ku di serî de li ser wargehên penaberan, meheteyên av û elektrîkê herwih munşeatên xazê ”

Herwiha di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bêdengiya navneteweyî û wiha hat domandin: Tirkiye ji  4’ê vê mehê ve, bi bêdengiya hêzên navdewletî û  navend û cihên sivîl, stasyonên neft û elektrîkê, nexweşxane, stasyonên avê, kampan bombebaran dike.Ev  kiriyar ji bo tolhildana têkçûna  DAIŞê ye. Herwiha li dijî serkeftina gelê me li hember pilanên fitne û wêrankirinê yên ku Tirkiye û hevkarên wê li tevahî Sûriyê piştgirî dikin e.

Daxuyanî wiha bi dawî bû: ” Em weke Desteya Têkiliyan destnîşan dikin ku pêwîste hemû hêzên navnetewî yên sûrî bi helwestek zelal li dijî van kiryarên ku dewleta Tirkiyê li Sûriyê dike, derkeve. Ji bo were diyarkirin, dagirkeriya Tirk dewleteke keysebaz e û yekîtiya gelên sûrî hedef digire. Herwiha xwedî pirojeyeke dagirkirina xaka Sûriyê ye. Wekî din jî divê Civata Navdewletî, Neteweyên Yekbûyî, Meclisa Ewlehiyê û rêxistinên mafên mirova ji van êrîşan bêdeng nemîn. Ji ber ku di asta yekem de xeteriyê li ser destkeftiyên gelên Rojava û Sûriyê çêdike û wê ev êrîş û encamên wê, dê bandoreke neyînî li çareseriya kirîza Sûriyê bike. Lewma divê gelê jî bi hemû pêkhaiyên xwe yekîtiya xwe li hemberî dagirkeriya Tirkî bidin nîşandan. Herwiha em tekez dikin ku têkbirina dagirkeriya Tirk riya çareyê ji bo bidawîkirina kirîza Sûriyê ye. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.