Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi rêya qaçaxçiyan hewl didin herêmê vala bikin’

03/10/2023
in NÛÇE
A A
Bi rêya qaçaxçiyan hewl didin herêmê vala bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Mezlûm Keçel diyar kir ku hewldanên wan ji bo rêgirtina li pêşiya qaçaxçîtiya mirovan û qaçaxan didomin. Her wiha aşkera kir ku agahî li ber destê wan hene ku têkilî di navbera qaçaxçiyan û efserên Tirk de heye ji bo ku herêmê ji şêniyên wê vala bikin.

Endamê Rêveberiya Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Firatê Mezlûm Keçel, têkildarî qaçaxçîtiya mirovan ku di vê dawiyê de gotegotên li ser wê zêde bûne, axivî.

Mezlûm Keçel got: “Tevahî beşên hêzê, hewl didin rê li pêşiya vê diyardeyê û qaçaxçiyan bigirin. Me gelek ji wan girtin. Dema agahiyek têkildarî qaçaxan bê ber destê me, em pê dikevin û jê piştrast dibin. Dûre bi kemînan çi li ser bendan an jî sînoran, wan digirin. Bi wan re lêpirsînê dikin û wan dişînin Serdozgeriya Giştî.”

‘Hezar û 647 kesên hewl dida sînor derbas bikin hatin girtin’

Keçel têkildarî xebatên wan yên di vî warî de ev agahî parve kirin: “Ji destpêka 2023`yan ve, 208 qaçax hatine girtin û radestî aliyên peywendîdar hatine kirin. Hezar û 674 kes dema hewl didan sînor derbas bikin, hatin girtin.”

 ‘Piraniya kesên hewl didin derkevin ciwanên in’

Keçel wiha domand: “Herêma Firatê li ser sînorên Tirkiyeyê ye. Qaçax jî, ji gundên ser sînor in. Wek tor e û têkiliyan wan bi hev re hene. Bazirganên wan li bajar û gundan hene. Kesên dixwazin sînor derbas bikin, ji wan re kom dikin, nasnameyên sexte didin wan. Qaçax, ji bo karê xwe hêsan bikin, bi leşker û fermandarên artêşa Tirk re didin û distînin. Armancên dewleta Tirk jî hene ku herêmê vala bike û demografiya wê biguherîne. Piraniya kesên dixwazin derkevin jî ciwan in.”

 ‘Dewleta tirk sînor li ber ciwanan vedike’

Keçel da zanîn ku gelek metirsiyên vê diyardeyê hene û got: “Kesên bi qaçaxî derbas dibin, rastî lêdan û îşkenceyê ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve tên. Li rex wê, li seranserî sînor, mayîn hene. Ew jî li ser jiyana wan xetere ye. Lê dewleta Tirk ji bo ku ciwan sînor derbas bikin, sînor li pêşiya wan vedike.”

Keçel anî ziman ku armanca qaçaxan pere ye û wiha axivî: “Ji bo vî karî 2 hezar dolar û hin caran zêdetir distînin. Gelek qaçax van pereyan didin efserên Tirk ku koordîne di navbera wan de heye.”

Di dawiyê de Keçel da zanîn ku li gorî agahiyan li ber destê wan û mikurhatinên qaçaxan, nîvê pereyên qaçaxçî distinîn, didin efserên artêşa Tirk a dagirker. ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.