Rojnameya Ronahî

‘Ramanê Rêber Abdullah Ocalan rêya azadiyê ye’

Birûc Resûl/Qamişlo

Endamê PYD`ê û Saziya Malbatê Şehîdan destnîşan kirin ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan rêya sereke ya rizgarî û mîsogeriya serkeftinê ye.

Dewleta Tirk ev zêdeyî 25 sala ye ku sûcên dij mirovî û ne qanûnî û tecrîdeke giran li ser Rêber Apo dide meşandin. Li hemberî tecrîda giran a ku li ser Rêber Apo tê meşandin heyanî neha tu saziyên navnetewî û di serî de jî CPT ji bona vê rewşê neketine di nava liv û tevgerê de.

Di derbarê tecrîda giran a ku li ser Rêber Apo tê meşandin,  endamê Partiya Yekîtiya  Demokratîk Faris xelo û endama Saziya Malbatê Şehîdan Xaliya Silêman ji rojnemeya me re axivîn.

Faris xelo da xuyakirin ku Tişta ji hêla dewleta Tirk ve tê kirin, di derbarê zagona navnetewî de binpêkirinên ber bi çavên û wiha got:”Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin, dikeve warê îşkenceya derûnî ya ku li gorî zagona cîhanî hatiye dest girtin”.

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdûllah Ocalan ku di demên dawî de bi cezayên displînê yên dewleta Tirk li ser Rêbertî dimeşîne, nîşaneya wê yekê ye ku jiyana Rêbertî di metirsiyê de ye. Herwiha dewleta Tirk, bi her awayî dixwaze dawî li jiyana Rêber Abdullah Ocalan bîne û di cîhanê de ev cezayên ku li ser Rêber Abdullah Ocalan Tê meşandin, li ser tu kesî nehatiya meşandin.”

‘Her ku diçe tecrîdê girantir dikin’

Faris di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin, divê tevahyî gelê Kurd bikevin nava çalakiyan de û wiha got: “Ev zêdeyî 25 salane ku Rêber Apo li girtîgeha Îmraliyê deye û ceza li ser ceza li ser wî tê birîn. Wek gelê Kurd em dibêjin her kesî bila dengê xwe bilind bikin, li Rêber Apo xwedî derbikevin ji bo ku em vê tecrîdê bişkînin. Çiqas gelê Kurd dengê xwe bilind bike, dewleta Tirk a faşîst ewqas tecrîdê giran dike. Ji ber wê jî her Kurdekî ku dilê wî/ê ji bo azadiyê, ji bo Rêber Apo, Şehîd û şervanên azadiyê lêdide, divê tecrîdê qebûl nekin û ji bona azadiya Rêbertî ya fîzîkî şev û roj di nava kar û xebatê de bin. Divê em hemû di nava çalakiyan de bin, em bi awayê herî xurt xwedî li Rêber Apo derbikevin. Ji her çar aliyên welat bigre heta dervey welat, Ewrupa û hemu cîhanê, ji bo em tecrîd û stûna zilmê ya Erdoganê faşîst bişkînin. Ji ber ku ramanê Rêber Abdullah Ocalan rêya rizgarî û serketinê ye.”

‘Bi fikir û felsefeya Rêber Apo em ê azadiya wî a fîzîkî Pêkbînin’  

Endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk Faris Xelo da zanîn ku tevahî tevgerên rizgariyê û gelên ku hewl didin civakeke demokratîk ava bikin, dizanin ku fikirên Rêber Apo wê guhertineke mezin pêk bîne  û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Dewleta Tirk a dagirker ji bo gelê kurd jiyaneke azad û demokiratîk jiyan nekin,hemû cureyên şer li ser gelê kurd dide meşandin. Herwiha di kêleka vî şerî de jî tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike, armanca vê yekê jî şikandina îradeya gelê kurd e.

Lê wê dewleta Tirk a faşîst negihêje armanca xwe ji ber ku em bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve girêdayî ne û em ê heyanî azadiya Rêber Apo a fîzîkî Pêk were di nava tekoşînê de bin.”

‘Doza Rêber Apo dozeke mirovî ey’

Di heman çarçoveyê de xuşka şehîd Enwer Silêman, Xaliya Silêman da zanîn ku êrişên giran ên dewleta Tirk yên li ser gelê kurd û gelên herêmê û pêre jî tecrîda li ser Rêber Apo armanca wê şikandina vîna gelê Kurd e. Dewleta Tirk a dagirker bi zanebûn tecrîdê giran dike, da ku ji hemû milî ve Rêber Apo û gel ji hev qut bike. Doza Rêber Apo dozeke mirovî ya mezin e. Ji mafên her girtiyekî ye ku têkilî bi parêzer û malbata xwe re deyne, lê ev 31 mehin ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re ne hatiya çêkirin. Ev jî sûcekî herî mezin e, pêwîste dewletên navnetewî, saziyên parastina mafê mirovan û CPt li hemberî  tecrîda giran a li ser Rêber Apo tê meşandin rawestin.”

‘Saziyên navnetewî di derbarê tecrîdê de tu gav navêjin’

Xaliya di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku Tişta Dewleta Tirk di şexsê Rêber Apo de dide meşandin raste rast gelê Kurd armanc digre û wiha got: “Em gelê Kurd ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan û însiyatîfa azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê bi tundî van nêzîkatiyên dij mirovî û dij zagonî yên dewleta Tirk şermezar dikin û gomanên xwe yên girêdayî jiyan û çarenûsa Rêber Apo nîşan didin. Ji ber wê heyanî ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were em ê têkoşîna xwe ya hiqûqî, qanûnî û siyasî berdewam bikin. Herweha em bang li civaka Navnetewî bi hemû saziyên wê yên mafê mirovan dikin ku ji ber sûcên ku dewleta Tirk dike di dadgehên navnetewî de were dadgehkirin.