Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan ji bo zarok fêr bibin dewreyên havînê yên muzîk, stran û şanoyê vedike. Berpirsyarên navendê diyar kirin ku armanca wan ji van dewreyan ew e ku zarok û ciwan bi awayekî baş ji betlaneya havînê sûdê wergirin û di aliyê hunerî de xwe bi pêş bixin.
Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan ji bo fêrkirina muzîk, stran û şanoyê dewreyên havînê vedike. Heta niha 90 zarok tev li çalakiyên navendê bûne. Navend ji beşdarbûna Çaremîn Mîhrîcana Zarokan a Çandî re xwe amade dike.
Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan, çalakiyên xwe yên çandî didomîne. Hejmarek komên stran, şano û govendên gelêrî girêdayî navendê ne. Her wiha navend ji bo pêşxistin û xurtkirina şarezayên zarokan dewreyên havînê vedike.
Bi rasthatina havînê û bidawîbûna sala perwerdeyê re, navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ji bo fêrkirina lêdan, stran, şano û govendên gelêrî dewreyên havînê bê pere ji zarokan re vekirin.
Berpirsên navendê tekez kirin ku armanca wan ji van dewreyan ew e ku zarok û ciwan bi awayekî baş ji betlaneya havînê sûdê wergirin û şarezayiyên xwe yên hunerî bi pêş bixin. Her wiha destnîşan kirin ku dewreyên havînê tevî fêrkirin û xurtkirina şarezayiyên zarokan, navend bûye cihê ahengiya zarokan.
Vê salê 90 zarok tev li dewreyên havînê bûne, temenên wan di navbera 4-13 saliyê de ye. Li ser refên fêrbûna lêdan, stran û solfêj, govendên gelêrî û şano hatine belavkirin. Her wiha mamosteyên di hunerê de pispor, perwerde didin.
Ji zarokên ku tev li dewreya havînê bûne, zaroka bi navê Îsraa ya ji pêkhateya Ereb, dibêje ku ji ber hezkirina wê ji muzîk û çanda kurdî beriya 2 salan ve tev li dewreya havînê beşa stran û govendên gelêrî bûye. Her wiha ji bo xwe bi pêş bixe, Îsraa tev li dewreyên di sala xwendinê de dibe.
Li gel dewreyên havînê, komên girêdayî Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ji bo beşdarbûna Çaremîn Mîhrîcana Zarokan a Çandî bi sponsoriya Tevgera Çand û Hunerê û Desteya Çand û Hunerê yên kantona Cizîrê ku salane li dar dikeve, xwe amade dikin.
Her wiha di dawiya her dewreyekê de ezmûnek ji perwerdekaran re tê çêkirin. Kesên ku bi ser ketine yan bi komên taybet yan jî bi komên girêdayî navendê dikarin beşdarî mîhrîcanê bibin…ANHA






