Rojnameya Ronahî

Hewl didin hindirê Sûriyê tevlîhev bikin

Zekî Bedran

Em di nivîsên xwe de diyar dikin ku hêza Sûriyê ber bi zivrînokek xwînê ve dibe Tirkiye ye. Lê ev mijar qasî tê xwestin nehatiye lêkolan û encamên wê dernexistine holê. Tirkiyê di destpêka şerê navxweyî de rolek wêranker lîst, lê bi vê re sînordar nema. Niha yek ji astengên li hemberî çareseriya pirsgirêka Sûriyê Tirkiye ye. Bakur û Rojhilatê Sûriyê her tim di bin gefa dagirkeriya Tirkiyê de ye. Heman demê de li herêmên dagir kirine tunekirina nîjandî dike û tu sûc nehêleya ku nekiriye.

Tirkiye ji aliyekê ve zextê li DYE û Koalîsyonê dike, li aliyekî zextê li Rûsya û Îranê dike. Hewl dide tevahî  hêzên bi bandor li hemberî Kurdan û rêveberiya xweser bîne ba hev. Bi biryare ku tevahî rêyên çareseriyê yên ku Kurd di navê de ne ji derve bihêle. Li şûna çareseriyê, bi derxistina pêveçûnên nû, tevlîhevî û provekasyonan ve mijûl e.

Rêveberiya Beşar Esad jî salên dirêj di bin gefên dijwar ên dewleta Tirk de ma û rastî xebatên wêranker hat. Bi dehhezaran hêzên çekdar di bin navê SMO’yê de rêxistin kir û ev weke alternatîfa hikumetê nîşan dan. Vana weke muxalefeta Sûriyê difroşe. Beşek girîng ê van çeteyan bermayên DAIŞ û El- Nûsrayê ne. Tevahiyan di bin navê Îxwaniyan de dicivîne, boyax dike û dixe bazarê.

Niha zorê li Esad dikin ku bi Erdogan re li hev bike. Li Astanayê, Rûsya û Îran jî di nav de, hêzên di kombûnê de, rêveberiyên xweser ên welatiyên Sûriyê avakirine ne rewa îlan kirin. Bêguman ev rewşek pir balkêş e. Ev taybet jî daxuyaniyek ku Tirkiyê dixwest bû. Tirkiye hatiye û herêmek berfireh dagir kiriye, lê ji wê re nabêjin ne rewa. Bêguman ev dagirkeriyê rewa dike. Ji bo vê temam bikin jî xwestin Esad bi Erdogan re bînin ser masê. Esad got ku ew vê napejirîne. Got, bila Tirkiye leşkerên xwe vekişîne, em ê paşê hevdîtinan çêbikin. Erdogan û wezîrê Parastinê yê Tirk li hemberî vê wiha gotin, “Na em venakişin. Heta pirsgirêka li Sûriyê çareser nebe em dernakevin, em li hemberî terorê têdikoşin”. Yê ku dagir dike û terorê dimeşîne ew bi xwe ye, tu çareseriyên ku Kurd nav de bin napejirîne û gefên dagirkeriyek nû dixwe. Bi vê israra êrişkarî û dagirkeriyê dê pirsgirêka li Sûriyê çawa çareser bibe? Diyar e ku navnîşana herî mezin a bêçareseriyê Tirkiye ye.

Rêveberiya Esad jî di bêçareseriyê de israr dike. Ji bo wî jî çareserî ji holêrakirina rêveberiya xweser e û daxwazên gel ên demokratîk dide aliyekî. Dibêje, her çawa be dê DYE hêzên xwe vekişîne, wê demê ez ê Rêveberiyên Xweser û kesên demokrasiyê dixwazin tesfiye bikin. Di hişmendiya wan de tu guherîn çênebûye. Çareseriya ku fêm dikin dîsa yekpartîbûn û navendîbûn e, pergala beriya 2011’an e. Tu daxuyanî û niyeta wan a ji bo hiqûq, demokrasî û pêşxistina azadiyan tune ye.

Rêveberiya Esad  ji bo rewşa heyî  biparêze û xwe li ser lingan bigire hîn jî neçare xwe bispêre Rûsya û Îranê. Îran ji bo alîkariya bi rêveberiya Esad re hatiye û hewl dide wî li ser lingan bihêle. Ev têkilî  û tifaq  ji bo hikumet û berjewendiyên wan ên hevpar tê fêmkirin. Lê di pratîkê de kiryarên Îranê bi van re ne sînordar in. Di rewşek awayî de tu rêveberî destûr nade ku dewletek din di nava axa wî de xwe rêxistin bike û bi tevna civakî bilîze. Îran mezhebê Şîa di nava Erebên Sûnî de belav dike. Hewl dide bixe bin bandora hêza milîs a bi navê Dîfa El Wetenî. Dibêjin milîsê bi navê Abdulqadir Hemo yê li Hesekê zilamê Îranê ye. Vî kesî kesên rayedar guhdar nekirin û li navenda bajar pevçûn derxistin. Vî kesî ji hişbirê bigire heta çetewariyê tiştek nekirî nemaye. Rayedarên hikumetê destê xwe nedidanê.

Mijarek weke vê li Dêrazorê derket holê. Dema QSD bi ser hinek kesên ku bûne çete de çû, hêzên Îran û Sûriyê demildest  ketin tevgerê û bûyer polîtîze kirin.  Ji bo istiqrara li herêmê xirab bikin ketin tevgerê. Gotin eşîrên Ereb li dijî QSD’ê rabûne û netewperestî har kirin. Ji herêmên di bin destê hikumetê de hêzên çekdar şandin herêmê. Bi hewan, top û fûzeyan alîkarî dan van çeteyan. Bi dehan mirovî vala vala jiyana xwe ji dest da.

Rayedarên Tirk jî heman ziman bi kar anîn û ji herêmên dagir kirine çete şandin herêma Dêrazorê. Li dijî QSD’ê kampanya dan destpêkirin. Bi Dêrazorê re êrişî Minbicê kirin. Li wir jî bi dehan mirovan jiyana xwe ji dest da.

Weke tê dîtin, ev hêzên di armanca wan de desthilat û serwerî heye, pirsgirêkek wan a weke aştî û demokrasiyê tune ye. Li şûna ku birînên gel bipêçin, birînên nû vedikin. Her tim parastin û istixrar tê derbkirin. Ji bo gelê Sûriyê van lîstokan û propogandayên  reş vala derbixe, ji derveyî yekîtî û berxwedanê tu rêya wê tune ye.