Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Însiyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel daxuyaniyek da

02/10/2023
in NÛÇE
A A
Însiyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Di salvegera yekemîn ya şehîdxistina Nagîhan Akarsel de, Însiyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û nameyek radestî Neteweyên Yekbûyî kir.

Di salvegera yekemîn a şehîdxistina Nahîgan Akarsel de, Însiyatîfa Edalet Ji Bo Nagîhan Akarsel, bi pêşengtiye Akademiya Jineolojî, Rêxistina Kongra Star, Rêxistinên Jinan ên Hiqûqî li Bakur, Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Jinan li pêş navenda Neteweyên Yekbûyî daxuyaniyek da û nameyek radestî navenda neteweyên yekbûyî hat kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku beriya salekê di 4’ê Cotmeha 2022’an de rojnamevana Kurd, akademîsyen û parêzvana mafên jinan Nagihan Akarsel  hate şehîdxistin û daxuyanî wiha hat domandin: “Heta niha ne ji bo darizandina qetîlên Nagihan Akarsel û ne jî ji bo pêşîgirtina li kuştinên siyasî, ti tedbîrên hiqûqî û siyasî nehatine girtin.”

‘Hedefgirtina pêşengên Tevgera Azadiyê zêde bûne’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ji bo Erdogan bê darizandin, tu gav nehatiye avêtin û daxuyanî wiha hat dewamkirin: “Şehîdxistina Nagihan Akarsel jî tevlî rêza qetilkirinên bêhiqûqî yên sîstematîk li dijî jinên Kurd bû yên ku di van çil salên dawî de ji aliyê hêzên dewletê ve tên kirin. Bi taybetî ji destpêka desthilatdariya AKP-Erdogan û vir ve, kuştinên derveyî hiqûqî yên li dijî pêşengên Tevgera Azadiya Jinên Kurd li hundir û derveyî sînorên Tirkiyeyê zêde bûne.”

‘Erdogan polîtîkayên qirkirina jinan didomîne’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di Mijdara 2020’an de Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E) ji bo ku Erdogan û AKP’ê ji ber polîtîkayên qirkirina jinê bên darizandin, 100 sedem, yanî 100 bûyerên kuştinên derveyî hiqûqî yên jinan, raxist ber çavan û daxuyanî wiha hat domandin: “Bi îmzeyên xwe ve 235.727 kes piştgirî dan daxwaza darizandina Erdogan li gorî hiqûqa navneteweyî. Komîta NY ya li dijî Cudakariyên li ser Jinan, bang li dewleta tirk kirin ku lêpirsîn, darizandin û cezakirina têrker a sûcdaran bike.  Lê belê ti ji van pêşniyaran pêk nehat.”

‘Em edaletê dixwazin’

Di daxuyaniyê de hat daxwazkirin ku ji bo mafên jinan tedbîrên lezgîn û bandor bê girtin û wiha hate gotin: “Em bang li Neteweyên Yekbûyî û hemû saziyên pêwendîdar dikin ku bi lez tevbigerin. Bi daxwaza edaletê ji bo Nagihan Akarsel, em ji bo hemû jinên ku rastî kuştinên derveyî hiqûqî û cureyên din ên kuştina jinan hatine, edaletê dixwazin”.

Di daxuyaniyê de daxwaza rêxistinên jinan wiha hat rêzkirin:

-Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbar û hemû berpirsên qetlkirina Nagihan Akarsel û hemû kuştinên siyasî.

-Girtina qada hewayî ya Iraq û Sûriyeyê ji bo Hêzên hewayî yên Tirkiyeyê, tevî balafirên bêmirov ên biçek û bêçek.

-Dewisandina Tirkiyê da ku êrîşên neqanûnî, siyaseta dagirkeriyê, şer û kuşt.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.