Rojnameya Ronahî

Kovara Şermola, neynika nirxên şoreşa Rojava ye

 Deriya Çiya\Qamişlo

 Kovara Şermola yek ji kovarên wêjeyî û çandî ye, ku bi zimanê Kurdî û Erebî derdikeve, di sala 2018’an de ji aliyê komek nivîskar û rewşenbîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatiye destpêkirin, û heya niha 19 hejmarên kovarê hatine belav kirin û zêdetirî 320 nivîskarên wê hene.

Wek tê zanîn  ku kovarên wêjeyî di tevgera daneriya wêjeyî de, û di vejandina rewşa çandî ya her welatekî de rolek berçav dilîzin, piraniya nivîskaran xwe dispêrin rojnamevaniya wêjeyî, wek destpêkek ji jiyana xwe ya wêjeyî re. Ji ber ku bandoreke mezin li ser geşedana kesayetiya wêjeyî heye, kovara Şermola jî yek ji wan kovarên wêjeyî û çandî yê ku di 24’ê Îlona 2018’an de li bajarê Qamişlo hat damezrandin. Ji bo şîrovekirineke berfireh li ser kar û xebatê kovarê, Dilşad Murad rêveber û sernivîskarê giştî yê kovara Şermola wiha ji rojnameya me re axivî.

 

‘Şermola bi wateya cihê kombûna rewşenbîrên gelên herêmê’

Dilşad Murad da zanîn ku kovara Şermola, di her sê mehan de carekê, bi zimanê kurdî û erebî, bi hev re tê weşandin. Ji ber ku xwestina kovarê bi navekî xwedî pîvaneke dîrokî be û bi gelên herêmê yên ji Kurd, Ereb û Suryaniyan ve girêdayî û semboleke hevpar hebe, navê “Şermola” ku navê girekî li devra bajarê Amûdê ye, ji ber ku girên herêmê bi giştî di demên kevnar de wek nîşaneke komî di rewşa awarte û bersivdana êrîşan de dihat bikaranîn. Herwiha weke cihê kombûna karwanên gerok di navbera Sûriyê û bakurê Sûriyê û Kurdistanê de dihat bikaranîn û bi vî awayî nav distîne. Qonaxeke dîrokî û reseniyeke rewşenbîrî û wêjeyî ava dike ku bibe cihê kombûna çand û rewşenbîrên gelên herêmê bi giştî. Ji ber vê yekê deriyê kovarê ji hemû enerjiyên wêjeyî û afirîneryî re vekirî ye, ku li gorî armancên kovarê yên di warê ronakbîriyê de ne, û di rastiya çandî de li Kurdistan, Sûriye û cîhana erebî de guhertineke balkêş pêk tîne.

Kar û naveroka kovara Şermola

Dilşad Murad derbarê kar û xebata kovarê de wiha got:”Xebatên damezrandinê û rêkarên kovarê hatin cî bi cî kirin, di çarçoveya demek kurt û bi serfirazî ku hejmara yekem di 7’ê Sibata 2019’an de hat derxistin, û karê Kovarê di çarçoveya rêgezên giştî yên şoreşa Rojava û peymana civakî ya di Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, ku nirxên civakê misoger dike.”

Di kovarê de hemû şêweyên wêjeyî yên wekî; lêkolîn, analîzên rewşenbîrî û rexneyî, werger, çîrok, helbest, xwendin û weşanên pirtûkan, hevpeyvîna hijmarê, jin û çand, huner (şano, muzîk..), gotarên wêjeyî û çandî, tabloyên hunerî û wêne hene. Û di her hejmarê de mijarek an jî dosyayek ji bo hejmarê hatiye veqetandin, wek mînak: Wêjeya şoreşê, rexneya wêjeyî, wêjeya jinê, ragihandin di şoreşê de, sînema, çîrok, roman, salonên wêjeyî, zimanê dayikê, êzîdî û êzîdiyatî û wêjeya berxwedanê.

Heyanî niha hejmarên kovarê gihaştiye (19) hejmarên çapkirî. Her hejmar di navbera (40-60) berhemên wêjeyî û hunerî de cih digire.

‘Kar û xebata kovarê bi awayekî serkeftî tê meşandin’

Dilşad Murad diyar kir ku, hejmara nivîskarên kovarê gihiştiye zêdetirî 320 nivîskarî, ji wan 125 jin in, û herwiha 75 hunermendên şêwekar,  ji hemû pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê û ji hundirê Sûriyê (Şam, Sûweyda, Tertûs û ..hwd) û ji Kurdistanê, Kurdên Ewropa, Qefqasiyayê û cîhana erebî (Misir, Lîbya, Yemen, Urdun, Cezayîr, Mexrib, Iraq, Sûdan, Filistîn, Behreyn, Morîtanya) hatine weşandin. Herwiha kovara Şermola dibe kovara yekemîn ku li Rojava û tevahî Sûriyeyê ku di demeke kin de hejmareke zêde ya nivîskaran rêxistin kiriye.

Kovar bi gelek doza ve mijûl dibe yek ji wan jî doza jinê ye, di kovarê de, beşeke taybet bi mijarên wêjeyî û çandî yên jinan û bi navê (Jin û Çand) heye û tenê nivîskarên jin tê de dinivîsînin. Ji bilî beşdarbûna wan di hemû beş û şêweyên wêjeyî yên kovarê de, hejmara çaran tenê ji bo berhemên jinan, di bin navê (Wêjeya Jinê) de, ku bi dehan nivîskar û afirînerên jin tê de beşdar bûn, hat weşandin.

Malpêra kovarê (www.shermola.net) di destpêka Hezîrana 2019’an de hate vekirin, da ku bibe pencereyek ji bo weşanên kovarê ji hêla raya giştî û nivîskarên navxwe û derve ve.

Kovar beşdarî pêşangeha pirtûkan a”Ş.Herkol” li Qamişlo bû ye, ku mezintirîn pêşangeha pirtûkan li bakur û rojhilatê Sûriyê ye, û herwiha beşdarî pêşangeha pirtûkên kurdî li bajarê Qamişlo bûye.

‘Kovara Şermola pira di navbera gelan de ye’

Dilşad Murad rêveber û sernivîskarê giştî yê kovara Şermola wiha axeftinên xwe bi dawî kir û got:”Di çarçoveya xebatên pêşxistin û berfirehkirina qada weşanê ya kovarê, hejmarên wê li Misirê bi riya weşanxaneya Nefertîtî tê çapkirin û tevlî pêşengehên pirtûkan li Misir, Lîbya û Îraqê bûye. Herwiha kovara Şermola weke neynika ku şoreşa Rojava û nirxên wê yên cîhanî li hemû dinyayê dide naskirin û weke pireke wêjeyî di navbera nivîskarên Kurd û Ereb li herêma Rojhilata Navîn ava dike.”