Saziyên ku li ser serxistina Mîhrîcana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan sekinîn û endamên ragihandina azad ku çalakî şopandin, hatin xelatkirin.
Duyemîn Mîrhîcana Girê Spî ya Çand û Kevneşopiyan ku li bajaroka Eyn Erûs hat lidarxistin, di roja duyemîn bi pêşkêşkirina spasnameyan de bi dawî bû.
Di çalakiyên roja duyemîn de, xwarinên gelerî yên herêmê hatin pêşkêşkirin.
Paşê, koma şano ya Dewha ya taybet bi çanda koçeran şanoyek pêşkêş kir. Pêkhateya Kurd jî bi tevlêbûna bi dehan jinan dawetek ku îşaret bi çanda daweta li gel kurdan dike, pêşkêş kirin.
Di çalakiyê de, bêşbirkeke fubolê di navbera Tîma Wehda û Tîma Eyn Erûs de hate lîstin. Di lîstikê de Tîma Wehda bi ser ket.
Di dawiya mîhrîcanê de, Komîteya Amadekar , spasname û xelat dan saziyên ku mîhrîcan bi rêxistin kirin, her wiha endamên Yekîtiya Ragihandina Azad ku çalakî şopandin, jî hatin xelat kirin…ANHA






