Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Misilmanên Kurd tên jehr kirin

01/10/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Islam aştiyê dikuje yan Misilman dikujin?
Share on FacebookShare on Twitter

Hafiz Ahmet Turhalli

Bîr û bawerî di jiyana Mirovan de û di dîroka mirovahiyê de cîhekî girîng digre. Em karin bêjin dîroka xwenasîna mirovahiyê û ya bîr û baweriyê bi hev re hatiye berdewam kirin.

Zîhniyet û jiyana mirovan seranser di bin bandora, bîr û baweriyê de hatiye hûnandin.

Jiyan, bîr û bawerî bi hev ve wek laş û ruh girêdayiye. Jiyanek dijî bîr û baweriyê jiyanekî kême ne temame, baweriya dijî jiyanêjî ne baweriyekî rast û cîhdeye.

Ji ber Afirîner Xwedêye! Xwedê ji bo jiyanekî baş bi edalet û wekhev di nava mirovande cî bi cîh bibe, Pêxemperan erkdar dike û Olan dişîyne. Dema Ol dijî jiyana mirovan be, ev di rastiyêde dibe nakokiyek kûr.

Tevgera ku bi navê Ol were vegotin, divê jiyana mirovan pîroz bidêre û ji bo jiyanek bi rumet û aram têbikoşe.

Di Sureya Tîn de Xwedê weha dibêje: “Bê guman me mirov bi xweştirîn cureyî afirand. Piştre me ew daxist jêrê jêran”. (Tîn 4-5) Em dema desthelatên derdora xwe dişopînin ku ji xwer dibêjin em Misilmanin û tiştên ji biryar û kiryarên wan pêk tên, zêdetirî wan kiryaran dij mirovahiyê ne. Ev dijberiya Jiyan û mirovahiyê, di bin navê Olan de meşandin, di rastiya xwe de dijberiya Xweda û Pêxemberane.

Desthilatên ku îro li cîhanê kar dikin û bi navê Ola Îslamê desthilatê dimeşînin, seranser dijberiya jiyana Mirovan dikin. Ola kû ew teblîx û propagandaya wê dikin, dijî jiyana mirovan e. Mafê can, mal, rumet, bawerî, nesil û bîrdozî yekcarî di pergala wan de nayê xuya kirin. Wek mînak: Herî zêde Xwîna mirovan bê sedem, li Îran, Tirkiyê, Iraqê, Suriyê û Afganîstanê tê rijandin.

Mal, nesil, rumet û baweriya mirovan herî zêde di van welatan de, tê tune kirin.

Em dikarin bi hesanî bêjin; nirxên mirovahiyê di van welatan de têne tune kirin. Ev tune kirin jî, bi navê Ola Îslamê tê pêkanîn.

Ola kû, ji bo desthilatdaran, dizîyê, kuştinê, dest danîna ser milkê gel, faîzê, derewan, îftîrayan, madeyên hişbir, talan û tecawûza jinan û bê rawiştiyê rewa dibîne, gelo ev kîjan Ole? Ger ev kiryarên qirêj û kirêt di nava civakan de werin normalîze kirin, wê rewşa van civakan çawabe?

Ev rewş îro bi navê Ol, di nav civakan de hatiye bi cîh kirin.  Bingeha wê jî, weha tê amede kirin. Jehra dijî jiyanê û Ola rast, bi çêkirin û pêşxistina Olekî sexte tê têkbirin. Wek em hemû temaşe dikin, dewleta Tirk ev bi dehan salan e bi navê Ola Îslamê Ola senteza Îslama Tirk, wek jehrekî di nava gelê me de belav dike. Neha jî Hîzbul qontra zarokên me kumukan dide serê wan, li Batman û Amedê de, di bin navê heskirina Nimêjê de, li qadan dide meşandin û pê sloganên Tirkî dide avêtin.

Divê em Ola rast ya Îslamê xwedî derkevin û dijî van mar û dupişkan hişyar tevbigerin.

Divê em nehêlin Îslama civakî, demokratîk û îlmî were têk birin û jehra neteweperestên Tirk, Ereb û Farisan di nava gelê meyê Misilman de were belav kirin.

Ev karên bidestên van xayinên Îslamê dikevin jiyanê de, divê were seknandin û pêşî lê were girtin. Li ser her Oldarekî Kurd ferze kû pêşî li van jehran bigre û nehêle gelê me, zarokên me werin jehrî kirin.

Post Views: 38
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.