Rojnameya Ronahî

‘Paqijkirina derdorê erka her welatiyekî ye’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Şaredariya gel a bajarê Qamişlo di 9`Îlonê de dest bi pengava paqijikirina bajêr kir. Endamê Ofîsa Cîbcîkar ya a beşê Paqijkirinê ya şaredariyê Emîn Cedû’i diyar kir ku armanca wan ji pengavê paqijkirina bajêr û belavkirina çanda paqijiyê ye û got, paqijkirina bajêr û derdorê erka her welatiyekî ye.

 Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê û damezrandina Rêveberiya Xweser gelek pingav hatin avêtin, yek ji wan pingavan jî Şaredariya Gel Ya bajarê Qamişlo ku di sala 2012’an de hatiye avakirin. Şaredariya bajarê Qamişlo jî weke hemû şaredariyên bajar û navçeyên din yên bakur û rojhilatê Sûriyê, ji bo parastina ekolojî û pqijiya bajêr, rewşa av, rê û kolanan rojane kar û xebateke mezin dike. Herwiha Şaredarî li gorî derfetên xwe pirojeyên xizmetguzariyê yên ji bo gel pêk tîne. Şaredariyî xebatên rêvebirin û pêşkêşkirina xizmetguzarî yên civakê weke ekolojî, paqijî, sîstema riyên bajar û gundewarên wê û gelek karên din bênavber dide meşandin. Bi armanca parastina paqijiyê şaredarî her sal dest bi pengavên paqijiyê dike. Herî dawiyê  di 9`ê Îlonê de pêngava paqijkirina bajêr ji aliyê Şaredariya bajarê Qamişlo hat destpêkirin û heta niha jî didome.

Derbarê pengava paqijiya bajarê Qamişlo ku ji aliyê şaredariya bajêr hatioye destpêkirin, endamê Ofîsa Cîbcîkar a beşê paqijkirinê ya Şaredariya bajarê Qamişlo  Emîn Cedû’i ji rojname me re axivî.

Emîn Cedû’i diyar kir ku ji bo paqijkiorina bajarê Qamişlo  wan dest bi pengava paqijiyê kir û wiha got: “Di 9` Îlonê de me dest bi pengava paqijiya bajara Qamişlo bi giştî kiriye û heta niha jî berdewame. Herwiha pêngava paqijiyê  ji taxa Qidorbek ve hat dest pê kirin û heftîke di vê taxê de pêngav dewam kir, piştire em derbasî taxa Kornîş bûn, ew jî 4 rojan paqijiya wê dewam kir. Niha em di taxa xerbî de ne ew jî nêzî heftiyekê wê dewam biki. Taxên ku dimînin li pêşiya me taxa Cûdî, Enteriyê û Hilêliyê ye, ji xwe pengavên me yên paqijiyê her dem berdewamin. Pingava me paqijkirina bajare ku em çanda paqijiyê di nava gel de balav bikin, ji bo wê jî pêwîste ku welatî jî bi me re alîkar bin û her kes derdora xwe paqij bike.”

‘Em ê bi hev re bajarê xwe paqij bikin’

Endamê Ofîsa Cîbcîkar beşê Paqijiyê ya Şaredariya bajarê Qamişlo beşê paqijkirinê Emîn Cedû’i axaftina xwe wiha qedand: “Di taxa xerbî de nêzî 40 karmend û di ya şerqî de jî nêzî 90 karmedinî kar dikin, herwiha ji derveyî paqijkirina bajar jî, me Çemê Ceqceq jî paqij kir. Ji xwe astengiyên ku li pêşiya me derdikevin, tinê pêwîste ku welatî bi mere bibin alîkar. Bangewaziya me ji bo tevahî welatiyan ku her kes derdora xwe paqij bike û alîkariya şaredariyê bikin.”