Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Welatiyên bajarê Qamişlo êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin

07/10/2023
in NÛÇE
A A
Welatiyên bajarê Qamişlo êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Dewleta Tirk a dagirker di 5’ê Cotmehê de careke din dest bi êrîşeke hovane li ser bnesaziya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir. Welatiyên bajarê Qamişlo, êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrîşan şermezar kirin.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê di demên dawî de zede bune, herwiha dewleta Tirk a dagirker ji 5’ê Cotmehê ve li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi belafirên xwe yên bê mirovî binesaziya herêmê bombebaran dike. Dagirkeriyê li gelek bajar û herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê sitasyonê elektirîkî, stasyonê avê, navendên berhemkirina betrolê û ambarên genim dike armanc. Armanca dagirkeriya ya sereke têkbirina binesaziya herêmê û qirkirina gel e.

Li hemberî van êrîşên hovane jî, gelên herêmê her dem asta berxwedanê bilintir dikiin û girêdana xwe ya bi axa welat re bihêztir dikin.

Li ser vê bingehê welatiyên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn û êrîşên dagirkeriyê bi tûndî şermezar kirin.

Welatiya bi navê Menal Hacrî nerazîbûn nîşanî bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî êrîşên ser herêmê da û wiha got: “Bêdengiya dewletên navnetewî ya li hemberî sûcên dagirkeriya Tirkiyê ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyê pêk tîne, nîşanî me dide ku ew hevparê êrîş û planên tunekirina gelên herêmê ne. Divê civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan li hemberî van sûcan bêdeng nemîne û bi erkên xwe yên mirovî rabin, herwiha komkojiyê ku bi destê dewleta tirk ve tên kirin, rawestînin.”

‘Hedefgirtina binesaziyên jiyanî sûceke dijmirovî ye’

Menal di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi istiratîjiya şerê gelê şoreşgerî berxwedanê dimeşîne û wiha got: “Em bi şerê gelê şoreşgerî pêştgirya hêzên xwe yên leşkerî û Rêveberiya Xweser dikin, herwiha bi berxwedana xwe armanca Erdogan a qirkirina gel pûç bikin. Êrîşên dewleta Tirk û hedefgirtina sazî û binesaziyên jiyanî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê sûcekî dijmrovî yê hereî mezin e û divî dagirkerî li ser vî sûcî bê dadgehkirin.”

‘Gelê têkoşer têk naçe’

Manal Hacrî destnîşan kir ku çiqas dewleta Tirk a dagirker çekên giran bikar bîne û êrîş bike, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê li ber xwe bidin û wiha got: “Ciqas cîhan bêdeng be jî, em ê li hemberî dagirkeriya Tirk û hemû aliyên hevkarê wê li ber xwe bidin. Em wekî jin, zarok, kal û pîran, em ê welatê xwe biparêzin û ev ax axa me ye û gelê mafdar têk naçe.”

‘Kîna gel li hemberî dewleta tirk zedetir dibe’

Welatiya bi navê Manal Hicrî di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Tevî hemû êrîşên li dijî gelê me yên bakur û rojhilatê Sûriyê tê meşandin, girêdana wan bi doz û axa xwe re zêde dibe, destkeftiyên şoreşê re wê îradeya wan neyê şikandin û li ber xwe bidin, li qadan û li kêleka hêzên xwe berxwedanê nîşan bidin. kîna me li hemberî dewleta Tirk hîn zede tir dibe. Li hemberî zilmê em ê dest ji destkeftiyên xwe bernedin.”

‘Bang me ji bo dewletên navnetewî ku bi ereka xwe rabin’

Di heman çarçoveyê de şanogerê bi navê Cûma Hisên diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze kurdan tune bike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker armanca wî ewe ku kurdan tune bike û bin dest bihêle, lê em tu carî tune nabin, her wiha em dixwezin dengê me bigihîje dewleta Tirk ku kurd niha ne wekî kurdên berê ne, emê heya dawî li berxwe bidin û tekoşîn bikin, li ser vê bingihê em bang li dewletên navnetewî dikin ku li hemberî van êrîşên hovan bisekinin, di heman demê de bang me ji bo hemû hunermendên kurd ku wekî kesayêtên kurd bi erkê xwe yên welatparêzî rabin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.