Qesra Uşî. Uşî li quntarê Çiyayê Alp, li welatê Swîsre ye. Ev qesra ku li kêleka Gola Lemanê yê, ji şowalyayên sedsala 13an maye. Ev avahiya ku bi sedan salan ji şervanên remza mêrxasiyê re malbendî kiriye, di salên xwe yên dawîn de, dîplomat û siyasetmedarên ku şowalyeyên xwedî şeref xistine nav fediyê jî hewandiye.
Belê, di vê qesrê de rihê şowalyeyên mêrxas û rihê netew û welatên ku di bin baniya vê avahiyê de hatine perçekirin bihevre diqîrin û li bêbextiya demên modern lanetê dikin.
Piştî îmzekirina peymanê, heyeta Tirk dema ji Qesra Uşî derdiketin, Îsmet Înonu bi kêfxweşî cigaraya xwe dikişand. Li pey xwe Kurdistanek ku hatî 4 parçekirin hiştî. Dikene…ku Kurd çawa xapandiye û çawa bi serketiye.
Di 24ê Tîrmeha 1923an de li LOZANê ev manzere hebûn.
PÊVAJOYA VÊ PEYMANÊ, BI ŞERÊ YEKEM Ê CÎHANÊ DESTPÊ DIKIR
Di Şerê Cihanê yê Yekem de du blokên mezin, Bloka Antant yanê Brîtanya, Fransa, Îtalya û Rûsya û Bloka hevpeyman yanê Almanya, Tirkiye û Awistirya, bihevketibûn.
Di encama şerê ku çar salan ajot de, Brîtanî û hevalbendên wan biserketin û împaratoriyên mezin ên wek Osmanî, Alman-Awistirya û Rûsya têk çûn û ji holê rabûn. Li ser xaka van imparatoriyên têkçûyî dewletên nû peydabûbûn.
Li Rûsya imparatoriyek nû, dewletek îdolojîk ku ji Rusyaya kevn mezintirbû derketibû holê.
Li Almanya û Awisturya jî dewletên netewî hatibûn damezrandin.
Xaka Osmanî jî ji hev belav bûbû û ji bilî Kurdan hemû netewên din ji împaratoriyê veqetiyabûn. Li ser mîrata mayî jî di bin serokatiya Mistefa Kemal de komarekî hatibû sazkirin.
Lê gelek pirs û pirsgirêk hêjî dewam dikirin. Kurdistan di navbera Tirk, Brîtanî, Frensî û Farisan de mabû.
Di navbera Komara Tirk û cîranan wê û Brîtaniyan de jî gelek nakokî mabûn. Brîtanya li Rojhilata Navîn li pey dengeyên nû bû. Ji bo wan an perçekirina xaka Osmanî an jî dostaniya Komara Kemalîst lazim bû. Ji ber vê yekê diviyabû ew lihev rûniştana û nakokî û pirsgirêkên xwe çareser bikirana.
PEYMANA SAYKES-PICOT
Di destpêka şerê cihanê ê yekê de,di sala 1916an li gor biryarên peymana Saykes-Picot dewletê Antant li ser parvekirina dewleta Osmanî li hev kirin.
Encamên vê siyasetê bûn sedemên di konferansa li San-Remo yê ya 19 û 26ê Nîsanê de, Kurdistan di navbera tirk, ingilîz û frensiyan de bê parve kirin.
Şertên wê, çend bajarên Anadoliyê ne tê de, temamê herêmên dewleta Osmanî dixist bin nifûza dewletên Antant. Di vê demê de hikûmeta Osmanî di têkîliyên navnetewî û ên hindûrî de gelekî qels bû.
Şertên peymana Sewrê gelekî elastîk hatibûn hazir kirin. Ew ji bo bazarek di dema pêş de hatibûn hazir kirin. Bi taybetî xalên derheqê pirsgirêka kurd bi hin egeran ve hatibûn girêdan.
Peymana Sewrê ku naveroka wê di 24ê Nîsana 1920an de di Konferansa San Remo de hatibû amadekirin di 11 Gûlana 1920an de ji bo lêkolînê şandin Hikumeta Osmaniyan.
Tirk jî wek dewletek di şer de şikestî, mecbûr bû ku li gor şertên dewletê Antant peymanekê imze bike.
Piştî hin nîqaşan dewleta Osmanî neçar ma ku vê Peymanê bipejirîne.
Ew peymana Sewrê di 10ê Tebaxa sala 1920 de li nêzikî Parîsê li bajaroka Sewrê di nav hikûmetên Antant û Tirkiyê de hat imze kirin.
Di vê peymana ku bêxwedî mabû de hin mafên netewî yên Kurd û Ermeniyan hatibû naskirin. Li gor Peymana Sewrê li ser xaka Împaratoriya Osmanî dewletên Kurdistan û Ermenistanê dihatin damezrandin.
Bendên Peymana Sewrê yên 62, 63 û 64an, damezrandina Kurdistaneke serbixwe destnîşan dikirin.
BER BI LOZANÊ VE
Ji bo têkbirina peymana Sewrê û amadekariyên konferanseke nû Tirkiyê û dewletên Antant dest bi pêwendiyên dîplomatîk ên nû kirin.
Rewşa siyasî ya herêmê hedî hedî ber bi zelalbûnê diçû. Nakokiyên Tirkiyê û dewletên Antant kêm dibûn û înteresên wan ên dabeş ew mecbûr dikirin ku dest bi pêwendiyên dîplomatîk bikin. Li ser vî esasî Tirkiyê, İngilîz, Frensa û Îtalya dest bi guftûgoyan kirin.
Di dema konferansa Londonê ya 1921 de şertên peymana Sewrê sivik kirin.
Pirsgirêka yekê, têkbirina biryarên peymana Sewrê bûn, ango redkirina mafê Kurdan bû, ya duyem jî guhertina rejîma tengavan bû.
Kemalîstan ji nakokiyên siyasî ên navnetewî û bi taybetî jî, ji nakokiyên dewletên Antant û Sowyet’ê fêdek baş dîtin.
Di rewşa kemalîstan de jî her diçû pêşketinin mezin çêdibûn. Li Enqerê Meclîs hatibû damezirandin.
Meclîsa Tirk roja 18ê Cotmehê ji bo sazkirina heyeta Lozanê cîvîna yekem bi dizî lidarxistibû. Ji bo Kemalîstan naveroka vê heyetê gelek girîng bû. Lazim bû endam û serokê heyetê ji gotina Mistefa Kemal derneketa.
Di 4ê Mijdara sala 1922an de li Meclîsa Tirk li ser amadekariyên Peymana Lozanê rûniştin pêk dihatin. Di serî de Mebûsê Bedlîsê Yûsif Ziya gelek mebûsên Kurd di vê rûniştinê de, ji heyeta Tirk duxwestin ku di hevdîtinên Lozanê de ew ti carî qebûl nekin ku Rojava û Başûrê Kurdistanê ji Tirkiyê bê veqetandin. Lewra ew xaka Kurdan e û Kurd û Tirk jî bira û xwedî heman qederê ne.
Herwiha di axaftin û nîqaşên demê de yekitiya Tirk û Kurdan jî derdiket pêş. Di termînolojiya demê ya fermî de bi hêsanî behsa Kurdan û Kurdistanê dihat kirin.
Heyeta Tirk ya Lozanê bi giştî ji 38 kesan pêk dihat.
Di nav 21 şêwirmendê heyetê de mebûsê Amedê Zülfî Tigrel jî hebû. Zilfî Tigrel ji alî rejimê ve ji bo Awrûpiyan wek delegê Kurdistanê hatibû nîşandan.
Qaşo delegê Kurdistanê Zilfî Tigrel, dema hevdîtin, niqaş û îmzekirinên ser mijarên ku Kurdan eleqedar dikir de nexweş diket û nedihat cihê hevdîtinan.
CIVÎNA DESTPÊKÊ
Konferansa Lozanê di 20ê Cotmeha1922an de dest bi civîna yekem kir.
Dewletên ku tevlî Konferansa Lozanê bûbûn ev bûn: Brîtanya, Fransa, İtalya, Türkiye, Yûnanîstan, Yugoslawya û Japonya. Yekitiya Sowyetê, Romanya û Bûlgaristan jî tevlî rûniştinên li ser pirsgirêka tengavan dibûn. Herwiha Dewletên Yekbûyî yên Amerîka jî wek çavder tevlî konferansê dibû.
Di konferansê de zimanên Frensî, İngîlîzî û İtalî dihat axaftin. Dewletên Rojava navê konferansê danîbûn; ‘’Konferansa Lozanê ya Karên Rojhilat.’’ Hevdîtinên Lozanê 2 meh û nîv dewamkirin.
Dewletên hevpeyman, ji bo muzekereyan gazi tirkiye kirin. Di 23’yê Nisana 1923an de heyeta tirkiye cara duyem çû Lozane.
Îsmet Înonu cardina ji vê heyetê re serokatî dikir. Li ser her tiştî li hevkiribûn. Bi tenê îmze avêtin mabû. Û 24ê Tîrmehê wek roja îmzekirina vê peymanê hatibû destnîşan kirin.
Piştî 3 mehan di 24ê Tîrmehê de li Sîwîsre li bajarê Lozanê, ev peymana ku nave xwe ji vî bajarê digire û di rûpelên dîroka siyasî de wek “Peymana Lozanê” tê binav kirin, hat îmze kirin.
Text bi frensî hatibû nivîsandin.Yek nushe bi tenê hat îmzekirin û ev jî ji aliyê Frensa ve hat hilanîn. Her dewletî nusheyek dane wan. Peymana Lozanê ji 3 beşên esasî pêkdihat.
Beşa yekem, beşa esasî û ji 143 xalan pêk dihat. Beşa duyem, îlaveyê beşa esasî bûn. Beşa sêyem, ji nameyên ku di navbera dewleta Tirk û dewletên dinan pêk dihat.
VEGERA HEYETÊ
Heyeta Tirkiyê bi serfîraziyek mezin vegeriya Enqerê. Ji aliyê dewletê ve bi pêşwaziyek mezin hatin pêşwazî kirin.
Tirkiye sînorê xwe yên îro bi destxistibû. Lê di siyaseta xwe de guhertinek çênekir. Sozên ku dabûn kurdan di demek kurt de jibîr kirin.
Li Meclisê di navbera kurdan û parlementerên din de nîqaşan destpêkir.
Îsmet Înonuyê ku li Lozanê weha gotibû;
‘’Li Lozan’ê Kurdan serî li me nedan. Heta me di axaftinên xwe yên Lozanê de doza xwe ya netewî wek ‘em Kurd û Tirk’ yanê wek yek milet me parast û da qebûlkirin.’’
Di civîna girtî a meclîsê de gava Îsmet paşa biryara peymana Lozanê a ku Mûsil ji Ingilîzan re dihişt xwend, mebûsên kurd li dij biryarê derketin û gotin, divê kurd ji îro pê de qedera xwe bi destê xwe tayin bikin.
Piştî k

u Musûl dane Îngilîzan Şêx Mehmûd Berzancî li dijî vê yekê derket û li hember Îngilizan serîhilda. Di heman demê de balafêrên Îngilîzan dest bi bombekirina başûrê Kurdistan kirin.
Dema ku Peymana Lozanê dihat morkirin, li bakûrê Kurdistanê jî serekên Kurd lihev diçûn û dihatin. Di rojên Peymana bajarê Lozanê de, li bajarê Erziromê jî serek û rewşenbîrên Kurdan dinav xwe û Azadî de peymanek lidardixistin.
Bi vî awayî di sala 1923an de Rexistina Azadî hatibû damezrandin û amadekariyên serhildanekî mezin dihat lidarxistin. Dîplomatên kibar yên bismokîn bûbûn sedem ku li Kurdistanê pêvajoya serhildan û qetlîaman destpêbike.
Faruq SAKIK






