Friday, June 19, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rê hat kontrol kirin, 9 leşker hatin kuştin

24/07/2018
in Uncategorized
A A
Rê hat kontrol kirin, 9 leşker hatin kuştin
Share on FacebookShare on Twitter

Gerîlayên HPG’ê rêya navneteweyî ya navbera navçeyên Ebex û Bazîd kontrol kirin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 6 TIREKS ji aliyê hêzên wan ve hatine şewitandin û li Colemêrgê jî 9 leşker hatine kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla yên li Colemêrg û Agiriyê daxuyanî da. HPG’ê diyar kir ku rêya navneteweyî ya navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazîd a Agiriyê kontrol kirine û rê li trafîkê girtine. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 6 TIR ji aliyê hêzên wan ve hatine şewitandin û li Colemêrgê jî 9 leşker hatine kuştin.
HPG’ê li ser çalakiyan ev agahî da:
“Li Eyaleta Serhedê hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de roja 21’ê Tîrmehê seat 09’an rêya navneteweyî ya navbera navçeya Ebex a Wanê û navçeya Bazid a Agiriyê kontrol kirin. Di vê çalakiyê de gelek wesayît hatin rawestandin û li ser pêvajoyê hêzên me gel agahdar kirin. Di heman demê de 6 TIR’ên kesên ku bi dijmin re kar dikin ji aliyê hêzên ve hatin şewitandin û 4 TIR bi temamî hatin rûxandin. Demek dirêj artêşa TC a dagirker nekarî mudaxleyî cihê bûyerê bike û rêya navneteweyî li trafîkê hate girtin.

9 LEŞKER HATIN
KUŞTIN

Wesayîtên zirxî yên ji bo mudaxeleyê hatin cihê bûyerê bûn hedefa hêzên me. Di çalakiyê de derb li wesayîteke zirxî ya bi tîpa kirpî hate xistin û 2 leşker hatin kuştin.
Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz de hêzên me roja 21’ê Tîrmehê saet 20’an li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker ku li ser girê Deriyê Xîz ê herêma Deriyê Cafer a navçeya Gever a Colemêrgê bû çalakiyek li dar xistin. Bi awayekî serketî li çeperên dijmin hate xistin û di çalakiyê de 2 çeper û konekî dijmin hatin rûxandin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatin kuştin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû
NÛÇE

Festîvala Şanoya Zarokan a Hêvî bi dawî bû

17/06/2026
Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê
CIVAK Û JIYAN

Şehîd Ferhad Dêrik; sembola berxwedan û dilsoziyê

17/06/2026
MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE
HAJMARA PDF

MAFÊ HÊVIYÊ PÊWÎSTIYEKE SERDEMÎ YE

17/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.