Di pêşangeha pirtûkan a Qamişloyê de 25 wêneyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin. Endamê ragihandina Hêzên Asayîşê Xwînrêj Temê diyar kir ku armanca wan ew e ku bi rêya wêneyan jiyan û karên endamên Hêzên Asayîşê nîşanî gel bidin.
Di pêşangeha pirtûkan a bi navê Şehîd Herekol de 25 wenêyên Hêzên Asayîşê hatin pêşkêşkirin. Naveroka wêneyên Asayîşê li ser perwerde, xizmet û jiyana endamên Asayîşê ye. Her wiha wêneyên endamên Hêzên Asayîşa TAybet (HAT) û Hawarî jî cih girt.
Endamê ragihandina Hêzên Asayîşê Xwînrêj Temê li ser wêneyên Hêzên Asayîşê axivî û diyar kir ku armanca wan ew e bi rêya wêneyan jiyana endamên xwe nîşanî gel bikin û wiha got: “Hêzên Asayîşê di nava gel de xebatên ewlehiyê dikin. Armanca me bi rêya wêneyan jiyan û karên endamên Hêzên Asayîşê nîşanî gel bikin.”
Di sala derbasbûyî de jî 30 wêneyên hêzên Asayîşê hatibûn pêşkêşkirin.






