Rojnameya Ronahî

Werzîşa herêma Cizîrê

Ronaz Silêman/Qamişlo

Ji bo pêşxistina werzîşê li herêma Cizîrê, di sala 2014`an de Desteya Ciwanan û Werzîşê hat damezrandin û di sala 2023’an de navê wê veguherî Meclisa Werezîşê ya herêma Cizîrê. Di salê derbasbûyî de, werzîş li herêma Cizîrê heta asteke berbiçav pêşket.

Ji bo rêxistinkirin û pêşxistina asta werzîşê, di sala 2015`an de Yekîtiya Ciwanan û Werzîşê li herêma Cizîrê  hat avakirin. Di 8’ê Nîsana 2015’an de Yekîtiya Ciwanan û Werzîşê dest bi pêngava destûrdayîna yanan kir, herwiha yekem yane ku destûrdayîn wergirt, yana Ciwanên Amûdê bû. Di heman salê de hejmara yanên ku destûrdayîn wergirtin gihişt 4 yanan. Ew jî ya Cûdî, Rojava, Cizêrê û Eltîhad.

Lê di sala 2023’an de navê Yekîtiya Ciwanan û Werzîşê hat guhertin û bû Meclisa Werzîşê li herêma Cizîrê.

15`e yane beşdarî şampiyona goka lingan ya mêran dibin

Di sala 2020`an de hijmara yaneyan gihaştibû 25’an, lê di sala 2023`an de hejmara wan vegeriya 15`e yaneyan, ew jî ev in; Qendîl, Asayîş, Berxwedan li bajarê Qamişlo, Elsinadîd li Til koçer, Cûdî li Rimêlan, Alîyan li Girkê Legê, Waşokanî bajarê serê kaniyê ku ji aliyê dewleta tirk hatiye dagirkirin cihekî taybet bi yaneyan tineye, Ciwanên Baz, Aşîtî, Elitîhad, Elixiwee li Amûdê, Xebat li Dirbêsiyê, Ciwanên Hesekê û Serdem li Hesekê. Ev yaneyên ku beşdarî şampiyona goka lingan mêran dibin.

Werzîşa Jinan

Li ser asta herêma Cizîrê avakirina tîmên jinan ji sala 2016`an ve hat destpêkirin. Yaneyên  taybet bi lîstokên jinan jî evin; Peyman, Vedeng û Ehlê Amûdê. Herwiha lîstokên jinan ku şampiyona wan li herêma Cizîrê tên lidarxistin jî ev in;karatê, Taykwando, Kîk boksîng, Volleyball, Basketbol, Goga Lingan, hêza laşî, Hêza Fîzîkî, Tênsa masê, Şetrenc, Avjenî. Sitadyom bi giştî li Til Koçer, Rimêlan, Şiheda Dirbasiye, Şermola li Amûdê, Şihedaa Hesekê, Til Xenzîr. Herwiha  Sitadyomên mezin yên giya; Şehîd Heysem Kiço li Qamişlo, Şehîdên 12`ê Adarê li Qamişlo û Fakolteya Wêjeyê li Hesekê.

-Salonên ku niha di xizmetê de ne; Rimêlan, Tirbispiyê  û Amûdê.

-Yaneyên Futbolê yên Jinan;Peyman  – Asayîş, Vedeng, Waşokanî û Ehlî Amûdê.

-Yaneyên basketbolê yên jinan; Asayîş û Barxwedan.

-Yaneyên voleybolê yên jinan; Sardem,  Aşîtî,  El Itihad, El Exiwe, Ciwanên Baz û Cûdî.

-Şetrancê Jinan;Yaneya  Berxwedan û Asayîşê.

-Yaneyên tenîsa maseya yên jinan; Serdem, Berxwadan, Ehlî Amûdê,  El Itihad û Qendîl.

-Badmîntona jinan; Ehlî Amûdê.

-Tîmek Bidî Biskilêt ku taybet bi jina ye.

-Taykwando ya Jinan; Tîma Roj, Dêrik û Daydo.

-Lîstekên jin û mêr bi hev re; Yaneya Elsinadîd, Asayîş, Serdem, El Itîhad û Berxwedan, Navend Avan, Gold Cêm û Hesekê.

Yaneyên basketbolê; Asayîş, Berxwedan, Serdem, Qendîl û Xebat.

Yaneyên Voleybolê; Asayîş, Cûdî, ElSenadîd, El Exiwe, Alîyan,  Serdam,  Ciwanên Hesekê, Elitîhad, Ciwan Baz û Aştî.

Kîk boksîng; Yaneya Vedeng, Qendîl, Asayîş, Navenda çiya û dibistana Daydo.

YaneyaBadmîntona ; Serdam, Biratî û Aştî, Xebat, El Itîhad, Cûdî û Ciwanên Baz.

Avakirina Gewde; Yaneya El Itîhad, Asayîş û Ciwanên Hesekê.

Yane Tenîsa Maseyê; Xebat, Cûdî,  Berxwdan, El itîhad, Qendîl, Serdam, El Exiwe, Ciwanên Baz.

Li Bajarên ku Hêza Bedenî lê tên lîstin; Hesekê, Til Temir,  Dêrik, Girkê Legê û Qamişlo.

Yaneya Şetrancê; Serê Kaniyê,  Xebat, Qendîl, Serdam, Asayîş û Berxwedan.

Taykwanda Mêran; Akademiya Pispor, Navenda Salar, Navenda Dêrikê, Navenda Amûdê, Navenda Şîariz, Navenda El Mûelim, Navenda Serê Kaniyê, Navenda Stêrkên Hesekê, Navenda Daydo.