Rojnameya Ronahî

Wênesazî hunera jiyanê ye

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Hunera wênesaziyê yek ji hunerên ku girêdayî çav, mejî û hestên mirov û wênsazan e. Ev huner weke hunerên din li cîhanê tevî bi nav û deng e, li Kurdistanê jî di vê rewşê de ye. Herwiha wênesazên cîhanî û di nav wan de yên kurd jî bi riya vê hunerê derbirîn, xeyal û hestên bedew îfade dikin. Yek ji van wênesazan jî Emîn Ebdo ye.

Têkildarî jiyan û hunera wênesaziyê, wênesaz Emîn Ebdo ji rojnameya me re axvî.

Emîn Ebdo kî ye?

Ez yek ji wênesazê kurd yên Rojavayê Kurdistanê me. Min di sala 1958’an de çavên xwe li taxa Hilêliyê ya bajarê Qamişlo vekiriye û li wir ji dayîk bûme. Min heta refa 12’an li dibistana Qamişlo xwendiye. Piştre jî ez derbasî Şamê bûm û min dest bi xwendina xwe ya zanîngehê kir. Min xwendina fakulteya Hunerên Bedew a Şamê bi pileyekî bilind bi dawî kir û bi asteke serkeftî ji fakulteyê di sala 1985’an de derçûm. Herwiha min ji sala 2002’yan ve heta roja îro li Rojava karê mamostetiya wênesazî û hunerên bedew kiriye. Ji refê çaran ve ez wêneyên balkêş xêz dikim û hîna jî ez di vî karî berdewam dikim.

Wênesazî ji bo te çi ye?

Wênesazî ne tenê ew hunera ku wênesaz wêneyekî ji bo diyarkirina xweşikbûnê xêz bike. Ev huner ji vê yekê kûrtir e. Hunera Wênesaziyê derbirîna raman û pêre jî diyarkirina xweşikbûna tiştê ku wênesaz lê dinêre û xêz dike. Wênesazî ji bo min hunereke girêdayî bedewiya çav e. Herwiha felsefeyeke kûr û berfireh digre nava xwe. Hunera wênesazyê di serdema me ya nûjen de ne weke ya  di serdemên kevnar de ye. Cudabûn qalib û sitîla ku wênesaz bi riya wê tabloyên xwe pê xêz dike. Di serdema kevnar de wênesaz bi dibistaneke bîrdozî ve girêdayî bû û li gorî qalibê wê dibistanê bû. Lê di roja îro de her wênesazek bi tena xwe bûye dibistaneke bîrdozî ya hunera wênesaziyê.

Te çawa dest bi vê hunerê kir?

Dema ku ez biçûk bûm, gelekî bi xwezayê û xweşikbûna wê ve girêdayî bûm. Di heman demê de ez weke hemû zarokên Rojava min ji çêkirina peykerên ji heriyê yên biçûk pir hez dikir. Ji destpêka ku ez ketim dibstanê de hezkirina min ji wênesaziyê re gelekî diyar bû. Jîngeh û demografiya Mezobotamiya ya ku ez lê mezin bûme ya pir xweşik û balkêş e. Ev yek jî bandorê li derûnî û çavê mirovên vê deverê dike. Xweşkbûn û xwezaya Mezobotamiya jî bandor li derûnî, çav û kesayeta min kir. Lewma van tiştan hişt ku xwestek û vîna min bi aliyê wênesaziyê ve were girêdan. Ez gelek caran beşdarî pêşangehên li ser asta Rojava, Sûriyê, Kurdistanê Ewripa û dewletên erebî bûme. Min yekem car pêşangeheke taybet ji bo tabloyan li bajarê Hesekê di sala  1975’an de li dar xist. Herwiha li ser asta dewletên erebî di sala 1990’î de li Lîbiyayê beşdarî pêşangehekê bûm. Piştî wê jî li ser asta Ewripayê jî di pêşangeha tabloyan a Siwêdê di sala 1991’an de cihê xwe girt. Li Ferensayê jî di sala 1992’an de û li Elemaniya jî di sala 2013’an de, çêbûn û ez tevlî wan jî bûm. Piştre jî li Bakurê Kurdistanê di sala 2015’an de, li Amedê pêşangehek hat lidarxistin û ez tevlî wê jî bûm. Ez ji vê hunerê hez dikim, cudabûna min ji hevalên min ew bû ku hezkirina min jê re hişt ku ez xwe li pêş bixim û bighêjim vê astê. Herwiha asta min a baş di wênesaziyê de bala mamosteyên min dikşand. Lewma min xwe di vî warî de li pêş xist. Ez niha mamosteyê wênesaziyê me û heta roja îro jî ji karê xwe hez dikim û berdewam dikim.  

Tu bi çi şêwazî tabloyên xwe xêz dikî?

Ez wek wênesaz kûrahî û watedayîna tiştan bi şêwazê xwe karê wênesaziyê dikim. Her wênesazek xwedî zanebûn, nêrîn, behre û modêleke taybet e. Ev hemû fakterên bingehîn yên hunera  wênesaziyê ne. Herwiha fakterên hemû wênesazan naşibin hev. Ev yek jî dihêle ku şêwazê her wênesazekî ji şêwazê wênesazê din cuda bike. Ji bo xêzkirina tabloyên xwe jî ez rengê ikrîlîk, rengê avî û kerbonî û hwd…xêz dikim.  Lê  piraniya tabloyên xwe bi rengê ikrîlkî li ser dep, caw û hwd… xêz dikim. Piraniya tabloyên ku ez li ser wan karê wênesaziyê dikim, mezin in. Ji ber ku şêwazê wênesaziya min destanî ye, îcar pêwîstiya vî şêwazî bi tabloyên mezin heye. Min heya niha gelek tabloyên hunerî xêz kirine, piraniya wan jî li ser civaka kurdî ye û hem jî girêdayî xwezaya ku gelê kurd tê de jiyan dike. Ez wek wênesaz li gor afrîneriya xwe dikarim her mijareke ku di ramana min de bigere, bikim tabloyeke hunerî.  Lê belê destpêkê wê mijarê di hiş û xeyalê xwe de baş amade dikim. Piştre jî bi şêwaz û afrîneriya xwe karekî hunerî jê çêdikim. Ev nayê wateya ku ez serbest im di vî warî de, lê belê divê tişta ku were xêzkirin li gor civaka ku ez tê de dijîm be. Herwiha dema ku civak li tabloyên min binerin jê fêm bikin û sûdekê jê werbigirin.  Ez gelek caran tabloyan xêz dikim, ew tablo jî çîroka destanan vedibêje. Min gelek destanên kurdî bi şêwazê hunerî kirin tabloyên rengîn û xwedî wate.

Gelo li gor te îroj nêrîna kurdên Rojavayê Kurdistanê li hunera wênesaziyê weke ya berî salên şoreşê ye û niha hunera wênesaziyê li cem wênesazên kurd li Rojava gihaye çi astê?

Hunera wênesaziyê gelekî kevnar e, beriya ku gelê kurd bi awayekî zanistî û birêkûpêk  bikar bînin, gelên din li ser asta cîhanî, naskirine. Herwiha wan ev huner bi bisporî bikar aniye. Li cem me kurdan û bi taybet kurdên Rojavayê Kurdistanê beriya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, nêrîna  civaka me ji vê wênesazî û rewşenbîriyê re ne di wê asta baş de bû . Raste hejmareke baş ji rewşenbîr, hunermend, wêjevanên kurd li Rojava hebûn. Ev kesayetên wisa jî ji bo gelên kurd jî xizmeteke baş kirine. Lê ji bo her karekî ku bikeve xizmeta gelê kurd de di wê serdemê de ji aliyê hikumeta Şamê dihat qedexekirin. Hunermend, wênesaz, nivîskar û hwd çiqasî hewl didan û kar dikin ji bo civaka xwe, lê vê hikumetê derfetê kar û xebatê ne dida. Lewma asta rewşenbîrî û di nav de jî wênesazî li cem wênesazên Rojava lawaz ma. Civaka me jî ewqasî wate nedida hunera wênesaziyê. Bi Şoreşa 19‘ê Tîrmehê re gelek guhertin rûdan û bi taybet jî di karê çand û hunerê de şoreşek pêkhat. Êdî wênesaz xwe di vê hunerê de li pêş xistin û civak jî kete wê ferqê de, herwiha kûrahiya hunera wênesaziya baş nas kir. Ji destpêka ku me li Rojava derfeteke wisa dît, êdî me xwe perwerde kir û çalakiyên girêdayî hunera wênesaziyê pir kirin. Weke li darxistina Pêşangeha Heştemîn ya Hunerên Bedew a li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê çêbû,  ku îsal ez jî tê de beşdar bûm. Li aliyekî din jî şagirt waneyên bedewnasiyê di qonaxên perwerdiyê yên seretayî, navîn û amadeyî dibînin. Herwiha kesê/a ku van qonaxan bi dawî dike û heskirina wî/wê ji vê hunerê re were, dikare beşa hunerên bedew di Zanîngeha Rojava de bixwîne. Ez yek ji wan mamosteyên bedewnasiyê yên vê beşê me û xebata min ji bo vekirina vê beşê heye. Ji ber ku asta bedewnasiyê li perwerdeya ku di zanîngehan de tê dayîn ranaweste, pêwîstiya me weke kurdên Rojava bi master û hwd heye. Da ku asta vê hunerê hîn li pêş bikeve divê asta karên bi vî rengî were bilind kirin.

Ji bilî karê wênesaziyê tu çi karî dike?

Di jiyanê de, dilê mirov bi ser karekî taybet û sereke ve tê girêdan, ji wî karî gelekî hez dike. Kar û jêhatiya min a sereke wênesazî ye. Lê ev nayê wê wateya ku mirov ji kar an jî hunereke din hez neke. Ez ji bilî hunera wênesaziyê ji peykersaziyê jî hez dikim. Min gelek peyker û sembol jî çêkirine ku yek ji van peykeran jî peykerê Şehîd Yûsiv Gulo yê ku li bajarê Qamişlo hatiye danîn. Min ev peyker weke nirxdayînekê ji bo giyanê Şehîd Yûsiv Gulo di sala 2022’an de çêkir. Wekî din jî teşeyê sembolîk yê qada goristina şehîdan a Delîl Saroxan jî yek ji kar û xebata min ya sal 2022’an bû. Di heman demê de jî muzîk giyanê min bi ser xwe de dikişîne û ji lêdana tembûrê jî hez dikim. Dema ku derfet bi min re çêdibe ez wê dema xwe bi lêdana tembûrê derbas dikim. Di heman demê de asteke min a baş di xêzkariyê de heye û bi şêweyekî bedew dinivîsînim. Herwiha min di warê hunera dîkora şanoyê de jî kar kiriye.