Rojnameya Ronahî

KCK: Divê komploya navneteweyî were bidawîkirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê got: “Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin. Ji bo bi dawîkirina komploya navneteweyî, divê gelê Kurdistanê û dostên wê têkoşînê geş bikin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê destnîşan kir ku bi têkoşîna li dijî komployê zanebûna azadiyê hîn zêdetir pêş ketiye û têkoşîna gelê Kurd bûye gerdûnî û got: “Êdî tişta ku ji vir û şûn de were kirin, şikandina tecrîda li Îmraliyê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi dawî kirina komploya navneteweyî ye.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a Komalên Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku dikeve sala 26’emîn de, daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“25 sal di ser komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Apo derbas bû. Em careke din bi nefret û tundiyeke mezin komploya navneteweyî ya ku di plana qirkirina Kurdan de hatiye kirin û hemû hêzên ku di komployê de cih girtine şermezar dikin. Em hemû şehîdên şoreş û demokrasiyê yên ku bi pêşengiya hevrê Halît Oral û Aynûr Artan bi dirûşmeya ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ li dora Rêber Apo çembera agir çêkirin, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Keda mezin û bîranînên şehîdan meşaleya ku rêya me ronî dike ye. Em di rêya ku ew ronî dikin de dimeşin û ber bi pêş ve diçin. Bi vê wesîleyê em careke din soza xwe ya têkoşîn û serkeftinê didin şehîdan.

Li dijî komployê em di nava têkoşîneke bênavber de ne

Weke gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd ev 25 sal in li dijî komploya navneteweyî em rêya têkoşerên ‘Hûn Nikarin Roja Me Tarî Bikin’ dimeşin û li dijî komployê di nava têkoşîneke bênavber de ne. Gelê Kurdistanê zû pê hesiya ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li dijî wan pêk hatiye û ji destpêkê heta roja îro li hemberî komploya navneteweyî helwesteke tund nîşan dan û xwedî li Rêber Apo derket. Ev helwest û piştgiriya gelê Kurd îro li hemû cîhanê belav bûye; gel, jin, ciwan û hemû bindest piştgiriyê didinê. Weke tevgera azadiya Kurd em careke din di salvegera 25’emîn de komplo û hêzên komploger şermezar dikin û gelê Kurdistanê yê welatparêz ku 25 sal in li dijî komployê di nava têkoşîn û çalakiya bênavber de ye û li ber xwe didin û bi dilsoziya bi Rêber Apo re, pûçkirina komployê ji xwe re kir armanca bingehîn, pîroz dikin. Herwiha em spasî û silavên xwe ji her kes, gel, jin, ciwan, dost û hemû hêzên demokrasiyê yên li Rojhilata Navîn û cîhanê yên ku li dijî komployê helwest girtine, bi gelê Kurdistanê re di nava piştevaniyê de ne, dikin.

Divê mirov hîn zêdetir rastiya komployê fêm bike

Ji bo ku di şexsê Rêber Apo de komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd bi temamî were pûçkirin, pêwîstî bi fêmkirina rastiya komployê û sedemên vê komployê heye. Ji ber ku di serî de DYE û Îsraîl gelek hêz beşdarî komployê bûn. Ne tenê cih girtin, komployek wiha plan kirin û pêk anîn. Ji ber vê yekê komplo di asta navneteweyî de pêk hat û di wê astê de encamên wê derketin. Bêguman serdema 9’ê Cotmehê di encama ferzkirinên dewleta Tirk de pêk hat. Dewleta Tirk di bin bandora zihniyeteke antî-Kurd de, bi armanca tepisandina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û qirkirina Kurdan, tev geriya. Ji bo vê jî weke îro zext li her kesî kir ku piştgiriyê bide polîtîkayên qirkirina Kurdan. Gelek hêz ji bo ku ji vê helwesta dewleta Tirk sûd werbigirin, piştgirî dan helwestên li dijî Kurdan û Rêber Apo. Weke ku tê zanîn di wê serdemê de dewleta Tirk helwestek li hemberî Sûriyeyê nîşan da û eşkere nîşan da. Helbet dewleta Tirk li gorî piştgiriya ku ji DYE û Îsraîl girtibû ev helwest girt û gefa şer li Sûriyeyê xwar. Ji ber ku Rêber Apo dizanibû ku şerekî bi vî rengî bi armanca pêkanîna planên hêzên modernîteya kapîtalîst ên Rojhilata Navîn e, ji bo pêşî li pêvajoyeke bi vî rengî bigire, biryara derketina ji Sûriyeyê da û di 9’ê Cotmeha 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Dema ku Rêber Apo biryara derketina ji Sûriyeyê da, di heman demê de armanca çareseriya pirsgirêka Kurd jî derbasî platformeke siyasî bû û ji bo vê jî çûyîna Ewropayê guncaw dît. Rêber Apo difikirî ku li Ewropayê xebatên bi vî rengî dikarin bên kirin û ji bo çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd piştgirî wê were dayîn. Lê mixabin DYE û Îsraîlê komployeke navneteweyî xist dewrê û pêşiya pêvajoyeke wiha hat girtin. Weke ku tê zanîn ev pêvajo bi pêkanîna komploya navneteweyî bi encam bû.

Hêzên ku komploya navneteweyî plan kirin û meşandin, DYE û Îsraîl bûn. Ji ber ku xeta Rêber Apo li pêşiya planên ku DYE dixwaze bi rêya Kurdan pêk bîne asteng e û li dijî sîstema Rojhilata Navîn a li ser bingeha ewlekariya dewleta Îsraîlê ye, DYE û Îsraîlê planek bi vî rengî çêkirin û bi destê NATO’yê ev plan hat meşandin.

Heta ku encam tê wergirtin, divê her kes têbikoşe

Gelê Kurd û dostên wê ev geşedan derxistin holê û berovajî bendewariyên hêzên komploger, encam afirandin. Êdî tişta ku ji vir û şûn de were kirin, bi helwest, bertek û çalakiyeke hîn xurttir şikandina tecrîda li Îmraliyê, pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bi dawîkirina komploya navneteweyî ye. Em dibînin ku di gelê Kurd û dostên wê de ev îrade û helwest pêş dikeve. Teqez divê em vê îradeyê danin holê û komploya navneteweyî bi dawî bikin. Hetanî îro bi têkoşîna hatî dayîn, pêşî li armanca komployê hat girtin û hat îspat kirin ku di encama têkoşîna li dijî komployê geşedanên mezin hatin afirandin. Wê demê ji bo em armanca xwe pêk bînin, divê em têkoşîna xwe hîn geştir bikin. Li ser vî bingehî em bang li hemû Kurdistaniyên welatparêz, ciwanên Kurdistanê yên welatparêz, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jinan, hêzên demokratîk, dost, karker, kedkar, gundî û hemû civakên çewisandî dikin ku li dijî komploya navneteweyî têkoşînê geştir bikin û heta ku encamê werdigirin, vê helwestê bidomînin.”