Rojnameya Ronahî

Kodên Çalakiya Enqerê

Farûk Sakik

Di 1’ê Cotmehê de dema nûçeya lezgîn ya li Enqereyê çalakiyeke fedayî pêk hat derbas bû, tu kesî texmîn nekir ji tabûra nemiran 2 gerîlayên Kurd Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn, 2 meh berê ji hevalên xwe xatir xwestine û ber bi Enqerê ve bi rê ketine.

Hemû îstixbarat û teknîka wan a pêşketî berteraf kiribûn û hatibûn Enqereyê.

Heger ew roj dîmenên çalakiyê di medya de cîh negirtina wê ew lehengiya 2 fedaiyan ji aliyê dewleta dagirker ve bihatina manîpulekirin.

Jixwe di destpêkê de gotin ev çalakiya di navbera mafya, dewlet û Soylu de qewimiye. Haya civakê tunebû ku şerê dagirkeriya Kurdistanê dewam dike. Ji wan re hatibû gotin ku PKK hatiye tunekirin.

Lê piştî van dîmenan, herkesî şahidiya lehengiya 2 gerîlayên artêşa Egîd-Tabûra nemiran kirin.

Ev devera ku çalakî lê qewimî ku der bû?

Ev der navenda-baregeha şerê bi salan e li Kurdistanê tê meşandin bû. Biryara hemû êrişên siyasî û eskerî li vê avahiyê dihatin dayin. Manşêtên medya şerê taybet li vê avahiyê dihatin destnîşankirin. Civaka Tirkiyê li vê navendê mêjiyê wan dihat tevizandin. Li vê navendê biryara tecrîdê dihat dayîn.

Ev der cihê herî bi ewle yê dewleta Tirk bû. Ev der cihê ofîsa Soylû yê ku bi qedandina PKK’ê pesnê xwe dida bû.

Soylû yê ku digot em nimra Mekapên wan dizanin, firset nedî ku binêre ka nimra Mekapa van her du fedayiyan çi ye. Dema ku çavê xwe vekir pêlav êdî li ser çavên wî bûn.

Di van salên dawî de, di nav civaka Kurdan de her tim dihat nîqaşkirin û gotin çima çalakiyên bi vî rengî pêk nayên. Bi giraniya van kesan jî dema ji kiryarên terora dewleta Tirk diêşiyan an jî cenazeyê gerîlayan didîtin ev yek digotin. Dîsa dihat gotin çima gerîla bi tenê di pozîsyona parastinê de dimîne?

Ev çalakî bersiva van hemû nîqaşan bû. Armanc ne bi tenê li wê derê kuştina peyayên desthilatê bû. Gerîla tu carî ji bo kuştinê çalakiyan pêk nayne. Di şer de du hêz werin hemberê hev ew cuda ye. Lê 2 fedayiyê Kurd ji Tabûra Nemiran ew roj ji bo mirovan bikujin li ber deriya Wezarata Karê Hundir ê Tirkiyê nebûn.

Ev yek di daxuyaniya xwe de wiha îzah dikirin; “Divê her kes bizane ku ger endamên Tabûra Nemiran bixwestana, dikarîbûn di saeta çalakiyê de guhertineke biçûk bikirana û rê li ber encamên pir cuda vekiribûna. Lê bi zanebûn tercîheke wiha nehat kirin, girêdayî armanca bingehîn wan ku gihandina peyamên pêwîst ji bo cihên pêwendîdar û hişyarkirina wan bû.”

Bi vê çalakiyê peyamek wiha didan, aha em bixwazin em dikarin di nav dilê we de biteqin. Bi vê çalakiyê peyama ku em naxwazin însan werin kuştin dabûn.

Dîsa di peyama wan de dihat gotin ku li dijî talankirina xwezaya Kurdistanê û bi qetliaman re zextên faşîst ên li ser gelê Kurdistanê û hemû derdorên demokratîk çalakiyek rewa ya xweparastinê ye. Eger rejîma faşîst a qirker pêkanîna van sûcan bidomînin, wê çalakiyên rewa yên edaleta şoreşgerî jî bidome.

Ha hin alî wê bibêjin ev kiryar bi salan e dewam dikirin, çima îroj. Gerîla ji bo însan nemire xwe feda dike. Gerîla ev 3 salên dawî bi êrişên dewleta Tirk a dagirker e mijûl dibû. Li Zap, Avaşîn Zagrosan ev dijmin têk bir û îroj bi vê çalakiya Enqerê hişyarî dide ku dagirker têkçûna xwe qabûl bikin û ji bo çareseriyeke demokratîk herin Îmraliyê Rêber Apo guhdar bikin.