Bi hezaran şêneyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şehîd Seyîd Evran û Aslan Qamişlo li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo oxir kirin.
Îro şîniyên herêma Bkur û Rojhilatê Sûriyê û di nav de partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl, saziyê leşkerî, tevgerên jinan, nûnerên Rêveberiya Xweser li Goristana Şehîd Delîl Saroxan bi tilîliyên dayikan rojnamevan Seyîd Evran û fermandarê YPG’ê, Aslan Qamişlo oxir kirin.
Girseya gel şehîd Seyid Evran û Aslan Qamişlo bi siloxanan ji taxa Enteriyê di demjimêr 10’ê beriya nîvro de ber bi goristana Ş. Delîl Saroxan ve oxirkirin.
Karwanê şehîdan dema ku gihişte goristanê veguherî mîtingê û bi deqeyek rêzgirtin li ser giyanê şehîdan merasîmê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Civaka Demukratîk (TEV-DEM), Yekîtiya Raghandina Azad (YRA) Şehîd Seyîd Avran û Aslan Qamişlo û tevahiya şehîdên kurd û Kurdistanê bi bîr xistin û diyar kirin ku ew ê her tim li ser riya heqîqetê bi fikr û felsefeya Rêber Apo, têkoşîna xwe berdewam bikin.
Piştî wê nasnameya şehadetê ya herdu şehîdan ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hate xwendin û radestî rêhevalên wan hatin kirin. Di dawî de jî cenazeyên şehîdan li ser milan hate rakirin û bi silogana “Şehîd namirin û şehîd rêberê têkoşîna me ne.” spartin axa pîroz.
Hêjayî gotinê ye ku Şehîd Aslan Qamişlo yek ji fermandarên YPG’ê bû û di 17’ê Îlonê de, di encama êrîşa balafireke bê mirov a dewleta Tirk a faşist de li bajarê Qamişlo şehîd ketibû.
Herweha rojnamevan Seyîd Evran jî yê ku 30 salên xwe li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat di têkoşîna azadiyê û lêgerîna heqîqetê de derbas kiribû, di 22’yê Îlonê de ji ber nexweşiya dil şehîd ket.