Rojnameya Ronahî

QSD′ê bîlançoya êrişan aşkera kir

QSD′ê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir û ragihand ku di êrişan de 15 kes şehîd bûn.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aşkera kir.

Daxuyanî wiha ye:

′′Dewleta Tirk a dagirker di 5ê cotmehê de êrişeke berfireh li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin û çalakiyeke li Enqereyê wekî hincet nîşan da, lê têkildarî tawanên li dijî hêzên me ku yên çalakî kirine ji herêmên me ne, tu delîl nin in.

Di êrişa nemerdane ya xedar de piraniya saziyên xizmetguzarî, aborî, stasyonên enerjiyê (Petrol û Kehrebe), av, hin baregehên leşkerî, îşaetên medenî û gundên tijî sivîl hatin hedefkirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi van êrişên xwe yên dijminane hewl dide qeyranên xwe yên civakî, aborî û siyasî yên li Tirkiyeyê binixumîne û derxîne derve. Ji vê zêdetir her tim hewl dide dagirkeriya xwe rewa bike.

Dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên dijminane de, zêdetirî 30 balafirên bê mirov ên bi çek bi kar anîn û di saetên êvar û şevê de piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi balafirên şer kirin hedef. Herwiha deverên niştecihan, navendên xizmetguzariyê û yên sivîl bi çekên giran topbaran kir. Li dijî gundewarên başûrê Efrînê, herêmên Şehba, Minbic, Kobanê, Eyn Îsa, Til Temir, Zirgan, Hesekê, Qamişlo, Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê êrişên hewayî pêk anîn. Di encamê de hejmareke sivîl û leşker şehîd bûn û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha ziyanên mezin bi navendên xizmetguzariyê bûn.

Ev êrişên xedar ên dewleta Tirk a dagirker tevahî erdîngariya Sûriyeyê û tevahî pêkhate û gelên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryanên xwe dike armanc.  Li aliyekî din rêxistina DAIŞ’ê  a terorîst zindî dike û hêzê dide wê da ku çalakiyên xwe yên terorî zêde bike. Ev yek jî xetereyeke mezin li ser herêmê û tevahî cîhanê çêdike.

Em diyar dikin ku hêzên me (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) mîsyon û erka xwe ya parastina gel û ewlehiya xaka xwe pêk tînin. Ev êriş  û dijminatî îsrara me ya parastina herêmên me û xelkê me zêdetir dike.

Em tevahî gelên herêmê silav dikin ku li hemberî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker sekinîne. Ev yek nîşan dide ku ruxmî êrişan gelê me bi xak û axa xwe ve girêdayî ye.

Herwiha em teqez dikin ku em ê bersiva tevahî êrişên li ser ewlehî û istiqrara herêmên xwe bidin. Çalakiyên ku hêzên me kiribûn di çarçoveya bersiva li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên me pêk hat.

Hêzên Koalîsyona Navneteweyî droneke dewleta Tirk a dagirker ku nêzî baregeheke wê bibû kir hedef. Lê ji koalîsyon û Rûsyayê tê xwestin ku helwesteke zelal li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîl, saziyên xizmetguzarî û medenî yên giştî bidin.

Bîlançoya êrişan wiha ye:

Hejmara şehîdan: 15. Di nav de 8 sivîl, 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn ku bi parastina deverên xizmetugariyê erkdar in, şervanekî QSD′ê hene. Herwiha hejamrek birîndar bûn.

1-Bajarokê Til Temirê û gundewarên wê:

-Balafira bê mirov a  bi çek a dewleta Tirk a dagirker stasyona avê ya li gundê Tewîla bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî çêbûn. Di heman demê de gundê Rikuba hat hedef girtin û ziyanên madî çêbûn.

– Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker baregeha hêzên ma ya li nêzî gundê Dirdara bombebaran kir û di encamê de ziyanên madî çêbûn.

2-Bajarokê Amûdê û gundewarê wê:

– Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker gundê Til Hebeşê bombebaran kir. Di encamê de 6 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn û 2 endam birîndar bûn. Herweha stasyona ceyranê ya li Amûdê hate bombebaran kir.

-Herweha ji milê dagirkeriya tirk ve û bi hawan û obîsên giran gundên Bobî û Dabat Ebdullah û Mişêrfê topbaran kirin.

3-Bajarê Qamişlo û gundewarê wê:

-Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek stasyona ceyranê ya li Qamişlo kir hedef. Di encamê de ziyanên madî çêbûn û depoyeke pîşesaziyê bombe kir û ziyanên madî bi depoyê bûn û aşê bûzê yê li derdora gundê Girbawî hate bombebaran kirin.

– Gundê Til Xatûn yê girêdayî bajarokê Tirbespiyê bi balafirên bê mirov ên bi çek hatin bombebarankirin. Stasyona petrolê ya li gundê Mizgefê hate bombekirin. Di encamê de ziyanên madî çêbûn.

– Cihekî aborî ji aliyê balafira bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker hat bombekirin û ziyanên madî çêbûn. Li Tirbespiyê 4 deverên petrolê hatin bombebarankirin. Di encamê de sivîlek şehîd bû. Herwiha yek jê zarok bi giştî 5 kes birîndar bûn.

-Stasyona ceyranê ya li Tirbespiyê hat hedefkirin û ji xizmetê derket.

4-Bajarê dêrikê û gundewarên wê:

– Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Çilaxa bombebaran kir. Stasyona Al Qews jî hat hedefkirin û ziyanên madî çêbûn.

-Di saetên êvarî de gundên Xana Serî û Sêgirka û stasyona ceyranê yên li bajarokê Çilaxa 7 caran ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hatin bombebaran kirin û nexweşxaneya Korona ya li gundê Girê Vira hate hedefkirin. Di encamê de 2 karkerên nexweşxaneyê birîndar bûn. Stasyona derxistina ceyranê ya li Siwêdiyê 8 caran bi balafirên bê mirov ên bi çek hat bombekirin û ji xizmetê derket.

Bajarê Hesekê:

– Balafirek bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker kargeha remlê ya nêzî gundê Mişêrfê bombebaran kir. Di encamê karkerekî şehîd bû û 3 karkerên din birîndar bûn. Herweha erebeyek jî hate bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de 2 şervanên me  bi sivikî birîndar bûn.

– Balafirek bê mirov a bi çek  derdora kampa Waşûkanî ya koçberên Serêkaniyê kir hedef. Di encamê de sivîlek şehîd bû û 2 sivîl birîndar bûn.

6-Herêma Firatê:

–  Dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bê mirov a bi çek li bajarokê Çelebiye yê navçeya Eyn Îsayê  motorsîklêtek bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 2 sivîl şehîd bûn û 2 birîndar bûn. Herweha bajarokê Sirînê jî hate bombebaran kirin. Di encamê de sivîlek şehîd bû û 2 sivîl birîndar bûn. Baxçeyên sebzeyan ên li nêzî bajarokê Sirînê jî hat bombebaran kirin. Di encamê de 2 karkerên sivîl şehîd bûn.

7-Minbic

Artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran û obîsan gundên Girhiyok, Kokilî, Qertwêran, Mihsinlî, Seyada, Ewn Dadat, Cat, Şêx Yehya û Qereqozaq topbaran kirin. Di encamê de şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê şehîd bû.

8-Gundewarê başûrê Efrînê û herêmên Şehbayê:

-Artêşa Tirk a dagirker nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li gundê Meyasa yê navçeya Şêrawayê bi balafira bê mirov a bi çek bombebaran kir. Di encamê de 2 leşkerên hêzên hikumeta Şamê birîndar bûn û gundê Zîwanê yê Şehbayê Jî bi çekên giran hate topbaran kirin.

-Dewleta Tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifetê ya herêma Şehbayê bi çekên giran topbaran kir. Gundê Meranaz ê navçeya Şerayê yê başûrê Efrînê, herêma navbera gundên Til Cemal û Ziyaretê yên navçeya Şêrawayê bi çekên giran topbaran kir. Gundên Meyasê, gundê Mezin, Kalûta, daristana Soxanekê û Bênê yên navçeya Şêrawayê, her wiha gundên Meranaz, Şewarxa û Kiştar ên Şerayê yên  li başûrê Efrînê bi çekên giran topbaran kirin.′′