Ji destpêka Şoreşê rewşa xwendin û nivîsandin lawaz ma, heya li hen herêmên wêrankirinî nema bû. Di van rewşan de rol û nameya nivîskaran çiye? taybet rol jinên rewşenbîr di ronî kirina hişmendiuya jin û civakê çiye? Ji ber ku di riya tureyên medeyayê, her wiha ev şerê 7 salan xwendin û nivîsandin kêm ma, di rewşek wiha de mîna vê pêşengê girîne, da ku têkîliyan xwendevan û pirtûk vegerîne.
Girêdayî mijarê jinên rewşenbîr diyar kirin ku ji bo pênûsek azad pêwîstî bi tekoşîn û mina van pêşengehan heye.”
JİN TEVLÎ BÛN LÊ NEBESE
Nivîskae û Helbestvan Hena Dawid derbarê rol û beşdarbûna jin di pêşengehê de wiha got: “ Tevî kêm pênûs û hişmendiya desthilatdarî de derbasbûye lê, dîsa tevlî bûna jinê heya astekî başe. Di 1.Pêşengeh û ya duyemîn di milê reng, orgenîze û tevlîbûn taybet ya jinê muqayese bikin, emê balkêş bibînin. lê ev têrênakê pêwîste hîn bêhtir hebe.”
ERKA REWŞENBÎRTİYÊ RONÎKIRIAN CIVAKÊ YE
Hena bal kişand ser sedemên kêm pênûsê jin û wiha got: “Jinên xwedî pênûs kêmin, ne ku hene û tevlî nabin û ev kêmbûn jî xwe dispêre hişmendiya desthildariya mêr û civakê, heger pênûsa jin hebiya jî di warê xwe îfadekirin û biryardarî de lewaz dima. Jiber hîn ew hişmendiya 5 hezar sal ser jin û pênûsa wê bendore, Ji destpêka dîrokê haye berî şoreşê jin di warê rewşenbîrtiyê de lawaz bû, Ji bo wêjî jinên ku beşdarbûna piranî di wêjeyîde sînordar man. Her wiha kes hebûn xwedî pênûsin xurtbûn lê mixabin dev ji erkên rewşenbîrtiya qeriyan û çûn, ez dibêjim van kesan ku derheqên jin û rewşenbîrtiyê de xayîntîkirin, ji bo wê jî pêwîste jin bixwe ser xwe bixebite.”
PÊNÛS DENGÊ HEQÎQETÊ YE
Hena Dawid bi van axaftina bi dawî kir: “Ez wekî jinek bi salan dinivîsînim, rastî gelek astengiyan hatim, taybet berî şoreşê, lê min beramberî van astengiyan bêhêz nemam û bi pênûsa xwe şer kir. pênûs bêdeng nehişt, ji ber ew pênûsa heqîqete nabe bê den û reng bimîne.”
JİN Bİ NİVÎS Û
TABLOYAN BEŞDARBÛN
Berpirsa Bîroya ragihandina Desteya çandê ya Herêma Cizîrê, her wiha wênesaz Leylan Cemal da zanîn ku bi du tabloyên wênesaziyê (Şêwekar)tevlî 2.pêşengehê bû. Û wiha got:”Jin çi helbest, wênesaziyê û nivîskarên mîna Ronak Murad, Anahîte Sîno, Loran Xetîb, Henan û Heva Heyder cihê xwe di pêşngehê de girtin.”
Bİ WÊNESAZİYÊ BERWXEDANA JİN
VEGOT
Leylan armanca xêzkirina tabloyan wiha bi lêvkir: “Tabloya yekemîn di hevdîtina Rojava ya Şêwekariyê li Kobanê xêzkiribû, yadin jî li Qamişlo xêzkir. Her tabloyek hestek û çîrokekê vedubêje, tabloya ku jin li rojê dinere tê wateya ku jina berxwedêr li dijî hişmendiya kor û kevneşopiyên civakê şerdike, bi vîn û hêz ew jin li rojê dinere, yanî çwa roj bi rohniya xwe civkê ronî dike ew jî bi tekoşîna xwe civakê azad bike. Tabloya duyemîn î rengê xwezayî derxist pêş, wekî daristan û mij heye, rengê xemgînî heye, lê ev rewşa jin di 5 hezar salî de ifade dike, di şoreşa 40 salî de jin bi tekoşîna ev taritî û mijîa ser çavê dîrokê hiland, di riya tabolyande ev name bighînim.”
17 HEZAR PİRTÛK
Leylan Cemal di dawîd bi bîrxist ku 14 hezar pirtûk tevlî vê pêşngehê bûn û hîn 3 hezar pitûk di rêdene wiha 17 hezar pirtûk bi mijarên cûda di sîwanekê de komkirin bi serê xwe serkeftine.”
Melek DEMÎRTAŞ






