Rojnameya Ronahî

‘Xwendin Ronahî ye’

 Ayîşa Silêman / Qamişlo

Bi dirûşmeya xwendin  ronahî ye,  desteya çandê ya bakur û rojhilatê sûriye yê û bi alîkariya desteya çandê li herêma cizîrê heftemîn pêşingeha Şehîd Herekol a pirtûkan li bajarê Qamişlo li dardixe. Pêşengeh ji 15`ê Cotmehê heyanî 22`ê Cotmehê li hola Zana li bajarê Qamişlo wê berdewam bike.

Pêşengiha pirtûkan li ser navê Şehîd Herekol (Husên Şawîş) piştî ku  di 20 `ê Tîrmeha sala 2016` an de şehîd ket, piştî wê bi salekî  komek rewşenbîr, nivîskar û desteya perwerdeyê biryar girtin ku pêşengehekê li ser navê Husên Şawîş vekin.  Ji ber ku  ew nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîr bû û xwedî ked û xebateke têr, tijî ya salên dirjêr bû û ji ber wê yekê jî pêşengeh bi navê wî hate vekirin.

weşanxaneyên ku tevlî pêşengehê bibin derdorî 70 heya 75`an ye. Pêşengeh wê heşt rojan li hola zana dewam bike û wê ji demjimêr 10`ê sbehê heyanî 8` ê êvarî pêşengeh dewam bike. Di vê pêşengehê de gelek çalakiyên cûr bi cûr wê werin pêşkêş kirin wek semîner, çalakiyên hunerî, pêşbirk, imze kirina pirtûkan. Gelek  cudahiya vê pêşengehê ji yên  borî heye. Ji ber ku di vê pêşengehê de amedekarî û danûstandinên berfireh bi rewşenbîr, nivîskar, bazirgan, kompanî û kesayetan re hatine kirin. Di heman demê de desteya çandê berê xwe daye şaredariyan jî da ku  bibin alîkar û pasan ji Qamişlo rêkin heyanî Dêrik, Dirbêsî û Hesekê û wê  dema çûn û hatina basan jî were diyar kirin. Di heman demê de desteya çandê serdana rêveberê kanton, dezgeh, û saziyan jî kiriye û ji wan  re plan û armanca  pêşengehê hatiye şîrove kirin.

Di derbarê amedekariyên pêşengehê de endamê komîta amedekar a pêşengeha Şehîd Herekol Ebûd Mexso diyar kir ku îsal  vexwendname ji nivîskar Bextiyar Elî re jî hatiye şandin, lê hin çalakiyên wî li Îtaliya hene û heger derfeta wî çêbibe wê were Rojava û serdana pêşengehê bike û wiha pê de çû: “Me çend kesayet ji Başur jî vexwandine, lê em nizanin wê bikaribin werin yan na. Ji ber ku wek her sal xwesteka wan a hatinê heye, lê PDK`ê  derfetê nade ku derbasî Rojava bibin.

Em wek komîteya xwendinê, me destnîşan kiriye ku em ê, alîkariyê bidin weşanxanan ji bona ku em nîvê buhayê pirtûkan bidin, da ku welatî bikaribin pirtûkan bikrin û asta zanista xwe bilind bikin. Ji bona ku ev yekê pêk were jî, çi ji destê me were em ê, alîkar bin.”

Endamê komîteya amedekar a pêşengeha Şehîd Herekol Ebûd Mexso di dawiya axaftina xwe de got:“Hêviya me ew e ku hemû dezgehên ragihandinê bi me re bibin alîkar û ji neha ve amedekariyên ku ji bona pêşengehê têne kirin ji raya giştî re ragihînin, ji bona ku beşdar û girseya ku derbasî pêşengehê bibe hîn ji pêşengehên derbasbû yî zêdetir be.